|
Çarşemê hesava ne e’yda Kuloç |
|
|
|
Written by Shake Shamoyan
|
|
Thursday, 05 April 2007 |
|
Vê dewyê hinek malper û rojnema da derheqa wa gotî Eyda Kuloç da tê nîvîsar. Mixabin nivîsvanê wan gotara jî hîmlî dunavin, lêkolînvan û nivîskarin...Evê nerastyê ez mecbûr kirim derheqa wî rê-rizmê dînî da, ku cem Êzdiyên Rûsyayê tê pêkanîn, vê gotarê binivîsim. Li nav civaka Êzdiyan da tu cara nehatye gotin Êyda Kuloç yan eyda Kloçê serê salê. Petandina Kuloçê serê salê percek ji wî rê-rismê dînî ye, kîjanî ra dibêjin: Çarşemê hesava. (Koka vê rê-rizma dînî ji kî demî da dest pê bûye û çima tenê li nav Êzdiyên Rûsyayê da maye lêkolîna zanyarî ya dûr û bingehîn dixweze. Em wî karî bihêlin zanyarên pêshwextyê ra). |
|
Read more...
|
|
|
Dastan û beyta Mîr Mih |
|
|
|
Written by Shake Shamoyan
|
|
Wednesday, 04 April 2007 |
|
Edebê devkî ji deverekê bo devereke dî tête gihorîn, her mirovek jî li gorî diyalikta xo wê çîrokê, yan dastanê dibêjit. Navê palewana, yan navê cih u zincîra serhatiya tête gihorîn.gelek cara kêmbun yan zêdebun li ser dastan u çîrikêt devkî xoya dibin, lê belê çend cudayî li ser dastanêt wisa diyar bin, naverok u kiryarêt wê, yan armanca wê heta hedekî mezin wek xo dimînin. Dastana Mîr Mihê li nav Êzidiyada gelek bi nav u denge. Ew ji bona xerîbiyê u rojêt şîna ( demê yek dimirit) tête gotin. Wekî em bizanîn ( Bedel Feqîr Hecî) eve dastan u beyte bi berfirahî di govara Laliş, hijmara 5, sala 1997 ê bi tîpêt latînî belav kirîne. Her wisa ( Hoşeng Biroka) babetek di govara (Roj) da, hijmare 3, sala 1998 ê belav kirîye. |
|
Read more...
|
|
|
Eskerê BoYik: Ezdîtî - bawariya heqyê, rehmê û Xwedênasiyê ye |
|
|
|
Written by Shake Shamoyan
|
|
Wednesday, 04 April 2007 |
|
Çawa her ol û bawaryên dinyayê usan jî ÊZDÎTÎ dînekî qedîm e, bingeha wê ji dewrana tê, gelek qonaxa, li rîya hebûn-nebûnê ra derbaz bûye û gîhîştye roja îro. Ev dîna jî xweyê u’lm, e’deb, qewl û qanûn, rê û rism, e’rf-e’det, e’yd-e’refat, cîyên xweye pîroz, ocax û zîyaret, oldar, xas û babçek û xisûsyên xwe ye. Her tiştê u’lmê wê bi zarkî gihîştine me. Dînekî kurdewarî ye, ji bo niha ev bawarî tek di nav Kurda da li Kurdistanê maye û her tiştê wan bi kurmancîye. Eger bi heqî kevnarya vê olê bê naskirin û u’lmê vê olê û olên ji pey ra hatî (yên bi kitêb û Pêxember) bi zanyarî bidine rex hev, dijwer nîne bê texmînkirin ku gelek bîr û bawaryên êzdîtyê ji bo u’lmên wan olan bûne stûnên avakirinê. U’lmê vî dînî u’lmekî pir dewlemend, kûr û pir qet û sereceme.
|
|
Read more...
|
|
|
Qewlê Birayîm Pêxember |
|
|
|
Written by Shake Shamoyan
|
|
Monday, 02 April 2007 |
|
Silavêt êkî mébûd e Ne tehiyat hebû ne sicûd e Bedîla Azir û Nemrûd e Silavêt êkî dayîm Li vê herfê ecîb mayîm Da bidîn wisfetêt birayîm |
|
Read more...
|
|
|
<< Start < Prev 1 2 3 4 5 6 7 8 9 Next > End >>
|
| Results 13 - 16 of 36 |