|
DERHEQA PIRTUKA EMERIKE SERDARE TEZEDA |
|
|
|
Written by Administrator
|
|
Monday, 20 November 2006 |
 Sala 2006-a paytextê Ermenîstanê Yêrêvanêda berevoka serpêhatî û kurteromanê nivîskarê kurd Emerîkê Serdar bi kurdî (bi tîpê latînî) çap bûye. Navê berevokê "Gundê me"-ye. Eva berevoka nivîskarê pêncane. Hetanî vê pirtûkê sê berevokê wî bi kurdî çap bûne ("Destê dê", "Îdî dereng bû", "Dengê dil"). Berevokeke wî bi navê "Dewetek du cara kirin" sala 2005-a Yêrêvanêda bi zimanê rûsî çap bûye û ji alîê xwendevanê rûsda baş hatye qebûlkirinê.
|
|
Read more...
|
|
|
Hevdîtina yekemîn ya mamosteyên Êzidiyatiyê li Îraqê |
|
|
|
Written by Administrator
|
|
Sunday, 19 November 2006 |
|
Roja çarşembê rêkeftî 15.11.2006 an û bi arîkaria wezîrê perwerdê yê hikûmeta Îraqê û di bin çavdêriya rêvebirya giştî ya xwendina zimanê Kurdî û zimanên din civîna yekemîn ya mamosteyên Êzidiyatiyê li Îraqê hata li darxistin.
Di destpêkê de, mêvanên pişikdar, mîna cîgirê wezîrê perwerdê yê Îraqê û birêz Îdo Baba Şêx, şêwirdarê serokê Îraqê jibo karûbarê Êzidiyan, û birêz Mamosta Izedîn Mistefa Resûl, serokê yekîtiya nivîskarên Kurd, heryekî gotineke pêşkêşî pişkdaran kir.
|
|
Read more...
|
|
|
Xorteki kurd li metroya Moskovaye hat kustin |
|
|
|
Written by Osmanova Shura
|
|
Friday, 17 March 2006 |
 16/3/2006.Li paytextê Rûsyayê li Moskovayê xortekî kurd ê 22 salî ji bal rastgirên nîjadperest ên rûs bi kêrê hat kuştin, hevala wî ya keçik jî hat birîndarkirin.Li Moskovayê li metroya taxa Peslovke nîjadperestên rûs li ser xortê kurd ê êzîdî ê bi navê Robert Feroyan û keçika hevala wî kom bûn bi 14 derbên kêran ew kuştin. Keçika kurd a bi navê Maya Çoloyan jî bi kêrê hat birîndarkirin.
Keçika birîndar diyar kir ku ew û hevalê xwe êvarê saet di 20:00 de li Metroyê bûne ku li trênê siwar bin, nasyonalîstên rûs êrîşî wan kiriye.
Cesedê gêncê kurd li Nexweşxaneya Miticî li morgê tê hêlan. Berpirsên rûs nahêlin rojnamevan nêzî nexweşxanê bibin. Malbata lawik li benda miriyê xwe ye lê cenaze hîn nehatiyê dayîn ji bo wan. |
|
|
ÊL Û BEREKÊD K'URDÊD-ÊZDÎ Ll QAVQAZA-BAŞÛR |
|
|
|
Written by Osmanova Shura
|
|
Saturday, 28 January 2006 |
 Di herêma Qavqaza başûr da yanê welatê ûris da k'urdêd-êzdî eva êdî dev-devî 150 sale cî-war bûne. P'iraniya wan salêd 1916-1918 ji ber zulma Romê (Osmaniyê) û sirmaniyê revîne hatine ser e'rdê dewletêd Ermenîstanê û Gurcistanê. Peyî hilşandina dîwana Sovêtistanê êzdiyêd Qawqaza-başûr ji Ermenîstanê û Gurcistanê jî k'oç' dikin diçin welatêd Rûsiayê, Êvropaê û ciyêd mayîn. K'urdêd-Êzdiyêd Ermenîstanê û Gurcistanê h'emû jî ji e'rdê qezayêd Wanê ö Qersê ya Tûrk'iyê k'oç'ber bûne hatine li vir. Hinek ji wan zûda gîhîştibûne Ûrisêtê, hinek direng. Lê h'emiya xwe gîhandibû ûris û xwc havêt bûne bextê p'adşê ûrisa, Bêç'arî û zelûlî p'ir' bû. |
|
Read more...
|
|
|
<< Start < Prev 1 2 3 4 5 6 7 8 9 Next > End >>
|
| Results 21 - 24 of 36 |