Xanna OMERXALÎ Êzdîyatî, yek ji qedîmtirîn dînên kurda û Rojhilatê ye, ku hina gelek aliyan de bi efsûn û ne eşkerabûyî (ne eyanbûyî) ye ku metelmayîbûna xwe diparêze. Heta hatina dînê îslamê, li ser erdê Kurdistanê, piraniyê kurdan şopenderê (duketî) Êzdîyatî û Zerdeştiya klasîk bûne.
Niha hejmarê tevayê kurdan nêzîkî 40 mîlyon kesî ye. Kurdistan cîh û wareke pir berhemdar e û erdnîgariyekê gelek stratejik de cîh digre. Lema jî hertim çavê dagirkeran lê bûye ku bixin destê xwe.
Di
çavkaniyan de di navbera serhejmêra êzîdiyan de gelek ferq heye. Sedema
vê yekê ew e, ku li tu dewletan, der barê hejmara êzîdiyên ku dijîn de
lêkolîn nehatiye kirin û serhejmêra wan nehatiye tespîtkirin.
Xêrnexwezên êzîdiyan her tim hejmara wan kêm kirine û hindik nîşan
dane. Bi texmînî, çawa hinek serokanî dinivîsin û wisa jî pê gotina
hinek dîrokzanên êzîdiyan û kesên êzîdî ên pispor, hejmara êzîdiyan li
hemû cîlanê digihije mîlyonekê.
Hinek pirsgirêkên hatin û helandina Êzdiyên li almaniya yê
Written by Administrator
Thursday, 16 June 2005
Bi dîtina min, eger fersenda meriv hebe û karibe vêga jî ji ilm(qewl, duha, lawij û whd.) û zargotinên Êzdiyan fahm bike û wan baş şîrove bike, merivê bivîne ku Êzdî hêja gelekî beriya dewletên li mezopotamiya yê hatine afirandin de jî li gelek herêmên bakurê Kurdîstanê de weke desthilatdar(xwedî ocax, mîr, axa, beg, karker, cotkar, û whd.)ên herêma xwe jiyane. Ji xwe min li ser vî babetî di lêkolîna xwe ya bi navê“Êzdiyatî haveynê mirovatiya li mezopotamiya yê ye“ de nêrîna xwe diyarkiriye. Gava ew dîroka kevnar zelal bive, merivê bivîne ku Êzdî hingê di nav Kurdîstanê de ne hindik bûne.