Edebê devkî ji deverekê bo devereke dî tête gihorîn, her mirovek jî li gorî diyalikta xo wê çîrokê, yan dastanê dibêjit. Navê palewana, yan navê cih u zincîra serhatiya tête gihorîn.gelek cara kêmbun yan zêdebun li ser dastan u çîrikêt devkî xoya dibin, lê belê çend cudayî li ser dastanêt wisa diyar bin, naverok u kiryarêt wê, yan armanca wê heta hedekî mezin wek xo dimînin.
Yek ji serkeftîtirîn demên xwedawendane, ku di giyanê bawermendê êzdî de, wek demeke „tekûz“ „kamil“, „serkeftî“ û „bijarte“ tê pîrozkirin, dema çarşemê ye.
Ev dema „serkeftî“, „rasteqîne“ û „bijarte”, di mîtolojî û teyolojiya êzdiyatiyê de, bi gelek nav û şênên curbecur tê binavkirin:
COGRAFÎ Kurdistan - welatê kurdan - welatekê çiyayî yê fireh e. Ew xwe dirêj dike ser qadeka mezin ji axa Rojhelata Navîn. Ew mîna kerekê heyvê (mang) ji bašurê Kendava Faris dest pêdike û digehe heya Derya Spî li bakurê rojava. Ew ketîye navbera zozanên (platoyên) Îranî li rojhelat û bejikên (stepên) Mesopotamiya li rojava, bilind-zozanên Ermenî li bakur û nizm-axa Anatoliya li rojava.
* Ev gotare di kovara Roşenbîriya Nû de, hejmar 243, rûp 101- 111, bi zimanê erebî, belav bûye.* Min jî di kovara Çira, hejmar 13, sala 1998 ê de belav kiriye.
Nivîsîna: Pîr Memo Osman Wergera ji erebî: Xelîl Duhokî