|
FELSEFA OLA ÊZIDIYAN Û KOKA WÎ
* Ev gotare di kovara Roşenbîriya Nû de, hejmar 243, rûp 101- 111, bi zimanê erebî, belav bûye.* Min jî di kovara Çira, hejmar 13, sala 1998 ê de belav kiriye.
Nivîsîna: Pîr Memo Osman Wergera ji erebî: Xelîl Duhokî
Di sala 1990 ê de, ez ji bo xwendinê li bajarê Lendenê bûm. Hîngê melbendê roşenbîriyê kurdî li wêrê, ji min daxwazkirin ku, semînerekê li ser ola Êzidiya bidim. Ji bo ku vê daxwazê bi cê bînim, ez di nav pirtûkxanên Lendenê de, gerham û min gelek lêkolînên li ser êzidiyan hebûn, xwendin û zêdebarî zanîn û agehdariyên min jî, êdî ev babete amadekir. Heta niha bi tenê pirtûkek bi navê "Êzidyatî, 1979 Bexda"ji aliyê du nivîskarên êzidî hêjayan Xidirê Silêman û Xelîl Cindî ve, ya hatiye berhevkirin, nexo tevaya lêkolînên din, ji aliyê nivîskarên ne êzidî ve bûne. Mirovê êzidî jiber du sedemên bingehîn, nikariye basî ayînê xwe bike: Dijatiya rijêmên deselatdar li Îraqê, ku rê li ber digirtin û siyaseta bi erebkirin û bi beiskirinê beramber ol û kurdbûna wan bikar dianîn. Ev pîlane bi germî ji sala 1970 ê destpêkir û heta niha jî berdewam e. Tirsa ronakbîrên êzidî ji baskirina kesayetiya şêx Adî, yê ku havî(biyanî) ji ola Êzidiya û nizimkirina wî bo pileya mirovî. Çinku piraniya êzidiya, wî wek Pêxember nas dikin, belku wî dikine roha Tawûsê Melek û carna jî, roha Xudê.
Pirsa êzidiya, hizir û serinca dîrokzanan ne rakêşaye û gelek bi kêmî û kurtî basî wan hatiye kirin. Basî wan( belku ji bo cara yekê) di pirtûka Şaristanî de, yê ku di sala 1153 Z de, koç kirî, hatiye kirin û careka din jî, di pirtûka Siyahetnama Olya Çelebî de, ku ew jî, di sala 1680 Z de, miriye, hatiye kirin. Jiber hindê jî, dema şêx Adî dest daye ser ola Êzidiya, êdî wan nekarî roleka giring bilîzin û cihên tiliyên xwe di dîrokê de çêkin. Lê ew li Kurdistanê jiyan û xwe ji hêriş û pelamarên musilmanan parastin. Çinku bi hizra musilmanan, ew kafir û gawir bûn û Şeytan diperistin. Bo cara dawiyê jî, di destpêka çerxê 19 ê Z de, ew ketine ber hêrişa Mehemed Paşayê Rewandizî, ku bi Mîrê Kore nav dikirin. Jiber hindê jî, roj li pey rojê, ew kêm dibûn û her hind mabû bêne qirrkirin.
Êzidî li Îraqê, Sûrî, Tirkî û Sovyeta berê dibelavin. Piraniya êzidiyan jî, ji Tirkiyê mişextî welatê Elmanya bûne. Hejmara êzidiyan, li tevaya welatan digehe nêzîkî nîv milyonî. Termê Yezdan (Yazdan)
Navê Yezdan, bo cara yekê di pirtûka Zerdeştî, Avêstayê, rûpelê 18 ê de, wek Xudê pîroz hate salox kirin. Ji wî jî, peyva Yazd, anku Xudê peydabûye. Û Yazdan, wateya gelek Xudêya dide. Mana giştî jî ew e ku, hejî peristin û qurbaniyê. Eve jî mana giştî ya Xudê pîroz û tevaya Xudêyên(Hindo- Îranî) yên berî Zerdeştî jî dide. Bi vê çendê, êzidî bawer dikin ku ew yekem netewe ne Yezdan yan Xudê peristîn.(1) Şeytan - Devil
Di Zerdeştiyê de, navê Şeytanî, Asuras yan Ahuras yan Lords bû û di ola Filehan(kiristiyanan) de, bi Şeytan navkirîne û ew jî, mîrê tariyê ye û dibêjinê firîştê ketî. Her wesa ola Musilmana jî, mîna ya Filehan bi Şeytan nav dikin. Peyva (Divel), exrîqiye û ji peyva Diabolos hatiye wergirtin, ku mana Xirabî û Sedem dide. Lê di demê nû ( New Testment) de, peyva Şeytanî wek termek li dij Xudê û dijberê wî bikar tê.
Sedemên hebûna Şeytanî
Tiştê ku xirab xuyaye, ji bo tiştê pak pêwîste.
Hebûna beşekê tiştî, ji hebûna aliyê başê tiştî ye.
Gerdûn ji toxmê baş û xirab pêkhatiye.
Hebûna xirabiyê, ji bo vegerandina arezoya azad pêwîst e.
Lewre eger ji bo tiştî, Dirustker(xaliq) hebe, eve wê çendê digehîne ku, xirabiyê jî Dirustkerek heye. Eve jî, wê manê dide ku, hebûnek xwezayî(siruştî) û ezelî ye, yan jî, ji bo mebesteka taybet peydabûye. (2)
Tawûsê Melek
Êzidî, mîna fileh û musilmana, bawer nakin ku, Tawûsê Melek (Şeytan-Divel), serkêşê xirabiyê ye. Belku ew bawer dikin ku, serokê tevaya firîştane û ew digel Cibraîlî rohê xelkê dikişîne. Lê xirabî bi xwe di dilê mirovî de ye û serekanî jî, ne Tawûsê Melek e. Her wesa çîroka dirustbûna gerdûnê, li cem êzidiya, ne weke ya olên dine. Ew bi vî rengî şirove dikin:
Berî ku Xudê, heft firîştên din dirustke, Tawûsê Melek ji ronahiya xwe çêkir û ferman dayê ku, ji kesê din re sucde neke. Dema Xudê heft firîştên din çêkirî û ferman day ku, ji erdî axê bînin û ji wê jî, helametê Ademî çêkin. Xudê ji roha xwe pif kirê û ferman da tevaya firîştan ku, sucdê ji bo Ademî bikin. Hemî firîştan sucde kir, lê Tawûsê Melek nekir. Xudê sedem jê pirsî, wî jî bersiv da: Ez çewa sucdê ji bo yekê din bikim! Ez ji ronahiya te me û Adem ji axê ye. Ez şîret û raspêra te li erdê naxînim. Hîngê Xudê ew xelatkir û kire serokê tevaya firîştan û cêgirê xwe li ser erdî. Jiber hindê jî, êzidî bawer dikin ku, Tawûsê Melek, nûnerê Xudê ye li ser erdî û salê carekê, di çarşemba yekê ya meha nîsana rojhelatî de, tê xwarê ser erdî û ew roj jî, li cem êzidiya, dibe cejna serê sala nû. Di wê rojê de, Xudê ji ronahiya xwe Tawûsê Melek dirustkiriye. Êzidî baweryeka mukim bi vê çîrokê tînin û xuya dikin ku, Xudê viyaye Tawûsê Melek taqî bike ka şîreta wî jibîr kiriye û li wê pileyê ye ku, bibe nûnerê wî li ser erdî yan ne? Nexo çira Xudê ferman da firîştên xwe ku, sucdê ji bo Ademî bikin, li demê ku Xudê ferman dide: Bibe, dibe( kun feyekon). Tawûsê Melek, wek hizreka felsefî, ji aliyê wê xelkê ve tête peristin, yên ku bawerî bi rastiyê tînin.Êzidî dibên ku, bi tenê ew e gelê êkane û hişyar ku, bawerî bi rastiyê anî. Her wesa hizra peristina Tawûsê Melek, mîna hizra pileya bilindbûnê di zanista ciwaniyê (sublime) de ye û yê baweriyê bi vê hizrê neîne, nikare vê rastiyê jî bibîne. Lewre gelê êzidî şiya vê rastiyê û vê hizra ciwaniyê jî bibîne.
Şêx Adî
Êzidî bi bawerin ku, şêx Adî hizra çîroka Tawûsê Melek dîtiye û bawerî jî pê aniye. Şêx Adî, kurrê Misafirê Hekarî ku, di sala 557 yan 558 koçî de, mirî, du pirtûk li pey xwe hiştine:
Cilwe.
Mishefa Reş (Ew jî, piştî mirina wî, di sala 743 koçî de, peydabûn.)
Felsefa wî jî, li ser du bingehan rawesta ye: Guhdarî. Ravekirin.
Her çend şêx Adî, navê Tawûsê Melek naîne, lê ew giftûgoyê li ser çîroka dirustkirina gerdûnê ku, di Qur'anê de hatiye, dike. Şêx Adî bawer dike ku, koka xirabî û başiyê yek e û dibêje: Eger xirabî, bê vîn û îrada Xudê biba, da bêhêz ba. Yê bêhêz jî, nikare bibe Xudayek. Çinku nabe tiştek bê viyan û bê agehdariya wî, di mala wî de hebe. Êzidyatî, hizir dike ku, Husên Helacê sofî jî, bîr û baweriyên şêx Adî, li ser pirsa berevaniyê ji Şeytanî hebûn. Şêx Adî roha Tawûsê Melek di ya xwe de didît, çinku digot:
- Ez bûm yê Adem di behiştê de jiyandî û Nemrûd jî, havêtiye nav agirî. - Ez bûm yê Xudê esmanî jê re gotî: Tu dadvanî (hakimî), adilî û serdarê erdî yî. - Ez im Adî yê Şamiyê kurrê Misafirî. Xudê dilovan, nav, textê esmanî, kursî û heft erd dane min. Di nihêniya zanîna min de, ji bilî min çi Xudê nînin. Ev tişt xizmetkarên hêza min in. - Eger min viya, dê bo cara duyê, yan jî siyê, vegerim vê dinê, yan jî yeka din bi rêya rohveguhaztinê. (4)
Hindek dîrokzan bi vî rengî basî şêx Adî û Laleşê dikin: Laleş, gundek e dikeve bajarê Musil. Li wêderê şêx Adî û kurrê xwe şêx û îmamê kurdan dijiyan.(5) Lê Îbin Elsîr, hevçaxê Yaqot Elhemewî, mirina şêx Adî divegerîne rûdanên sala 557 koçî û bi vî rengî bas dike: Di wê derê de, Şêx Adiyê kurrê Misafirî, mir û koçkir. Ew xudênas di bajarê Hekarî, ser bi bajarê Musilê, dijiya ku, ew bi xwe ji Şamê, bajarê Balebekê bû. Dema ew çûye bajarê Musilê, hejar û xelkên çiyayî li wan deveran, bawerî danê û ew gelek bi nav û deng bû.(6) Her wesa hindek çavkaniyên din jî, dibêjin ku, şêx Adî ji hoza (eşîra) Dinbilî ya kurdî ye û bi zimanê kurdî dipeyivî. Şêx Adiyê sofî
Berî şêx Adî, sofiyan cilên spî li xwe dikirin ku, nîşana sersokiyê(sakarî-sade)bûn, lê şêx Adî bi cilên reş guherandin û navê wî kire xerqe(7) û xwendekarên wî jî, ew cil li xwe dikirin û heta niha jî, hindek komên êzidiyan wan cilan bikar tînin. Şêx Adî û xwendekarên xwe, mîna komên sofiyan diketine xelwê, jiyana nexweş û ji xelkê dûr diketin. Rojiyên dirêj digirtin û bi tenê giyayên nas di navbera wan de, dixwarin. Ew jî eger wan yan mirîdên wan çandiban. Dîsan wan xwarina ne nas nedixwarin û ew qedexe jî dikirin. Ew peristin û nexwarina tiştên ne nas, heta niha jî, di nav êzidiyan de hene, mîna nexwarina xes û kelemê.
Şêx Adî, hat û rêkxistina olî ya kevin li cem êzidiya, guherand û sîstema heremî (pyramid)deyna ku heta niha jî, heye û bi van pileyên serekî avakir:
1. Şêx: Anku yên rojperist û ev pileye jî, çil îcax in.
a. Adanî. b. Qatanî. c. Şemsanî.
2. Pîr: Ew çil îcaxin.
3. Mirîd: Ew jî çil îcax in û di nav wan de jî ev pileyên ayînî hene:
a. Qewal. b. Feqîr. (8)
Şêx Adî, peywendiyên giran û aloz di navbera van pileyan de, çêkirin. Ji bo her êzidiyekê, şêxek, pîrek û birayekê dawiyê (axretî)heye û ji bo wan jî, ahengên taybet deynane ku bigêrin û jê berpirsbin. Şêx Adî, ev dabeşkirine bi mora sofîgeriyê boyaxkirin, rewişt û tîtalên ola Êzidiyan, yên kevin û nû têkelkirin ku, mirov bi zehmet ji hev cihê bike. Wî rêformên xwe li ser diyardeyên derve destnîşanirin, berovajî Zerdeştî, yê ku guherînên navxwe di ola xwe de çêkirîn. Pirs û sedemên hatina şêx Adî bo Laleşê, ew jî çîrokeka dirêj e û pêwîstî bi delîveka baştir heye. Ya hejî gotinê ewe ku, di Laleşê de, karê Rebena (masîra-nun) û babê Çawîş(qeşê kasolîkî) heye ku nikare jinê bîne.
Nivêjên êzidiya
Ev ferze ji nivêjên berî Zerdeştiyê(şemsaniyê) û sofîgeriya ku şêx Adî anî, têkel e û bi vî rengî ye:
Nivêja berîspêdê -Fecir-
Nivêja rojhelatinê.
Nivêja nîvro.
Nivêja êvarî.
Nivêja rojavabûnê-Mexrib.
Lê nivêjkirin bi metodê kevne û divê piştî sûştina dest û serûçavan, nivêjker berê xwe bide rojê, dema derdikeve û ava dibe û ji bo nivêja nîvro jî, berê xwe bide Laleşê, cihê pîroz li cem êzidiyan. Digel van jî, çendîn tika û nivêj bi helkeftina jî hene.(9)
Koka ola Êzidiya
Ola Êzidiya berî hatina şêx Adî, oleka esmanî (cosmic)bû,( mebesta min ne ewe ku ji esmanî hatibû û xwedan pirtûkeka mîna Qur'anê bû). Ew bawer dike ku, binaxê vî gerdûnî başiye û xirabî ji derve tête nav. Di vê bûçûnê de, Zerdeştiyatî û Êzidiyatî digehine hev û ola dawiyê, gelek kevintir e ji yê din. Ew yek ji wan ola ye ku, 2000 sal berî zayînê hatiye Kurdistan û Îranê. Dema Zerdeşt 500 sala berî zayînê peydabûy û ola wî bûye yê dewletê, hîngê karekê mezin li ser Êzidiyatiyê kir. Dema ola Musilmantiyê hatî û ji bo ku, Êzidiyatî hebûn û berdewambûna xwe biparêze, hîngê êzidiya her zû amojgariyên şêx Adiyê sofî wergirtin û gelek guherîn bi ser de çêbûn. jiber ku ola Êzidiya, berî hatina şêx Adî, ji wan ola bû ku, di ser lawazî û bêhêziya xwe re jî, gelek li dij hindê bû ku, biçe nav ola Musilmana û jiber vê helwêstê jî, çendîn cara toşî qirrkirin û vebirandinên tevayî bû. Ji bo ku, li dij musilmana raweste, ew li rêyên din digeran, taku bîr û bawerên xwe biparêzin. Jiber vî sedemî, dema musilmana Kurdistan û Îran xistîne bin kontrola xwe, herdu olên Zerdeştiyatî û Êzidiyatî, wek du olên belav û aşkera, xwe havêtine rêyên sofîgerî û peristvaniyê.
Êzidiyatî û Zerdeştiyatî
( Êzidiyatî pêşxistina olê Zerdeştiyatî yê kevn e.)
Zerdeşt 300 sala berî Îskenderê Mekedonî jiyaye. Li gor şerovekirin û lêkolînên li ser zimanê Avêstayê(pirtûka pîroz ya zerdeştî) hatîne kirin, çavkanî dupat dikin ku, koka wê ji Mîdiya(bapîrên kurda) hatiye. Her wesa felsefe û pirinsîbên wî, peywendiyên adet û baweriyên olên Hindî bi yê Îranî ve dupat (Tekîd) dikin, zêdebarî pesin û rêzê ji bo baweriyên Aşivanî yan xweyê aşayê.(10) Anku mirovê li rastiyê digere û hewil dide ji bo xwe peyda bike ku, ew jî gelek nêzîkî Nîrvane Budadiye. Ne dûre ew Xudayê bi navê Memê Aşvan di nav êzidiyan de, her ew be yê ku di felsefe û ola Zerdeştiya de hatî.
Ez bawer dikim ku, mezinî û payebilindiya Zerdeştî û giringiya peyama wî, ji hindê tê ku, wî tiştên nû di ola xwe de pêşkêş kirin û baweriyên felsefiyên şoreşgerî, wek dualizm (sunaîye)damezrandin û heta niha jî ew hizre, roleke mezin di felsefe û zanista pisîkolojî de dibînin. Ev dualizme, şerenîxa berdewam e di navbera hêza baş û xirab de. Zerdeştî bawerî bi Xudayê başiyê, yê tak û tenha dianî ku, çend çiq jê diçin:
a. Xudayê dilovaniyê: roh - pakî - başî. b. Xudayê xirabiyê û rohên şerok.
Zerdeştî ev amojgariyên xwe anîn, çinku bab û kalikên wî, ravekirineka aşkera ji bo pirsa xirabiyê peyda nekiribûn. Ji lewre jî, Zerdeştiyatî ola îrada azad e û her kes, bixwaze yan nexwaze, wê rastiyê yan derewê helbijêre. Pileya olî (pîr) wek rêberî olî, di nav herdu olên, Zerdeştiyê û Êzidiyatiyê de hevpişk e. Her wesa adet û rewiştên din yên hevpişk, yên ku koka wan vedigere wan olên kevin yên ku 2000 sal berî zayînê, ji Hindê mişextî Îran û Kurdistanê bûn, ev in:
Agir
Ev toxme nûnerê Mîsra(Mîthra)yê ye ku, dadvanê gerdûnê û deselatdarê agirî bû.(11) Mîsra jî, mîna Arîme(Aryman) ye ku, li gor hizra Zerdeştî, wê di paşerojê de, roleke giring di rêkxistina gerdûnê de, bibîne. Berê temaşayî agirî dikirin, wek nûnerê Rojê li erdî û mîna hêzeka gerdûnî, bi rojê û avabûna wê ve girêdayî ye.
Roj
Wek çevenga (sîmbola) beheştê dibînin û tekela ku Xudê pê gerdûna wan birêve dibe. Zerdeştî gelek rewiştên olên kevin wergirtin. Lê bi germî li dij ( daévas) û rola wî dirawestin.
Dualizm
Ew jî hizra hebûna du hêzên beramberhev û bi rolên xwe ji hev cihê, dipejirînin. Ev dualizm e di nav olên Hindî-Îraniyên kevin de hebûn. Du cîn ji wan hene: Dualizma gawirî. Dualizma sincî(exlaqî).
Dualizm di Zerdeştiyê de, berrabûn e di navbera Xudayê esmanî ku, xweşî û bextiyariyê belav dike û Xudayê li jêr erdî. Mirov qurbaniya pêşkêşî wan dikin, daku xwe ji ziyan û xirabiya wan dûr bikin.(12) Xudayên li jêr erdî, li gor Zerdeştiyê, neku bi tenê dûrkirîne, belku disiza dayîne, anku digel Şeytanî, di dozexê de ne. Zerdeştiyatî bawer dike ku, hebûna madî( hebûna matiryalizmî), cihê şerenîxa van herdu hêza ye(başî û xirabi)yê û eve jî, kakila olê Hindo-Îraniyê kevn e. Olên Êzidiyatî, Zerdeştiyatî û Hido-Îraniyên kevin, bawerî bi rohveguhaztinê(Donadon) heye. Berdewambûna jiyanê jî, piştî mirinê, meseleka misoger e. Veşartin di gorrê de jî, anku mala rohê piştî mirinê. Ga
Baweriya xudênenasên kevin xuya dike ku, mirina Gay, pêwîstiyek bû û tevaya heyberan ( kaînat) û şînayî ji xwîna wî gayî şîn û peydabûne. Ev helkeftine vedgere qurbaniya salane ya Mîsra(mithra) ji bo nûkirina jiyanê û hatina buhareka pir giya û çerwanekê mişe, ji bo giyandaran. Ev ahenge di payîzê de, dihate kirin. Heta niha jî, êzidî ahengê di vê cejnê de dikin û ew li cem wan, ji cejnên mezine ku, dibênê Cema û di dawiya demsala payîzê de tê kirin. Ahengên vê cejnê bi dirêjiya heft rojan, her ji 23 ê îlonê û heta yekê çiryapêşîn (tişrînewel) berdewam dibe. Di roja çarşembê de, li ser çiyayê Laleşê, li cem gorra şêx Şemsî, ku yek ji xudênasên navdar e û serkêşê êzidiya ye, Gay serjêdikin. Mebesta wan ji pêşkêşkirina Gayî ewe ku, destnîşana dawiya payîzê dikin û daxwaza hatina zivistaneka têr baran ku, giyay û şînatiyê ji dewara( Heywana) re( çavkaniyên bingehîn yên jiyana wan) şîn bike. Eve jî, her ew Gaye yê ku, pêşkêşî (Appolo)yî kirî û Ga jî, sîmbola çiryapêşîn e di zanista stêran de.
Li cem neteweyên Hindo-Îraniyên kevin, dema Ga serjêdikirin, agir hildikirin û stiran jî digotin. Ev adete gehişta nav êzidî û zerdeştiya jî. Li cem êzidiyan dehol û zirnayê lê dixin û stiranên olî jî têne gotin, agirî heldikin û goştî dibirêjin û digel dankutê (simatê) li ser xelkê belav dikin.
Sal di nav gelên Hindo-Îranî de, ji 360 rojan û 12 mehan pêk dihat. Ji bo her mehekê 30 roj û salekê jî, du demsal pêk dihatin: Ji buharê heta payîzê. Ji payîzê heta buharê.
Digotine wan jî, demsalên Xudê. Di demsala yekê de, aheng di nav xweza û keskatiyê de digêran û bi helkeftina dawîbûna erkê salê, yê ku Mîsra jê berpirs, ku wezîfe û erkê wî şînbûn û bergirtina rez, dehil, dexl û danî ye. Lewre jî Ga pêşkêşî Mîsrayî dikirin. Heta niha jî, êzidî vê cejnê pîroz dikin û bi cejna Serêsalê nav dikin. Xelk malên xwe bi gul û çîçekan dixemlînin û li wê baweriyê ne ku, Tawûsê Melek wê di wê rojê de, wek cêgirê Xudê, ête ser erdî û jiber hindê jî, qurbana pêşkêşî wî dikin. Ahoramezda
Di olê Zerdeştî de, Ahoramezda, parêzgarê xelkê ye. Di nav firîştan de, wî bi tenê şiya hêza helbijartinê di navbera toxmê başî û xirabiyê de bikar bîne. Her ew bû di berê de, yê ku karî helbijêre û bikar bîne.(13)
Ev hizre nêzîkî çîroka dirutkirina gerdûnê û rola Tawûsê melek e. Çinku wî bersiva rast da Xudê, dema jê re gotî, sucdê ji bo Ademî bike. Îna Xudê ew xelatkir û pileya wî bilindkir û kire serokê tevaya firîştan. Eve jî mîna rola Ahoramezdaye, ku serokê ( esman - av - erd - şînatî - giyandar û mirovan e.) Mirov di Zerdeştî û Êzidiyatiyê de
Dualizm baweriyê bi revîn û şkestina hêza xirabiyê beramber hêza başiyê tîne û li dawiyê jî, serketina Ahoramezdayî. Eve jî, ew armance ya ku tevaya gerdûnê li bendê dimîne û ev serketine jî, têgehiştina Xudê dupat dike û bi vê çendê, ola Zerdeştî dibe yê çêker û pêşketî. Mesela başî û xirabiyê li cem zerdeştiya, bi wîjdan, sinc û rewiştên mirovî ve girêda ye. Eger mirov têgehiştî be, ew dê rêya başiyê helbijêre û nezan be, xirabiyê. Ev ravekirin jî, wek ya li cem êzidiya ye, dema dibêjin ku, başî û xirabî di mejî û wîjdana mirovî de ye. Eve jî li ser mirovî diraweste ka kîjanî dihelbijêre û çend bi Tawûsê Melek ve girêdayî ye, yê ku berê mirovî dide başî û rastiyê, çinku Xudê jî mafê helbijartinê dabûyê. Ravekirina vê çendê jî, bi hebûn û peydabûna taqet û şiyanên mirovî ve ye û ka heta çi pileyê dê bi kawdanên dûrûberên xwe ve daxbarbe ku, bibe mirovekê baş yan jî xirab. Amojgariyên zerdeştiyê, li ser mesela kesayetiya mirovî, roja dawiyê û rêya rast, karekê mezin li ser ola Êzidî, Cuho, Fileha, Musilman û teoriyên xudênasiyê, yên gelek zana kiriye. Zerdeştî karekê mezin li ser guherîna ola Êzidiya kiriye, nemaze li ser rewşa naveroka navxwe ya cejn, adet û rewiştên wan.
Şêx Adî hat daku guherînan di pêkanîna dirustkirina derve de bike, wek danana sîstema heremî û dabeşkirina Êzidiyatiyê li ser gelek pileyên olî, bê ku bikare naverok û felsefa wê biguherîne, çinku şînwarên kevin her man û kar û senga wan jî, di jiyana rojane de her maneve. Lê digel hindê jî, em dikarîn şêx Adî û Zerdeştî bi du çakîker û serkêşên olî yên mezin bizanîn, nemaze eger em temaşayî wê rewşa aloz û xeternak, ya ku çaverêyî ola Êzidiya dikir bikîn, dema musilman hatine deverê.
Em dikarîn pêngavên şêx Adî bi yên şoreşger bizanîn, nexasime di wî demê berteng û tirsinak de, ku wî şiya vî olê kurdî ji vebirandinê rizgar bike. Li dawiyê, eger Zerdeştiyatî olekê dualî be, Êzidiyatî yekîniye(Wehdaniye) û ew olekê metiryaliye pêtir ji yekê mîtafîzîkî.
ÇAVKANÎ
1. The Encyclopedia of Riligion, rûp 503. 2. Her ew çavkanî, rûp 319. 3. Rudolf Frank: Scheich adi/der grosse Heilige, Berlin, Mayer und muller. 1911, rûp 103. 4. Her ew çavkanî, rûp 8. 5. Yaqot Elhemewî di ferhenga wî ya cografiyê de. Di ( 626 koçî - 1229 zayînî)de miriye. 6. Îbin Elesîr, pirtûka wî, ji rûdanên dîrokê, di 630 koçî -1233 zayînê de miriye. 7. Margaret Smith: Studies in Eearly mysticism in the near of middle East the sheldon press, London 1931, rûp 161. 8. Roger Lescot: Enquete sur les yezidis De syrie et du djebel Sindjar. Beyrouth 1938, rûp 232. 9. E. S. Drower: Peacot Angel, London; John Mukry 1941, rûp 92. 10. R. C. Zaeher: The Dawn and Twilight of Zoroastrianism weidenfeld and Nicolson 1961, rûp 34. 11. Mary Boyce: AHistory of Zoroastrianism, Vol 1, leiden K·ln.E J. Brill. 1975, rûp 29. 12. Her ew çavkanî, rûp 233. 13. Her ew çavkanî, rûp 226.
* Mesele li ber Rudolf Frankî têkelbûye, çinku heta niha ne aşkerabûye ku, herdu pirtûk yên şêx Adî ne. Şêx Hesenê kurrê birayê wî, Cilwe nivîsiye û dibêjin ya din jî şêx Adî nivîsîye. |