|
Hoşeng Broka
Yek ji serkeftîtirîn demên xwedawendane, ku di giyanê bawermendê êzdî de, wek demeke „tekûz“ „kamil“, „serkeftî“ û „bijarte“ tê pîrozkirin, dema çarşemê ye.
Ev dema „serkeftî“, „rasteqîne“ û „bijarte”, di mîtolojî û teyolojiya êzdiyatiyê de, bi gelek nav û şênên curbecur tê binavkirin:
Dema çarşemê/ cejna çarşma sor, dema destpêkan/ cejna sersalê, dema çarşma nîsanê, dema Basimbarê, dema Hêkesorê, dema xwedawendan/ cejna Tawisî Melek.....htd.
Êzdî vê demê angorî salnameya Grîgorî/rojhilatî [1], her sal di yekemîn çarşema meha nîsanê de, pîroz dikin û wê demê di kesayetiya xwe de, wek proseseke bawermendane dûbare dikin, û herweha giyanê xwe bi giyanê xwedawendên xwe re bi yek dikin. Li ser astekî xwedênasî (teyolojî), mirov dikaare vê demê wek dema kiasguherîna herî „dirêj“, „fereh“ û „bilind“, li qelem bide, çimkî di vê dema çarşembeyî de, xwedê/ xwedawend û ademîzad tîqe-tîqe rastî hev tên û herwisa li hev mikur tên. Wate bi qasî ku ew li ser astê xwedawendane dema asîman e, ewqasî jî ew li ser astê ademîzadane dema erdê ye. Bi gotineke din ew dema pêrgîhevhatin û di-hev-re-derbasbûna giyanan e: Giyanê xwedawendan û giyanê ademîzadan.
Ev dem di kok, bineret û bingeha xwe de, sê demên xwedawendane li ser sê astan navdilî xwe dike:
- Roj/ Çarşem.
- Meh/ Nîsan.
- Demsal/ Buhar.
Gelo çima û ji bo çi ev sêgoşiya demê; ya pîroz?
Aya çine ew dûmahîkên mîtolojî û teyolojî; yên li dûv pîrozwergirtina vê dema sêgoşane; ya herî pîroz di ciyografiya pîroziyên êzdiyatiyê de?!
Aya ji bo çi ev çarşema destpêkane/ çarşema Tawisî Melek wek destpêka salnameya êzîdiyane tê qebûlkirin???
Çarşem di ciyografiya pîroziyên êzdiyatiyê de, xwedî pileyeke xwedawendane, taybetmend û bijarte ye. Ew li gorî baweriya êzîdiyan, dema „Peyva pîroz“, „fermana pîroz“, „giyanê pîroz“, „dahatina pîroz“, „afrandina pîroz“, „dê û bavên pîroz“, „pêwendiyên pîroz“ û „destpêkên pîroz“ e. Lewma ew wek roja mişt „bihna xwedê/ Tawisî Melek“, „axaftina xwedê“, „keskahiya xwedê“, „bêrîkirina xwedê“, „şaz û qudûmên xwedê“ „eşqa xwedê“ û „serborekên xwedê“ di mîtolojiya êzdiyatiyê de, tê xwendin.
Ji seqa, rewiştûtîtal û dabûnerîtên vê cejnê diyar dibin, ku ew dema herî „hêzdar“ û bê hempa ye: „Destpêkirina hêzdar“ „Afrandina hêzdar“, „xwedawendiya hêzdar“, „ademîzadiya hêzdar“, „hevdîtina hêzdar“.....htd. Lewra Mirovê êzîdî hewl dide, ku di rabûn û rûniştinên xwe; yên vê dema çarşembeyî de, dema xwe; ya „ademîzadane“, „dîrokî“, „lawaz“ û „girtî“, bi dema xwedawendên xwe; ya „xwedawndane“, „mîtiyane“, „serasayî“, „hêzdar“, „reha“ û „berdayî“ re, hemdem bike.
Herçiqasî ku çarşem wek aliyê herî pîroz, di êzdiyatiyê de, werê liqelemdan,û bi xemleke êzdiyane a xurû xwe bide pêş jî, lê ev roj wek dema helkeftinên pîroz û xwedawendane, hîn xwedanciyekî berz û bayexdar e, di paşxane û bîreweriya kurdî a giştî de.
Çarşem li seranserî asîmanên kurd; yên mozayîkane: ji rojhilat heta bi rojava, û ji bakur heta bi başûr, wek dema giyanê pak û pîroz/ giyanê bilind/ giyanê fereh/ giyanê xwedawendane, tê pejirandin:
Çarşeme xweş çarşeme lo çarşem e
mala bûkê l´ber çeme lo l´ber çem e
bûk bi zavê re bi kene lo bi ken e
Çarşem rojek pîroze lo pîroz e
serê zavê b`koloze lo b´koloz e
zava li bûkê bi doze lo bi doz e
Çarşem rojek çi xweşe lo çi xweş e
xêl wî hatin bi meşe lo bi meş e
anîn bûkek keleşe lo keleş e
Çarşem roja xwedaye lo xwedaye
deryê xeman dadaye lo dadaye
kêf û xweşî tê de ye lo tê de ye [2]
Ev sirûd/ dirûze; ya ku li seranserî „kurmanciyê“, di demên bûkxwestin, xêlvanî, tidark, şahî û dawetan de, dihate û hîn jî tê nuhêrandin, keskahî, bilindahî, ferehî, pîrozî û bayexdariya çarşemê wek demeke „serkeftî“ û „bijarte“, di rabûn û rûniştina mirovê kurd de, û herweha di bîreweriya wî a giştî de, nîşan dide.
Ev bîreweriya evradar bi „aliyê çarşemê“, herçiqasî ku ew taybetmendî û reseniya xwe ji mîtolojî û kelepûrê êzdiyatiyê digire û xwe bi xemleke êzdiyane a xurû dide pêş jî, lê mirov dikare vê wek bîreweriyke desthiltdar li seranserî aliyên kurd û herweha ciyografiyên wî; yên mozayikane, li qelem bide.
Di dema ku çarşem di gelek herêm, navçe û komelgehên kurdiyane de, wek rojeke xwedawendane û pîroz tê wergirtin[3], bêyî ku mirovê kurd (Kurdê ne êzîdî) di wan komelgehan de, di wateya vê rojê de; ya teyolojî û mîtolojî de bigihê, mirov dibîne ku êzdiyatî (ol, teyolojî û mîtolojî) pîrozwergirtina çarşmê wek proseseke xwedawendane/ roja xwedê û Tawisî Melek, li ser her êzîdiyekî/ ê,daku ew di vê demê de/ dema herî serkeftî, bişê giyanê xwe bi giyanê „Tawisî Melek“ re bi yek bike, wek erk û wezîfeya oldarî a herî pîroz, ferz dike.
Çarşem di êzdiyatiyê de, berî her tiştî, wek roja „Tawisî Melek“ tê qebûlkirin. Ew dema herî destpêkane ye, anku ew destpêka destpêkan e.
Çarrşem demeke vekirî, mîtiyane û lîtorjiye. Li gorî mîtolojiya êzdiyatiyê, di vê demê de, her tişt dikare xwe bi destpêkên xwe re bi yek bike.Ew dema xwedûbarekirin û xwevgerandina pîroz ; a reha û bê sînor e.
Eger ku em xwendineke stûnî (vertikal) û rasterast (horizontal) ji vê dema çarşemê; ya efsaneyî re bikin, em dê bibînin, ku ew demeke bela-wela ye di navbera du gerdûnan (Kosmos) de: Gerdûna mirovane, û gerdûna xwedawendane.
Çarşema aferînê
Çarşem di mîtolojiya êzdiyatiyê de, hindek caran wek roja destpêka dawiyê: Destpêka aferînê û dawiya taristana gerdûnwerî, destpêka nijinandinê û herweha dawiya şêlûbêliyê, tê xwendin. Ew (Çarşem) roja tewawbûna xwedawendan ji kar û barê aferînê ye, herweha ew roja bidawîanîna şêlûbêliya gerdûnwerî ye.
Di „Dû`aya aferînê“ de weha hatiye:
Xwedawendê min danî esas e
şemiyê lê kir kiras e
çarşemê kire xelas e [4].
Ji vê sebeqê tête famkirin, ku çarşem roja herî pîroze; ya ku tê de bavçakên mirovahiyê; yên destpêkê/ xwedawendên destpêkê, Gerdûn,xwerist û mirov afirandine.Weha çarşem dibe roja kamilbûnê: Kamilbûna gerdûn, xwerist û mirovî. Anku ew dema kamilbûna sêgoşiya kosmogonî û xwedawendane ye.
Çarşema miriyan
Çarşem di mîtolojiya êzdiyatiyê de, wek roja „serdana miriyan bo zindiyên wan“, tê liqelenmdan. Lewra çarşem wek demeke evradar, ji bo „şîv û taştêyên xwedawendane“, ku êzîdî wan serqeyî serê miriyên xwe dikin, tê terxankirin. Çimkî bawermendên êzîdî wisa bawer dikin, ku di vê roja pîroz de, wê miriyên wan rûberên mirinê bi giyanekî ji çarşemê bibirin û werin serdana wan. Goristan di hizir, bîr û baweriya êzîdiyan de, sax û zindî ne. Lewra em dibînin, ku têkiliya mirovê êzîdî/ yê zindî bi miriyên wî/wê re têkiliyeke zindî û brdewam e. Ev têkilî di demên cejn û erefatan de, wek têkiliyeke berz û desthilatdar di kar û barê êzîdiyan de, tê xwiyakirin.Di van demên pîroz û çarşembeyî de, ciyografiya mirin û jiyanê, di giyanê bawermendê êzîdî de, bi yek dibe. Çu sînor di navbera goristanên miriyan û „goristanên zindiyan“ de namînin: Êdî mirî û zindî bi hev re dixwin, vedixwin, cejnan pîroz dikin, bêriya hev dikin û xewnan dibînin...!!!
Êdî ev demên pîroz di mîtolojiya êzdiyatiyê de, û di serê wan de dema çarşemê, dibin berzex ji bo derbasbûnên pîroz, di navbera mirî û zindiyan de. Herweha mirina êzîdiyekî/ ê di tixûbên ciyografiya çarşemê de, yek ji mirinên herî bextewer e, li gorî baweriya êzîdiyan. Çimkî miriyê/ a ku teslîmî êvara/roja çarşemê dibe, ew li gora mîtolojiya êzdiyatiyê dibe mêvanê giyanê Xwedawendê çarşemê; yê herî gewre Tawisî Melek.
Çarşema hêminî û bînvedanê
Li gora mîtolojî û baweriya êzdiyatiyê, her tişt di roja çarşemê de, di derya hêminî û vehisandineke gerdûnwerî de, avjen dike. Anku ew roja „Nirvana“[5] êzdiyane ye, daku mirovê êzîdî kar û barê ku Xwedawend di destpêkê de pê rabûwine, di vê dema pîroz de dûbare bike û herweha kirasê xwe di giyanê Xwedê/ Twisî Melek de biguherîne.
Êzîdî pêrabûna hemî kar û baran, xweşuştin, cilşuştin, kolana erdê, rêwingî...htd, di êvar û roja çarşemê de, wek gunehekî mezin li qelem didin. Çimkî çarşem roja dawiye di heftiya destpêkan de; ya ku tê de xwedawendên gewre/ bavçakên destpêkê, ji kar û barê afirandinê tewaw bûne. Lewra ew xwedawendên ku ji aferîna gerdûn, xwerist û mirovî westiyane, elbete wê pêwîstî hêminî û vehisandinê bin. Afrandina gerdûnê bi giştî wek proseseke xwedawendane, li gora hizra êzîdiyan ne karekî hesan bûye. Ew karekî weha fereh, weh dirêj û weha bilind bûye, bi qasî ferehî, diêjahî û herweha bilindahiya xwedê.
Bi vî awayî çarşem di mîtolojiya êzdiyatiyê de bûye dema vehisandina xwedawendan û dûrbûna wan ji „yên din“ û ji her tiştî, daku ew ber bi xwe ve kesk bibin. Herweha çarşem li ser astê ademîzadane, bûye dema vegera sermedî, dûbarekirina karên afrandina pîroz û pişkdariya mirovan di çêkirina dîroka xwedawendan de.
Çarşema Tawisî Melek
Aliyê herî pîroz di dema Çarşemê de ewe, ku ew dema dahatina Tawisî Melek, wek yekemîn mizgînxêrê jiyanê, bo erdê ye. Ew dema kêfxweşiya gewretirîn sêgoşiya kosmogonî ye (Gerdûn, xwerist, mirov), ji bo pêşwazîkirina hatina wî; ya evradar. Lewra dema Çarşemê, serkeftîtirîn dem e, li seranserî mîtolojiya êzdiyatiyê. Ew bi vê taybetmendiya xwe; ya evradar û xwedawendan e, hildipirke pileya dema kosmogonî a giştî û reha, daku hemî çarşemên dahatû paş Çarşema destpêkane/ çarşema serê nîsanê, bibin ciyografiyeke xwedawendane, ku bawermendê êzîdî kendûkozên pîroziyên xwe û sîmayên Tawisî Melekê xwe, li ser nîgar bike.
Di efsaneya Çarşemê de, weha hatiye:
Dema ku dunya taristaneke gerdûnwerî bû, û hîn erd û asîman ji hev cuda nebûbûn, Tawisî Melek bi kêsimê „Teyr Tawis“ li ser dara „Herherê“; ya sermedî, danî. Bi dahatina wî xwedawendê gwere re, her tişt bi şêweyekî tekûz û kamil, hate afirandin. Ew dema destpêkane dema Çarşema yekemîn ji meha nîsanê bû.
Evradariya xwedawendê bê hempa/ Tawisî Melek di efsaneya Çarşemê de bi taybetî, û di mîtolojiya êzdiyatiyê de bi gelemperî, vedigere wê yekê, ku ew berî her tiştî çalaktirîn û livbaztirîn xwedawend e, di kar û barê afirandina destpêkan de: Destpêka her tiştî.
Ev rola Tawisî Melek; ya pîroz, wek xwedawendekî kartêker û çalak, evradariyeke din li ser astê sêgoşiya bûyerê (Dem, cîgeh, çalakî/kesayetî), pêwîst dike.
Dema xwedawendane
Evradartirîn dem di mîtolojiya êzdiyatiyê de, dema Çarşema yekemîn ji nîsanê ye. Û ji ber ku ew demeke zelal, hêzdar, bijarte û serkeftiye, êzîdî wê di giyanê xwe de dûbare dikin û herweha wê ji xwe re wek dema cejnan werdigirin. Êzîdî di vê dema Çarşemê de, di hemî rabûn û rûniştinên xwe de, zehir bi/ teqlîda xwedawendên xwe dikin û hemî karûbarên pîroz; yên ku xwedawend di destpêkê de pê rabûne, di atmosfêrkî mişt bêrîkirina ebedê û sermedîbûna destpêkan, dûbare dikin. Çimkî dema ku mirov bi awayekî seqayane pişkdariyê di „dawiya dunyayê“ de û herweha di „ nûkirina afirandina wê“ de, dike, wê çaxê ew li ser astekî nîşanewî dibe hemdemê wê dema destpêkane. Bi vî awayî ew careke din ji nû ve ji dayîk dibe û ew bi hemî hêza xwe; ya jîndar û çalakane, bêyî ku xumûm bigihiyê, vedigere ser tenga xwe; a berê, herwekî ew di kêlîka xwe ; ya jidayîbûnê de bê.
Cîgehê xwedawendane
Evradariya cîgeh elbete ji evradariya nişteciyê wî tê. Lewra Dara Herherê a sermedî; ya ku Tawisî Melek di dema destpêkan de, li ser daniye û ew ji xwe re wek nişngeheke reha bijartiye, yek ji navendên kosmogonî; yên herî pîroz, di mîtolojiya êzdiyatiyê de, tê liqelemdan. Li gora vê mîtolojiyê, Herher dara/ serûçika kosmognî a tenha û herî destpêkane ye, ku ji nav taristana geadûnwerî berz bûye.
Çalakgerrê xwedawendane
Kesayetiya evradar; ya ku di ciyografiyeke evradar û atmosfêrekî pîroz de, hem li ser astê demê/ dema xwedawendane, hem jî li ser astê cîgeh/ cîgehê xwedawendane, tevbigere, elbete wê di serencamê de, damezrêneriya kiryar û çalakgerekî evradar, rû bide. Ev kiryar û çalakerê pîroz jî wê kiryarekî weha be, ku ew bebetê xwedûbaerkirin û xwenûkirineke bê sînor be, di hemî rabûnûrûniştin û karûbarên ademîzadan de.
Ev seqayên dûbarekirina bûyerên destpêkane, û herweha dûşopandina xwedawendan/ bavçakên destpêkê, bi awayekî berz di cejna Tawisî Melek de, ji hêla bawermendên êzîdî ve, tên jiyandin. Bi nerîneke teyolojî, mirov dikare jiyandina û vejandina seqayên pîroz, ji hêla êzîdiyan ve, di dema Tawisî Melek de, wek hewldana hemdemkirina karûbarên xwe(wek ademîzad) bi karûbarên Tawisî Melek re (wek xwedawend), li qelem bide. Bi gotineke din, bawermendê êzîdî dixwaze di vê dema „serkeftî“, „bijarte“ û „tekûz“ de/ dema Çarşemê , dîroka xwe/ dîroka mirovane bi dîroka Tawisî Melek re/ dîroka xwedawendane re, bi yek bike.
Çarşema hêkan
Hêk yek ji berztirîn simbolên vê dema/ cejna pîroz e.Hêk li gorî seqayên vê demê,navend e, û her tişt hebûna xwe ji zîvirandina li dora wê, digire.Bi vî awayî hêk dibe destpêka her tiştî/ destpêka destpêkan. Erkên olî, di dema Çarşemê de, li ser her êzîdiyekî/ ê pêwîst dike, ku amadebûna hêkê ligel amadebûna reng, wek nîşana çarşmebeke evradar, rnegîn, û hêzdar, amadebûneke hêzdar û berz be.
Aya çima û ji bo çi ye ev amedebûna hêkê; ya berz û hêzdar?
Ev amadebûn li ser astên simbolî û razwerî tê çi wateyê???
Gelo çi têkilî di navbera vê amadebûnê/ amadebûna hêkê û amadebûna Tawisî Melek de, wek seqayeke çarşembeyî ji seqayên dûbarekirin û vegerandina dema destpêkê/ dema Tawisî Melek, heye???
Hêk li ser astê wê; yê simbolî, tê wateya puxtekirineke xweşik ji dema destpêkan re.
Ew kurtasî û puxteyîya çîroka gêtiyê ye. Ew kurtasiya dîroka ademîzadan û xwedawendan pêk ve ye.
Hêk giyanê gerdûnê û surra jiyanê ye. Ew Destpêka destpêkane; ya ku ji bo her karekî aferînê dibe havên û hevîrtirş.
Pêwîstiya amadebûna hêkê di dema Tawisî- Melekî de, nîşaneke berze ji nîşanên amadebûna hêza rewayê; ya gerdûnwerî. Lewra hemî seqayên ku di çerxa hêkê de dizîvirin
( Hêkşkênandin/ hêkanê, mêşkanê, kabanê, tidarka rengan, pîrozwergirtina qaşûlên hêkan...htd), di dawiyê de, tên wateya amadekirina karekî pîroz; ku di dema destpêkê de, ji hêla çalakgerekî/ kiryarekî pîroz ve, hatiye kirin.
Seqaya Hêkşkênandinê/ Hêkanê; ya ku bi hêkê dest pê dike û bi wê tewaw dibe, seqayeke mişt e bi simbol û nîşanan.
Eger em xwendineke strûktûralîst ji van seqayan re, li ser astekî kûr û stûnî, bikin, em dê bigihin van encaman:
1. Şikênandina hêkê wek encama karûbarên seqaya „Hêkanê“, li ser astekî simbolî, tê wateya pişkdariyê di karûbarên neqibandinê de/ neqibandina hêkê. Li ser astê simbolê, ev yek ji bo min tê wateya pişkdariyekê di karûbarên aferînê de; yê ku xwedawendên destpêkê di dema destpêkan de, pê rabûne.
2. Pêşbirkî li ser şikênandina hêkê, di encamê de, pêşbirkiyeke li ser hêza rewayê û herweha şêyan li ser karûbarên aferînê (aferîna tekûz, kamil û giştî) û damezrandina jiyanê. Lewma dema ku aliyê serkeftî di pêşbirkê de, îlana hêz û dijwariya hêka xwe li ser aliyê/ aliyên dorandî/ binkeftî, di hêkanê de, dike, ew bi xwe berî her tiştî îlana hêza rewayê/ surra sêgoşiya afrandinê/ afrandina mirov, xwerist û gerdûnê; ya „serkeftî“, „bijarte“ û „tekûz“ e.
3. Hêk li ser astê simbolî gerdûneke biçûk e/MIKROKOSMOS, ya ku ji wê gerdûna gewre/MAKROKOSMOS hatiye pijiqandin.
Bê goman qaşûlên ku ji karûbarên „Hêkanê“ derdikevin jî, di „dema çarşemê“ de xwedîwateyeke giring û pîroz in:
Ji ber ku ew qaşûlên karûbarên hêza rewayek pîroz in, ku xwedawend di destpêkê de, tê de pişkdar bûne, û paşê ademîzadan ew şopandine û karûbarên wan di demên pîroz de,di kesayetiya xwe de, dûbare kirine. Lewma qaşûlên hêkên Çarşmê ciyekî evradar û payebilind di rabûnûrûniştina êzîdiyan de, digire. Êzîdî di dema Çarşemê de/ Çarşema hêkan, qaşûlên hêkên ku di evradariya dema Çarşmê de, hatine şuştin, li ser dexil, zad, bexçe, bax, zevî, dehil û meyweyên xwe direşînin. Herweha wan qaşûlên pîroz hildigirin govên tebayan , daku bi ser serê pez, dewar û lawirên xwe de, werbikin. Daku di serencamê de, her tişt bi hêzdariya rewaya hêkê, bi dayîn, xêrûbêr û bereket bibe.
Anku mebest ji dûbarekirina vê seqayê di dema Çarşmê de, li gor bîr û baweriya êzîdiyan ewe, ku xwedawendên vê dema pîroz/ xwedawendên Çarşemê wê hêzdariya rewayeke xwedawendane xêr û bereketa bax û şîniyên wan û herweha pez, dewar û lawirên wan, zêde bike.
Ji ber vê yekê û ji ber puxteyiya nîşanewî; ya bi hêz di hêkê de, û herwisa pîroziya wê di dema Çarşemê de, ev cejn/ cejna Tawisî Melek hindek caran wek cejna hêkan tê liqelemdan.
Eger ku em bi çavekî lêkolîneweyî û bi hûrbînî seqa, rêûrism, rewiştûtîtalên vê dema pîroz, bixwînin, wê gavê em dê bibînin, ku çendî têkildariyeke bi hêz di navbera hêkê de, wek simbola hêzdariya rewayê û enerjiya cinsî, û herweha zewacê de, wek simbola karûbarên afrandina pîroz, heye. Ji vê têkildariyê diyar dibe, ku meha nîsanê/ meha dema pîroz, çima hem wek meheke evradar û hem jî wek meha gunehan, di rabûnûrûniştina êzîdiyan de, tê pejirandin. Nîsan di mîtolojî û kelepûrê êzdiyatiyê de meha herî bayexdar û pîroz e. Herwisa ew wek meha heramkirina zewacê û seqayên cinsî li ba êzîdiyan tê liqelmdan. Çimkî Nîsan di demên destpêkê de, wek meha hevgihandina xwedawendan û herwisa zewca wan ji hev, dihate terxankirin. Bi vî awayî nîsan di rêûrism, rewiştûtîtal, dabûnerîte û rabûnûniştina êzîdiyan de, dikare wek meha yadîkirin û bibîranîna zewaca dstpêkane/ zewca xwedawendane, werê famkirin.
Di serê sala Babîlonan de/ EKÎTO/TEKLÎMTO, anku di destpêka meha Nîsanê de, li angorî salnameya Babîlonî, seqayên rewaya cinsî (yên pîroz), bi xweşiktirîn xeml û coşa xwe ve, dihatin dûbarekirin.Di serê sala nû de, Eştar/ xwedawenda dê bi yarê xwe re/ Temûz radizê, û Padîşah vê zewaca mîtiyane, bi yekîtiyeke seqayane bi giyanê xwedawendan re, dûbare dike. Wate ew yekîtiyeke giyanewî bi cêrîkê re/ fexra perestgehê; ya ku nûneriya xwedawendan li ser erdê dike, di holîkeke veşartî de, li ser textê tidarka xwedwendan, li dar dixe. Çimkî zewac û yekîtiya xwedawendane rewayê ji erdê re, gerantî dike. Lewma dema ku „NINLÎL“ bi „ INLÎL“ re, bi yek dibû, baranê dest bi barandinê dikir. Ev rewa bi xwe, zêdetir dibe, dema ku yekîtiya padîşah; ya şadîmanwerî/ yekîtiya jin û mêran li ser astekî ademîzadane li erdê, dest pê dike. Weha cîhan/ gerdûn bi dûşopandin û zehirpêkirina her zewaceke pîroz/ zewaceke xwedawendane, xwe nû dike. Çimkî zewac jidaîykbûna salê dûbare dike, û pê re rewa, xêr û bereket, kêfxweşî û şadîmanî, dibare[6]. Lewma zewac ji bo her êzîdiyekî/ êzîdiyekê di meha Nîsanê de/ meha karûbarên zewaca pîroz/ meha Çarşema sor, wek gunehekî mezin tê liqelemdan. Çimkî Nîsan, wek ku ji mîtolojiya êzdiyatiyê( bi taybetî jî mîtolojiya Çarşema sor) û herweha berî wê ji mîtolojiên Mezopotamya, diyar dibe, meha rewa û zewaca pîroz e. Di vê mehê de, xwedawendan dest bi karûbarên afrandina pîroz kirin e.
Di her buharê de, paş ku şkarte û şovên cotkirî, tovên xwe hembêz dikirn, jin û mêrên Somer kêf û şahî li dar dixistin, ji bo pêşwazîkirin û jinûvevejandina TEMÛZ, yê ku dihate pîrozwergirtin, hem wek xwedawendê zarokdayin û jidayîkbûnê, hem jî wek simbola mêraniya, ku xwedawenda erdê bi bêrîkirina wê dihate sotan[7] .
Bê goman ji evradariya meha Nîsanê re, di kelepûrê êzdiyatiyê de, dûmahîkeke mîtiyane heye: Êzîdî dibêjin: „Nîsan bûka salê ye, çu bûkan di ser xwe re qebûl nake“[8].
Eger ku ji navan re, nîşan û dûmahîkên mîtolojî û simbolî, di kultûr û çandên gelan de, hebin, wê gavê em dê bibînin, ku evradariya meha Nîsan li ba êzdiyan ,wexta ku ew „Nîsan“ê wek navekî xweş û heskirî ji bo zarokên xwe; yên mê, hildibijêrin, di radeya xwe ya herî bilind de ye.
Bi ser vê qasê de jî, Nîsan dikare wek meha vehisandina pîroz û nêzîkbûna ber bi xwedawendan ve, werê qebûlkirin. Ew meha/dema kirde û karûbarên pîroz e; yên ku xwedawend pê rabûne, pê radibin, û dê hîn pê rabin. Ew meha dûbarekirina demên destpêkane ye, yên ku xwedawendan tê de, bi karûbarên yekemîn afrandina pîroz, rabûne û herweha ciyografiya wê dîrok kirine. Nîsan bi giştî, meha puxtekirina xwedawendane û destpêkên pîroz e.
Ji ber ku êzdiyatî wek yek ji olên xweristyane û herî kevnare di herêmê de, tê liqelemdanê, lewma gerdûn li gora fîlosofiya wê, bi mirov û xweristê re, di rêya yekîtiyeke guncaw û kamil de, sêgoşiyeke kosmolojî, a herî tekûz, pêk tînin: Gerdûn Xwerist Mirov
Di dema ku ji mirovê/a êzîdî tê xwestin, ku karûbarên jiyana xwe; ya rojane, bide paş û gîro bike, daku bêdengiya cîhana xwedawendan, bi qelebalixa xwe, birîndar neke, di heman demê de, mirov dikare wî/ wê bibîne, ku ew çawa di heybeta xweristê de, çogan datîne, û herweha ji surr û namûsa wê; ya herî evradar re, perweste dibe. Çimkî li gora bîr û baweriyên êzîdiyan, xwerist bi xwe jî, bi karûbarên xwe; yên pîroz ve, mijûle, daku di serencamê de ew karûbarên xwedawendane; yên ku xwedawendên destpêkê, di demên destpêkê de, bi wan rabûne, temam û tekûz bibin.
Ji ber vê yekê, karûbarên kiştûkalî û herweha kolana erdê, di meha nîsanê de, ji bo her êzîdiyekî/ ê, li gora urf, adet û kultûra êzdiyatiyê, wek gunehekî mezin tê hesabkirin.
Kolan yan jî „birîndarkirina“ erdê, û herweha birrîn, kesixandin, û çinîna dar û beran, di vê demê de, ne karekî rewa û destûrdayî ye, çimkî her tişt di vê dema pîroz de, dema çarşemê/ dema nîsanê, di dema karûbarên pîroz, rewaya pîroz, dayin, rewa û beraketa pîroz de ye.
Bê guman, li paş heramkirina kolana erdê, di meha nîsanê; ya herî evradar de, paşxaneyeke mîtolojî di rehên dîroka herî dûr de, heye. Efsane û mîtolojiyên berî „Quran“ê, wek têksteke nivîsandî, qedir û bayexeke giranbuha dayine hizra rewayê, di bîr û baweriyên mirov de, ku li aliyekî wê hêz û harbûna xweristê bû, û li aliyê din jî hêz, îmkan û qabiliyeta jinê bi xwe bû, li ser zehrpêkirin û herweha pêşbirkiya bi xweristê re. Weha dîtina hestyar kartêkirin û bandora xwe, li ser bîra gelek miletan kir, anku jin mîna xweristê didîtin û weha jî ew fam dikirin û pê re diketin guftûgoyê. Di her afrîdeyekî ji me de, mirov dikare şûneşop û sîmayên guhertin û cihêrengiyê, di her kêlîk û demê de, bişopîne. Lewma jin wek erda me; ya dayîkane, û erd jî wek diya me; ya herî destpêkane û jina mişt rewa û bê hempa, hate hesabkirin û herweha qebûlkirin[9].
Lewma hevtemtêlî û hevkêsimiyeke bê hisab, di navbera „kolana erdê“ û „kolana jinê“ de, di mîtolojiyên olên mezin de, bi awayekî berz û eşkere xwe dide pêş.
„Înana“ somerî( ku wek xwedawenda dê, ya herî destpêkê, di herêma Mezoopotamya de, hatiye naskirin), weha îlana birçîbûna xwe; ya cinsî, dike, û berzûrî aşiqê xwe „Temûz“, dibe, daku mêyetiya wê bikole:
Erê ji bo min; ji bo mêyetiya min;
ji bo mesîla li baniyan, kombûyî;
ji bo min,
ez; ya keçik,
wê kî ji min re, bikole?
Mêyetiya min!
Zeviya avdayî, ji bo min.
Ji bo min, ez; ya padîşah,
kî wê ga di dera ha de, bi cî bike?
Paşê bersiv jê re tê:
periya payebilind,
Padîşah wê ji bo te, bikole,
DOMOZÎ; yê padîşah,
wê ji bo te, bikole Ew jî bi şewat bersivê
Vedigerîne:
De mêyetiya min bikole,
ey hevalê dilê min.[10]
Lewma gunehê bawermendê êzîdî, di „kolana jinan“ û herweha pêkanîna rêûrismên zewacê de, di dema nîsanê; ya çarşembeyî de, bi qasî gunehê wî di kolana erdê de ye.
Bi vî awayî kolan, di hemî mîtolojiyên dêrîn de,ji kolana erdê, heta bi kolana mêyetiyê(…) wek karekî oldarî û pîroz hatiye wergirtin[11].
Çarşma rengan
Yek ji beşdarbûnên din; yên vê dema pîroz/ dema çarşemê, pêwîstiya beşdarbûna rengan di seqayên wê de ye, çi beşdarbûna rengan di hûnana tayên „Basimbarê”[12] de, çjî di hêkên cejnê de.
Pêwîstiya amadebûna rengane, di seqayên vê cejnê de, di serencamê de, hewldaneke ji bo amadekirina xwedawendê vê cejnê bi xwe, wate Tawisî Melek/ Domozîyê êzîdî, wek afrênerekî rengîn; ku di demeke destpêkane de, wek dema çarşemê, ji karûbarên afrêneriyeke xwedawendane û rengîn tewaw bûye: Afrandina gerdûneke rengîn, xweristeke rengîn, û mirovekî rengîn.
Ev sîmayên Tawisî Melek, wek „afrênerekî rengîn”, heta radeyeke bilind, dişibihin sîmayên Domozî/ Temûzê mezopotamî; yê ku di mîtos û efsaneyên somerî û babîlonan de, di qilafet û tenga xortekî ciwan, di destpêka temenê xwe de, ku bi rengên kesk û sor xemilandî, û li ser pişta Teyr Tawisekî siwar, dihate saloxdanê.
Ev herdu reng jî, ji aliyekî ve, kurtasî û puxteyîya herdu demên domoziyane ne: Dema zer/Dema xatixwestina pîroz/ Dema payîzê/ Dema dahatina domoziyane bo cîhana jêr/ Cîhana taristanê/ Cîhana mirinê, û dema kesk/ Dema pêşwazîkirina pîroz/ Dema buharê/ Dema hilkişîna domozyane bo cîhana jor/ Cîhana ronahiyê/ Cîhana jiyanê, ji aliyê din ve jî, ew kurtasî û puxteyîya xwedawendiya domoziyane, ya rengîn in, wek xwedawendekî giştî, tgekûz û kamil, ku karîna wî li ser her tiştî karîneke reha, bê sînor û bê hempa ye.
Bê guman, ji rengan û wateya wan; ya sembolî re, rûberekî berfereh, di xerîteya mîtolojiya êzdiyatiyê de, heye. Pirê caran, mirov dikare bi sanahî, di qewl, dûwa, dirûze, û beytên êzîdiyan de, rastî van wişeyan were: „Durra sipî”, „Durra zer”, „Destê kesk”, „ Êzî yê zer”, „Êzî yê sor”,…..htd:
Ji dûwa êvarê:
Hûn bidin xatira durra sipî ye,
melekê bêrî ye,
surra Êzî ye,
ya Şêşims, li dîwana siltan Şêxadî,
tu xwe û me jî, bike hêvî ye.
Hûn bidin xaitra durra sor e,
Êzdînê mîr e,
qublet elbidûr e,
ya Şêşims,
bang û hawara me bêt melekê jor e.
Hûn bidin xatira durra zer e,
ax, av, ba, û agir e,
erd û ezman û ber e,
Êzdînê mîr û herçar surr e,
ya Şêşims,
tu bangîna mala xwe û me jî wer e[13].
Ji şehda dîn :
kaniya sipî muhra min e,
....
qublet elbidûr qubleta min e,
melek Şêx Sin baxoyê min e,
Şêxmûsê sor xwedanê min e[14].
Herweha çavên bawermendê êzîdî, hînî perde, û alên rengereng, yên ku bi rengên xwedawendên wî hatine vedan, bûne: Wek „Perdeyên Şerfedîn”, „Perdeyên Şêxadî”,…htd. Ziyaretgeh û perestgehên êzîdiyan jî, wisa biryar dane, ku qub û helêlên wan bi valahiyên ji rengên xwedawendane/ xwedayên rengane, werin rapêçan, daku serdanvanên wan bişên bi sanahî rêya wan bigirin.
Çarşema genim
Seqayeke din ji seqayên ,ku hêjayî bas û lêkolînê ye, û herweha di sewiyeteke evrdar û berz de, di cejna Tawisî Melek de, tê pêşwazîkirin û pîrozkirin, seqaya pêjandina kulîçe û sewikan e. Ev seqa jî, Domozî/ Temûz ê ku bi aliyekî ji aliyên xwe ve, wek xwedawendê ruh û giyanê genim, di mîtolojiya someriyan de, bi taybetî, û mîtolojiya mezopotamiyan bi awayekî giştî, dihate naskirin û liqelemdanê, li bîra mirov tîne.
Keşifkirin, biservebûn û bidestxistina hunera çandiniyê, ji bo mirovê çerxê kevirî, ne di rêya kiryarekî mirovane re, rû daye, belkû bihtir di rêya alîkariyeke xwedawendane re. Û sinbila genim; ya herî destpêkane, ku wî/ wê çand, tenê wek sembola laş û qilafetê xwedawendê kur(Domozî/ Temûz); yê kuştî, dihate pejirandin, ku xwedawenda dê (Înana/ Eştar), ew hinartibû cîhana jêr, daku tûreke çandiniyê, ji nuh ve, bide destpêkirin, û weha bidome heta hetayê.
Weha ew xwedawendê mirî; yê sax e, herwekî çawa ew xwedawendê sax; yê mirî ye; yê ku di payîzê de, xwe bredide binê erdê, û paşê, careke din, hildikişe jor, daku bi xwe re keskahiya buharê bîne. Bi vî awayî, wî(Domozî/ Temûz) gera jiyana xwe, ya salane, ku jiyana cihnişînên destpêkê û herweha ol û seqayên wê, rastûxo pê ve girêdayî bû, temam dikir[15].
Weha Temûz (Domozî) / gayê mangane/ heyvane, mîna Eştara kesk, bû xwedawendekî şînahî û peryoda çandinîyê. Ew Temûzê kesk e, xwedayê hişînkirin û peryoda çandiniyê ye.
Ew xwedawendê sax; yê mirî ye, herwekî çawa ew xwedawendê mirî; yê sax e; yê ku di payîzan de, xwe berdide zikê erdê, û paşê ji cîhana taristanê, bi hatina buharê re, ji nû ve tê vejandin, û bi xwe re,ew xêr û bereketa malzaroka tarî; ya ku ew jê pijiqiye, tîne der[16].
Lewma amadebûna Kulîçe û Sewikan, wek seqayekê ji seqayên pêşwazîkirin û pîrozwergirtina xwedawendê vê dema pîroz anku xwedawendê cejna çarşemê/ Tawisî Melek, berî her tiştî, ew simbola amadebûna genim e, wate amadebûna xwedawendê genim; yê herî pîroz Domozî/ Temûz, yan jî tawisî Melek di rewşa xwe; ya sax a mirî de/ wek xwedwandê sax; yê mirî.
Genim di hizra êzîdiyan de,”afrîdeyekî” evradar e û ruh û surra Tawisî Melek di ber de ye, yan jî mirov dikare bi wateyeke din bibêje, ku herduwan kiras, di hev û din de, wek du ruhên xwedawendane, guherandine.
Ji ber vê yekê danûstandina mirovê êzîdî, bi genim, nan û zad re, danûstandineke sirf bawermendane ye, ku genim di kokê de, wek aliyekî ji ol û îmanê di wê danûstandinê de, berz dibe. Ji ber vê evradariya genim û pîroziya ruhê wî; yê xwedawendane, di ola êzdiyatiyê de, mirov dibîne, ku beşdarbûna genim, wek surreke xwedawendane, di gelek rê û rism û herweha zad û xwarinên demên pîroz de, beşdarbûneke desthilatdar û berz e: wek amadebûna xwarina Sumatê, di piraniya cejnan de, û Pêxûn/ Poxîn, Qelatek/ Qelandek, û Çerxûsê, di cejna Xidir Elyas de, û herweha keşk û Sewik jî, di piraniya cejnan de17.
[1] Di 1582 an de, ev Salname(Grîgorî) li ser destê papa Grîgorê sêzdemîn, hate sazkirin. Ev salname jî bi 13 rojan li paş salnameya zayînî ye.
[2] F. Huseyn, Sagcin: çarşem, kovara navenda çanda mezopotamya (NÇM), hejmara 12, R. 41.
[3] Çarşem di komelgehên kurdî de bi gelek navên curbecur tê binavkirin wek: Çarşmsor; çarşemreş; roja xweda, roja firîşteyan....htd.
[4] Ev duwa ji zarê zanyarê ola êzîdiyan hêja Feqîr Hecî hatiye wergirtin.
Binêre Hoşeng Broka: Dîrasat fî mîsolojiya eldiyana alêzîdiya, çapa taybet, elmanya, 1995, R. 152.
[5] Nirvana di Bûdîzmê de, pileya herî pîroz; ya xwedanasî/ Bûdanasî û rastînasî ye. Nirvana ji bo bawermendên bûdîst, bexteweriya herî gewre û bayexdar e. Çimkî li gorî pend û şîretên BÛDA ancex di cîhaneke nirvanewî de, giyanê erdê/ mirov û giyanê asîman/ Xwedê, bişên hev hembêz bikin.
[6] Mirsya Ilyad: Istûret elewd elebedî, wergerandina bo zimanê erebî Nîhad Xeyate, Dar Telas, Dîmeşq 1987, R. 54
[7] Pol Frîşawir: Elcins fî elalem elqedîm, wergerandina bo zimanê erebî Fayiq Dehdûh, Dar Nînewa, cihê weşanê nediyare, 1999, R. 68.
[8] Heta roja îro, êzîdî vê zargotinê wek erkekî oldarî, li bîra xwe tînin û herweha wê di rabûnûrûniştina xwe; ya rojane de, pêk tînin. Lewma Dema Nîsanê li ba êzîdiyan, ji bo zewacê wek demeke pîroz, gunehgiran û tabûwane, tê dîtin
[9] Mahmûd, Ibrahîm: Alcins fî alqran, weşanxana Riyad Alrayis,London, 1994, R.92.
[10] Kraim, Samuel, Xeyata, Nîhad(Werger): Înana we Domozî/Tiqûs alcins almuqedes inda alsomerîyîn, weşanxana somer, Qibris, 1986, R.92.
[11] Alrebîho, E. Tirkî: Alinf wel muqedes wel cins fî almîtolojiya alislamiya, almerkez alseqafî alarabî, Beyrût, 1995, R. 87.
[12] Basimbar: Benekî pîroz e, ji tayên çarşembeyî û rengên pîroz (Sor, sipî, zer, kesk...), bi awayekî mukum û ciwan, tête honandin. Paşê wek sembol û risma çarşema Tawisî Melek, êzîdî, ji heft salî heta bi heftê salî, zend û bendên xwe bi wê bazin dikin, û herweha serderîyên malên xwe, cî û ziyaretgehên xwe, bi wê dixemilînin.
[13] Dr. Xelîl Cindî,Kovar Laleş, hejmara 1ê, Duhok, 1993, R.78.
[14] Min ev sebeqe ji kasêteke teyibê, ku bi dengê hêja Feîr Hecî, hatibû tomarkirin, wergirtiye.
[15] Alssewah, Firas: Luguz Eştar, weşanxana Alladîn, şam, 1996, R.281.
[16] Heman jêder, R. 277.
17 Dr. Cind, Xelîl: Nehwe marîfet heqîqet eldiyane elêzîdiye, weşanxana Rabûn, Upsala, 1998, R. 95. |