|
Monday, 02 April 2007 |
|
Silavêt êkî mébûd e Ne tehiyat hebû ne sicûd e Bedîla Azir û Nemrûd e Silavêt êkî dayîm Li vê herfê ecîb mayîm Da bidîn wisfetêt birayîm
Silavêt êkî bêrî ye Keşîşekî di xewna xwede dîtî ye Ewladek li nava şaristanê dê dahir bî ye
Ya keşîşo, tû dibêjîwe nabî Ev diniya li min cema bî Kesekî ji nemrûdê kafir mezintir nabî wey li Nemrûdê kafir e Wey li hermetêt bê mefer e Zigê hermeta kelaşt û weled jê havêtine der e Li ber qudreta qadirî Ewî weledî ji nava şaristanê vavirî Hevête bedena jina Azirî Yî dêr û senem bî kafira bi destê xwe çêkirî Sibeyike ji yên hedîd e Xwedê teála fereca birayîm li wêde Da milet û ûmet pê be zêde Ya lawio têr bijî Xwedê emrekî dirêj bide te û bijî Da mekeh û medîne bi destên xwe binijî Sibeyek ji yên xewlî ye Birayîm Xelil ji day û babê xwe pirsî ye Dayê ê Xwedê di hebînin kî ye? Sibeyek ji yên bi fûd e Ne tehiyat hebû ne sicûd e Yala û day babê te di hebînin bi xwe nemrûd e Ya dayê tu ne bêje birayîm yî tefal e Xwedê min ne kujit ser îmana we înşalla û teál e Îmana we pêgirtî ye betal e Ne xêr tê hebû ne sewab e Li axretê hemû li ser rûha we ye bi hisab e Babê bi nav Azir e Çû nik nemrûdê kafir e Go: kujtina vî weledî fer e Îro jiber hukmê îmana we çûye der e Hûn bişînin birayîm bîn in Keşîşa û Mela ber deyn in Bo xatira Azir û senema vegêrîn in Ewan şand birayîm anî Go: tu tefalekî ciwanî hukmê Nemrûdî ji erd heta bi ezmanî Birayîm dibêje: Ya Mîro heger tu rast siltênî Baranekê ji sayê bo min bînî Û rojê ji nîvro vegerînî Û miryekî ji qebristanê hilînî Ji ewê paşez dê ême ser wî dînî Nemrûd dibêje: Birayîmo ez di qarim û nakim Baranekê ji sayê da kim Û miryekî ji qebristanî ra kim Û erd û ezmana firakim Belê kesî nekirye û ez jî na kim Bi wîkim êkî bi mûd e Berî wî xaliqî bikim sicûd e Ê distînê rûha Azir û Nemrûd e Ya Nemrûd ez hatîme li gel te evî weledî bikujî Pavêjiye nava agirî bikî rejî Hêşta dilê min pê na sojî wey li xafilên énkêr e ewan mehdera Birayîm Xelîl bi xirabî digêr a Hezar bar dar cema kirin ji bir a Hezar bar da cema kirin Pênsed sendoqên neftê lêkirin Ji ew paşmencelîq bo Sara û Birayîm ker kirin Wey li xafilên bê dîn in Wê di înin û di gêrîn in Mencelîqê bo Sara û Birayîm dişidîn in Mencelîq kirbû kar e Biryîm Xelîl ji destê rûha xwe mayî bê zar e Wey li kafirêt énkar e Birayîm Xelîl datînin li nav e Birayîm Xelîl ji destê rûha xwe mabû yî tengav e Ya rebî ez evdekî teme, yî bê suc, yî bê guneh, yî bê binas tu min ji agirê Nemrûd ê kafir bikî xilas Dê li qurbaniya te kim çiqas, tiştê li ber dilê min yî xas Cibrayîlo qazidê melekê me´bûd e Yî bê tehiyat e yî bi sicûd e Gotê: Cibrayî agir li Nemrûd e Cibrayîlo qazidê melekê érşe Dora Birayîm Xelîl kire mêrig û çîmen, sosin û beybûnêt geşe Kafira wa dîtibû bi çav e Agir buhijî bûye av e Cibrayîl û Sara û Birayîm Xelîl li nav e Kafira dinêra Dît Emîn Cibrayîl û Sara û Birayîm divêkra Li birik û kaniyêt cinetê digêra Ew bû birik û kaniyên cinet ê Xwedê teála fereca nebî simayîl li wê didet ê Da dotmam lê biket hêcet ê Rojekê Birayîm Xelîl ji mal çû Sara li gel Hacer bi gal çû Hacer ser hilîna û ji mal çû Wey li dotmamê ez bim hêra Girte ber xwe deşteke dûzî qêra Go: Xwedê yî agehe ji şeran û xêra Beriya me ji beriya rast e Xwedê teála nesîbê me ji vê malê veguhast e Xwedê doste li gel dilê rast e Li ber qudreta pedşê min yî akber bû Li wê çolê li wê Kerbela yê nebî Simayîl dahir bû Kaniya sipî li ber pêya der bû Ew kaniya nava deştê hinciyê nuqtek vedxiwar, sed kerem di gehişt ê ................................ Serê bazirganî têt ji wê re Yî mezine kasî ji kê re Li Xwedê pêvetir cî halî vê re Bazirgan hatin û di buhorî .................. ............... Yî rehete û yî tênî Yî kesirî û yî mirî Û li derê kaniyê yî sekinî Gelî bazirgana heger hûn xatira min dibîn in Bişînin hindî û maletê xwe bîn in Li derê kaniyê deyn in Bazirganî xatira nebî Simayîl we dizanî şandina hindî maletê xwe anî Li derê kaniyê danî Bi rojê sê cara di çûne mala nebî Simayîl bi mêfanî Birayîm Xelîl mabû yî dilvekir Hero siba radibû yî şikir Ev ewladên me navê wî li dinyayê bî dikir Nebî Simayîl yî dêm riçû ye Hero sibê radibû ye dikrî wî bi şamê ve çû ye Nebî Simayîl we dibête Dayê min qewî ji te şerme û fête Her îro naqî babê min wê tête Lawo ev bû babê te bi serê me anî Em derkeftin ji wî şaristanî Kî dizane babê te yî saxe an yî bi erkanî Ev bû babê te li ber me kirî Em ji wî bajêrî derkirîn Kî dizane babê te yî saxe an yî mirî Nebî simayîl wa dirênte Ê di qedimit derwêşek ji wêve Ê reşdiket weke şêve Birayîm Xelîl di qedimî dikir silav e Nebî Simayîl ji keremê élêk veda ve Ya Birayîm Xelîl tu ser serê min hatî û herdu çav e Ya bikem hindav e hey tevalo yî zir bav e Çawa dizanî min çî nav e Hey babo tu xasî Tu bi xaliqê xwe kî û libasî esil zara û kur bab nedîtî neket nase Emîn cibrayîl nazil bû ji banî Birayîm Xelîl dest li stûyî weranî .............................. Ya Birayîm Xelîl emîn Cibrayîl rûha Nebî Simayîl ji te dixwazî ................................. ................................. Birayîm Xelîl wê di gurmijî Mîna hêtûneke gerim dilê wî disojî Kê dîtîye bab weledî bi destê xwe bikujî
Em dikêmîn Xudê yî temame |