|
Edebê devkî ji deverekê bo devereke dî tête gihorîn, her mirovek jî li gorî diyalikta xo wê çîrokê, yan dastanê dibêjit. Navê palewana, yan navê cih u zincîra serhatiya tête gihorîn.gelek cara kêmbun yan zêdebun li ser dastan u çîrikêt devkî xoya dibin, lê belê çend cudayî li ser dastanêt wisa diyar bin, naverok u kiryarêt wê, yan armanca wê heta hedekî mezin wek xo dimînin. Dastana Mîr Mihê li nav Êzidiyada gelek bi nav u denge. Ew ji bona xerîbiyê u rojêt şîna ( demê yek dimirit) tête gotin. Wekî em bizanîn ( Bedel Feqîr Hecî) eve dastan u beyte bi berfirahî di govara Laliş, hijmara 5, sala 1997 ê bi tîpêt latînî belav kirîne. Her wisa ( Hoşeng Biroka) babetek di govara (Roj) da, hijmare 3, sala 1998 ê belav kirîye.
Em naxiwazîn vê dastanê u beyta Mîr Mihê bi dirêjî li ser bisekinîn, çunke wekî me gotî, ew wa hatiye belav kirin, belkî em dixiwazîn beranber giringtirîn pirsgirêk, simbol u nîşanêt wê bisekinîn u şirove bikeyin, paşî ew têkista ji devê ( Şêx Hisên kurê şêx Birahîm) hatiye standin binivîsîn u berheviya wê li gel têkista ji aliyê ( Bedel Feqîr Hecî ) hatiye belav kirin bikeyin. Puxteya dastanê eve : Dibêjin: mîrekî mezin, dewlemend, kedxuda u navdar hebu. Ewî mîrî kurek bi navê Mihê hebu. Babê wî ne dixiwast kurê wî çu nexoşiya bibînit, yan bizanit kul u derd çîne. Bizanit şer u mirin çîne,..anku ne di hêla Mîr Mih têkeliya xelkê biket u çavêt wî bi nexoşiyêt dinyayê bikevin. Her tiştek kurê wî viyaba jêra amede dikirin. Ewî xulam u berdestî hebun. Her dem bi kêf u xoşî li gel di borandin heta Mîr Mih gehişte hêmê jin înanê ( demê zewacê). Babê wî qîzeke heta bêjî layiq u ciwan bora xiwast u anî. çend Mîr Mih yî bextewer bu, hind zêdetir li gel jina xoya şeng u şox dilxoştir bu. Ewî ne dizanî kul u xem çîne!. Wekî çîrok jê dibêjit; piştî çend meha ji zewaca Mîr Mihê, hevalêt wî têne cem u şevbêriya xo li gel wan bi xoşî, bi henek u laqirdî derbas diken. Derengî şevê hevalêt wî diçine malêt xo, Mîr Mih wan rewane diket u heta ber dergehê malê li gel wan diçit, vedigerêt dibînit jina wî ye nivistîye!...hind deng lê diket : hilu, rabe!,belê bê fayde nebu, jina wî şiyar ne dibu. Mîr Mihê wisa zanî ku jina wî ye nivistîye, ewî got: ez dê wê heta sibeykê hêlim, bila ye razayî bit. Mîr Mih jî li tenişşta wê nivist. Sibeykê dîsa Mîr Mihê deng li jina xo kir, gotê: rabe, hilu!..ew qet ne di livî. Wisa ma heta hevalêt wî hatin, pirsiyar jê kirin: kanê maliya te.( jina te)? Mîr Mih: hewe hun duhînê hêvarî çoyîn, ew ye nivistiye! Hevalêt wî çon dîtin jina wî neye nivistiye, belkî ewe miriye! Gotinê : Mîr Mih! jina te wa mirî!! Mîr Mih: mirin çiye? Hevalêt wî: Cibrayîl (´izrayîl) qasidê Xudê têt u ruhê ji mirovî distînit u dibete dinyaya dî. Ruh hew vedigerête qalibê xo! Careke dî Mîr Mih ji hevalêt xo pirsî : mirin çiyeu..ruh derkeftin anku çîu..Cibrayîl u ´Izrayîl kîneu!,bo min bêjin!! Ewan gotê: niho dê şêx u pîr, xuşik u birayê axretê ên, jina teya mirî bene serşoyê, serê wê şon, kefen ken, du´aya li ser bêjin, paşî dê danêne ser darebestê u bene goristanê, li wêder tirba wêye kolaye, dê di bin axê ken, xelik dê vegerên mal, ew dê mînit.. Mîr Mih: ew heta kengî dê li wêder mînit?! Hevalêt wî: ew her u her dê li wêder mînit. Ew mala heqe! Mîr Mih: başe, ez jî dê wisa mirim?! belê, ev dinya ne milkê kesîye, ew bi tenê milkê Xudêye!..yê bête ser érdê Xudê, dê ji kasa mirinê tam ket!..em hemu dê mirîn. Dibêjin, demê Mîr Mihê zanî hevala wî ( jina wî) hew vedigerêt, rabu ev beyte; ku bi navê ( beyta Mîr Mih) hate nas kirin, bi ser jina xoda got : 1- Hun werin lêzim werin, gund u çînarêt hêşetê, em da rayekê lê bikeyîn îro qewî giriya me tê. ***** îro qewî li me têtin girî, sosin li mêrga xeyirî, nema vexon vê şerbetê. ***** Lêvêt nazik, rengê şeker, jê kêm dibun durr u xeber, sed dax u kovan u keser. ***** Heyfe em jêk( ji yek) bibîn cudayî, ya Rebî! hizin u girî herdu te dayî, em di razîne bi hukmê Xudayî, hincî va tê, ji dergehê te tê. ***** Heyfe em jêk bibîn cuda, ya Rebî! hizin u girî herdu te da, em di razîne bi hukmê Xuda, hinciya tê, ji dergehê te tê. ***** Hinciya diket, ew Mîr diket, daxa di qelba da pîr diket, xêr u şera ( te´cîl) diket, sotim bo navê firqetê. ***** Sotim bo narê agirî, heyî Felekê! Vê fêniyê em jêk kirîn, heta dixoşîn, dê bi kul u derda mirîn, dost bira çerxa édetê. ***** çî édeke bê hewaye, çend ciwan u mehbub wê rivaye hemu li nav axê danaye. ***** Hinciyê di nav axa wî, hinciyê li ber énkêriya wî, em da bideyîn terka wî, ewe bi serê kesî ne tê. ***** 10- Eve gumbeta li nav qebure, çî meqbereke tarî hoye kure, hana dostê ye dure, tewre tewra vê mihbetê. ***** 11- Ew gumbeta li nav beyare, çî meqbereke tarî hoye sare, ya Rebî! te li min heram kir bun behare, van çîçeka, kî dê dest ketê? ***** 12- Li van çîçeka, li van werda, rîhanêt bêhin xoşwê li hemu érda, heta di xoşîn, dê mirîn bi kul u derda, şeb li van heta bi serda. ***** 13- Ev dinya ye bi yarîye, heqî bazara du ruyîniye, qelsî hevalê xo nîye, qet na ête itaétê. ***** 14- ébir ( ´ibir) tebab u kewkebin, hinciyê durr u cewher hebin, ew bê şik dê nîşanê te bin. ***** 15- Şir´a mîr Mihê şiréke kişafe, hincî kesê farîqe bu ji make, xaliq hemuwa dê wefa ke, kes na mînit xêr Şahê qudretê(1) Mîr Mihê ne dizanî, yan ne dixiwast bawir ket, jina wî wa mirî, belkî digot: ew wa keftiye xeweke şirîn!..paşî, demê Mîr Mihê ji dost u hevala zanî jina wî miriye hew vedigerê, rabu got: ezê çime wî ciyî, ciyê mirin lê ne bit!..anku; ez dê li dermanê mirinê gerêm!.. Dayik u babê wî, dost u hevala hîvî jê kirin ew bimînit u gotinê: - tu kove biçî her mirin heye. Belê bê fayde bu, axaftina wan ne kefte serê Mîr Mihê. Ewî xatira xo ji hemuka xiwast, li cehnuka xo siwar bu, tajî u tuleykêt xo dane pê xo, bacêr u memleketê xo hêla u berê xo da armanceke winda!..ço u her ço, heta gehişte mirovekî li ber behrekê runiştî. Mîr Mihê silav lê kir, ewî silav vegêrand u pêkve runiştin: - te xêre lawê qencu!..tu ji kove têye, dê kove çîu.. Mîr Mih : dê çime wî érdî, érdê mirin lê nebit!. - Başe li nik min bimîne, mirin li nik min nîne!. Mîr Mih : çawa mirin li nik te nîne? - tu vê behrê dibînî! - Mîr Mih gotê belê - her roj ez çengekî avê ji vê behrê di havême der, çî gava ava behrê xilas bu, behir çik ( hişik ) bu, hingî ezê bimirim. Tu. jî li gel min bimîne. Mîr Mih : madem taliyê her mirin heye, ez li nik te na mînim. Bi xatira te. Mîr Mih ço heta gehişte geliyekî mezin, dît eve Marek wê di wî gelîda. Mîr Mihê silav li mar kir, dibêjin bi qudreta Xudê mar bi ziman geriya u silava M.Mihê vegerand u jê pirsî : te xêre kurê qenc, ji kove têye, li çî di gerêye?! M.Mih : min wa ji welatê xo bazdayî, dê çime wî érdî, érdê mirin lê nebit! Marî got : başe, tu vî gelî di bînî,( got: belê), hersal ez kevlê xo di havêjim, heta ev geliye ji kevlêt leşê min tijî bit, wê demê ezê bimrim! M.Mih: nexêr, ciyê navê mirinê lê hebit, ez li wî ciyî namînim. Mihê dest pê kir u ço, heke rojekê, heke duwa, heke deha..heta gehişte gelîyekî dîyî pirr mezin, dît eve çîçkek (ßeyrek) wê li ser gumbitekî dixunit. M.Mih silav lêkir, dîsa bi kerema Xudê ew çîçik bi ziman geriya u silava Mihê veda u pirsiyar jê kir : - Te xêre mêrê qenc li van ciyau!.. derdê te çiye, tu ji kêder têyî u dê kove cî?!.. M.Mih :hal u meselêt min u mirinê evene; min wa ji mirinê bazdayî u dê çime wî ciyî mirin lê nebit. Ez li dermanê nemiriyê di gerêm!.. çîçik : gelek başe, tu vî geliyê mezin dibînî, hersal ez perekî ji perêt xo dihavêjmê, gava gelî ji perêt min tijî bu, wê gavê ezê bimirim..tu jî li nik min bimîne, em dê pêkve jîn!. Mih : mala te hezar carî ava, madem mirin li érdê te jî heye, ev érde bi kêr min na êt!..( şaxekî dî dibêjit: ßeyrek bu di geliyekî mezinda.Li tenişta gelî girekî pirr mezinî garis hebu. Ew ßeyre dibêjte M.Mihê: ezê her roj (3) sê dêntika ji vî garisî xom, heta ev girê garisî xilas bit u ji qalçikêt garisî gelî tijî bit, paşî ez dê mirim!) (2) M.Mihê rê da ber xo ço. ço heta gehişte quba Felekê. Felek hate pêşiya wî- helbet ewa bi derdê wî dizanit-gotê : - başe M.Mih! tu dikarî li nik min bimînî. Mirin li cem min nîne, belê daxiwaziya min ji te ewe: ne çiye ser wî girê henê yê beranberî me, dibêjinê << girê xerîba>>, hema tu biçiye ser wî girî dê poşman bî.!..Ne bêjî Felekê ne gote min. Hingî xêr u gunehêt te li stoyê te bin. Dibêjin: sal hatin u zeman bihorîn, M.Mih bi tenê kesîre (´aciz) bu, got : boçî Felekê gote min neçe ser girê ,, hay hayê ,,.. ma ez bizanim heger (sebeb) çiye ? Carekê Felek li mal na bit. M.Mih diçite ser wî girê beranber qesra Felekê, bayê xerîbiyê lê didet, mal u mirovêt wî di êne bîrê, hevalêt wî di êne ber çava, dem u dewran di êne bîrê, bêhna welatê wî lê didet, kesîre dibit u hêstir bi ruwada têne xiwar.Vegeriya qesra Felekê. Dema Felekê M.Mih wisa dît,zanî derdê wî çiye, gotê: - Ne wek tu çobiye ser girê ,, hay hayê ,,?! M.Mih: belê!. Xudê bi min şîrîn kir u ez çome ser wî girî, bêhna mirov u welatî li min da, ez dixiwazim niho vegerêm nav wan!.. Hindî Felekê hîvî ji M.Mihê kirin ew li nik wê bimînit, belê bê fayde bu. Felekê gotê: - min ne gote te neçiye ser girê ,, hay hayê,, ew girê xerîbane; hinçiyê biçite ser dê poşman bit!. çu çare li M.Mihê nehate kirin ku ew bimînit. Felekê gotê : - Her dê tu vegerêye ciyê xo, van sê sêva li gel xo hilgire, her car bêhin bikê, wî çaxî her dê tu genc mînî!..belê dîsan êmanet u sed êmanet, te hay ji xo hebit van sêva nedeye kesî, bo teye xirabe, paşî tu na gehiye miraza xo!!.. M.Mih gelek keyf xoşbu. Her sê sêvêt xo di xurçikê kirin u li cehniwa xo siwar bu, tajî u tuleykêt wî keftine du u qesta welatê bab u bapîran kir. Heke rojekê, heke duwa, heke heyvekê,.. M.Mih bi rêda hat heta gehişte wî geliyê berê çîçik lê dîtî, rênî gelî wê tijî perr buyî u çîçik wê li ser perrêt xo mirî!. (li şaxê dî dibêjin, M.Mih hat, dît ew geliye wê tijî garisê hur buyî u çîçik hêştayî saxe, silav lê kir u gotê: çî halê teye?..çîçikî got: tu wê dibînî eve sê dêndik garis wê di mayîn, îro dê wan jî xom u paşî dê mirim!.. M.Mih: min di zanî mirin li nik te heye loma ez nemam) Ew berdewam bu li ser hatina xo. Qonax qonax birrîn heta gehişte geliyê mar têda, dît ew geliye wê tijî kevil buyî u mar wê li ser kevilêt xo mirî!. ( şaxekî dî dibêjit: marî ew girê mezinê axê xiwar bu, paşî miri bu!) M.Mihê mar u gelî bi cî hêlan u hat heta gehişte ciyê behrê, ya ku dewr u zemana di ber ra derbaz buyî, dît çu behr li wêder ne mayine, bes cotyarek wê li wêder cotî diket. M.Mihê silav lê kir u jê pirsî : - mam! Ezê tiştekî bêjme te, belê rastiyê bo min bêje, ne bêjî ev xorte yî sewdaser u dîne!! Cotiyar : nexêr kurê qenc, tiştê ez bizanim dê bo te bêjim, tiştê nizanim li min negire. Ez ji pirsiyara te ´aciz nabim, keremke çî dixiwazî bêjî?!.. M.Mih: min bi çavê xo dîtiye eve zeviya (érdê çandiniyê) tu dikêlî- cotî lê dikeyî- behr bu! Cotiyarî berê xo da M.Mihê, dît xortekî nuhatî, çawa tête bîra wî ev érde behr bu!.. cotiyarî di dilê xo da got: eve ez pîremêr bum u babê min jî digot, her ev érde, érdê me bu.. cotiyar li gel xo di van hizir u mitalada bu, bi xo hisiya, gote M.Mihê : - kurê min! tu xortekî hêja u heyfî, te ev axaftine li nik min got, li nik kesekî dî ne bêjî! M.Mih pê hisiya ku cotiyarî axaftina wî bawir nekir, gotê : mam! çî di bêjine vê zeviyê ya tu niho cotî lê dikey? Cotiyar : di bêjinê zeviya behirkê!. M.Mih li cotiyar vegerand : mam! Raste ezî dînim,bi xatira te!. M.Mih li cehniwa xo siwar bu, berê xo da bacêrê xo. Helbet demêt dîrok u dastana zu derbaz dibin. Se´at bi rojane. Roj bi heyvane.Heyv bi salane. Her wisa çîrok dura nêzîk diket u nêzîka dur diket.. ji bo vê yekê M.Mih gehişte bacêrê xoyê berê; bacêr çendî mezin bu hind wê mezintir buyî. Kolan u cade wek berê ne mayine. Her kesekî jê pirsiyar diket : mala babê M.Mihê li kêdere, kes persiva wî nadete. Xelik bi çavê écêbmayî lê meyze diken u dibêjin: - me navê çu malêt wisa li vî bacêrî ne bihîstîne.! ew pişta xo didene M.Mihê u diçin. çu çara M.Mihê nema, serê cehniwa xo berda u gotê : - ,, min bi te u te bi Xudê!,, çî mala te serê xo bire jor diyare ew mala meye, em dê lê bîne mêvan. Dibêjin; bi qudreta Xudê, cehnu ço, li vê kolanê, li wê cadê, heta gehişte ber derê warê mala M.Mihê. Mirovekî pîremêr li hewşê bu, dît eve siwarekî hoyî maqul qesta mala wan kir, gote kurekî xo : - rabe, herrine pêşiya vî siwarî bînin jor. Kurekî wî bi lez ço pêşiya siwarî,serê cehniwa wî girt u îna jor. Ciyek jêra danîn u karê şîv, yan firavîna wî kirin. Piştî xiwarina xo xiwarî, mezinê malê ji mêvanê xo pirsî: - kurê qenc! tu bi xêr u silamet hatî, ya te xiwarî li te noşu giyan bit, ya tu pê hatî bo me bêje; derd u daxiwaziyêt te çîne? M.Mih:mamo! Ez çî bêjim hun ji min bawir naken, dê bêjin, gotinêt vî xortî di tewşin. Ew mirovekî dîn u sewdasere!. Mezinê malê : keremke kurê min axaftina xo bêje. M.Mih :ez xelkê vî bacêrî me u ev warê hun têda mala me bu! Pîre mêrî bi çavekî écêbmayî berê xo dayê u got : - tu gencekî hêja u maqulî, belê mixabin, diyare hindekê aqilê teyî kême!..pîremêr bi axaftina xoda ço u got : - kurê minî mezin du érmî teye. Bab u bapîrêt min jî di vê malê da mezin buyine u mirîne, çawa tu dibêjî eve warê meye! M.Mih : başe, mêra ji dîtinê bawire, nîşaneke min di vî warî da heye heke rast derkeft hun dê bawir ken yan ne? Hemuka gotin: belê nîşana xo bêje, heke aqilê me jê girt, em dê bawir keyîn, heke neye ber aqil bu, em jê bawir na keyîn. M.Mih :ew afirê cehniwa min xiwarinê li ser dixot, herrin bikolin dê sêlekê bînin,di wê sêlêda hevsar u lixavêt cehniwa min di danayîne. Pîştî sêlê raken, dê kloskekî tijî zêr bînin! Pîremêrî got: eve xoşnîşane, heke rast derkeft em dê axaftina te bawir keyîn. Bi lez u bez çend xortek rabun ciyê cehniwê veguhastin, birin li dereke dî tewlandin ( girêdan) u ciyê M.Mihê gotî kolan, dîtin eve sêlek u hevsarek têda, herdu pêkve wê di rizîn. Ew sêl dane aliyekî, dîtin eve kloskekî zêra. Eve xebera hanê zu li bacêr belav bu, gotin: hal u meselêt mirovekî evnene u nîşana gotî rast derkeft. Eve salixe gehandine kalekî pirr bi émir kirî, jê pirsîn: - kalo! tu çî bo vê çîrokê di bêjî!.. kaloyî got: min ji bab u kalêt xo bihîstiye, digotin; kurê mîrê bacêrê me jina wî di mirit u paşî ji kul u derda ew ji bacêrî der di kevit u şunda winda dibit. Kes nizanit ew kove ço. ser u nîşanêt wî neman..digotin navê wî ( Miho!) bu. Herrin bipirsin : heke navê wî ( Miho ) ye, diyare ewe!! Hatin gotinê: navê te çiye?. got: navê min Mihêye! Hemuka vêkra gotin : her ewe!,nîşana M.Mihê ya kloskê zêra u axaftina kaloyî yek girtin. Xelik li dora Mihê kom bun u jê pirsîn : - vî dem u heywana tu li kêder buyî?! M.Mih çîroka xo ji serî heta binî ji wanra got, çî bi serî hat u kove ço u boçî vegeriya. Pîremêrê xudanê malê gote M.Mihê : kurê min! raste eve warê teye u li te pîrozî bit, sibeykê zu em dê jê derkevîn, çîne maleke dî. M.Mih: nexê mamo! Zêr u warê min li we pîroz bit. Nanê min li mala we xiwarî li min helal biken. Ezê vegerême ciyê ez jê hatîm, çunke ez li hêre mirovekî xerîbim. Kes u karêt min , heval u hogirêt min, gundî u cînar,..kes nemaye. Ma ez dê çî kem, sebra min dê bi kê êt!!, Kirin u nekirin ne karin ne karî M.Mihê razî ken ew li gel wan bimînit. Roja dî ewî xatira xo ji mala têda xiwast u dîsa berê xo da rêya hat u nehatê. Berê xo da ( quba Felekê!) Vêcarê Mihê biste bu. Ewî rêya xo nas dikir, hema bê pirsiyar ew diço. Ji gotina Cibrayîl gote Xudê : - Pedşê min! heke M.Mih careke dî bigehte (quba Felekê) êdî mirin li ser namînit, ew jî dê bite ji nemira; anku dê bite Milyaket. Xudê gote Cibrayîl: eve karê teye. Here pêşiyê, ewî bisekinîne u nehêle bigehite quba Felekê! Dibêjin; Cibrayîl xo bi rengê babe derwêşa xemiland u destê zarokekî nexoşêxiste destê xo u ço pêşiya M.Mihê. Piştî silav li yek u du kirîn, M.Mihê ji babe derwêşpirsî: te xêreu! Babe derwêş: bo xatira navê Xudê tu wê di bînî ev zarokê nexoşwê li ber mirinê, hîvî u daxiwazêt wî sêveke. Bîhna sêva ji te dihat u min qesta Xudê u te kir, belkî sêvekê bo vî zarokî bideye min. M.Mih: babe derwêş! Hey Xudê ji te razî bit, eve hemu baxçe u darêt sêvane. Eve bacêrî nêzîke u tijî dikanin, dî herre sêva ji nexoşê xora bikirre! Babe derwêş: tu dibînî ev zaroke wêli ber mirinê u ez mirovekî belingazim, naxiwazim biçime nav baxçêt xelkê u bi heramî sêva ji dara vekem.. Dilê M.Mihê gelek bi wî zarokî sot, rabu sêvek ji xurçika xo îna der u da destê babe derwêşu her du ji yek cuda bun. Yekser muyêt spî keftine ser u ruyêt M.Mihê. Guhêt wî hindekê giran bun. Ronahiya çavêt wî li kêm da. Pişta wî çemiya. çermê ruwê wî qurmiçî. Cehniwa wî bu mehîn. Tajî u tuleykêt wî bê taqet bun.. belê her M.Mih li ser rêya xo berdewam bu. çend rojek pê çon, careke dî Cibrayîl xo bi rengê babe derwêşekî dî xemiland u hate pêşiya M.Mihê, dîsan silav lê kir u got: - bi eşqa navê Xudê, kurê min yê zewacê wê li ber mirinê, daxiwaza wî sêveke.Ka ez bigehime ser yan ne!.. ditirsim bimirit u ez nikarim hîvîya wî bi cî bînim, sêvekê bora bibem. Ew dê bite kul u keser di dilê min da, heta dimirim ez ji bîr naken! Dîsa M.Mihê gotê : Xudê mala we derwêşa ava ket, her hun li tiştê hazir di gerên; eve bacêre li tenişta te. Eve baxçe u darêt sêvane, dê herre, ne sêvekê belkî deh sêva ji kurê xora bikirre u bibe mal. Babe derwêşbela xo ji M.Mihê ve nekir. Gelek hîvî u lave lav kirin u her got u vegot heta M.Mih haciz bu, rabu sêva duwê ji xurçika xo îna der u da destê babe derwêş. Demê sêv ji destê Mihê derkeftî, hemu pirça serê wî spî bu. Pişta wî temam qop bu ( çemiya). Biruyêt wî bi ser bijwangêt çavada hatine xiwar. Heta bêjî ronahiya çavêt wî li kêm da. Buwe guşe guşa guhêt wî. Deng başne di bihîstin. Mehîna wî buwe çerim u hestî, heta gavekê diço demekî dirêj di sekinî u ne di karî bi rêve biçit. Tajî u tuleykêt wî bi qonaxeke dirêj şunda diman. Axir bi çî halekî hey, M.Mih li ser çona xo berdewam bu, heta gehişte rex u ruyêt ( quba Felekê). Wî çaxî ( Felek) li ser girê ( hay hayê) ye runiştî bu, çaverênî hatina M.Mihê bu. Cibrayîl bo cara sêyê bi rengê babe derwêşekî dî xo xemiland u hate pêşiya M.Mihê u daxiwaziya sêvekê jê kir. Hêşte M.Mihê şîreta Felekê ji bîr ne kir bu, Felekê gazî kir: - M.Mih , sêvê ne dê, ne dê?! Helbet guhêt Mihê di giran bun, deng başne di çonê, gote babe derwêş: - ew çî di bêjite? Babe derwêş: wa di bêjit, wê sêva mayî zu bidê, zu bidê; çunke tu gehiştiye nav baxçê sêva u gehiştiye nik min, te muhtacî bi sêva nîne!! Raste wekî Felekê gotî: ,, Emîn Cibrayîl , giyanê min gorî, xo berda pêşiya M.Mihê bi fenê u hîla,,. M.Mihê sêva sêyê ji berîka xo îna der u da babe derwêş. Her hingî M.Mih u mehîn u tajî u tuleykêt wî mirin, bune komek hestî. Demê M.Mih mirî, Felek hate ser laşê wî u eve xerîbî li ser got: Felekê got : Mî Miho! hêvare xewa çavê min nayê, pêr u terazu li ézmana bilind bun qurix hat u pala xo dayê, heyfa min tête wê heyfê, êt wekî Denun il misrî, Hisên il Hisnî, Mîr Birahîmê Adema, terka text u mîriya xo dane, berê xo dane Lalişa nuranî, pala xo dane xem u xiyalêt vê dinyayê. ***** Hêvare xewa çavêt min ne tê, pêr u terazu li ézmana bilind bun purix hat u pala xo di detê, Felekê got: heyfa min tête wê heyfê, êt wekî Denun il misrî, Hisên il Hisnî, Mîr Birahîmê Adema, terka text u mîriya xo danan, berê xo dane Lalişa nuranî, pala xo dane xem u xiyalêt vê ometê. ***** Felekê gotê: Mîr Miho! çend cara min gote te ne çe serê van gira, Emî Cibrayîl, qasidê Melkê bêrî bu bi hemu renga di xemile, Feleke sundxore, tobedare, piştî Mîr Mihê minî kurê gencî lawîn, ez çu qewl u qiryara nadem li gel çu misafira.(3) Helbet Felek- wekî di govara laliş, hijmare 5 da hatî belav kirin- 25 bist u pênc durka( benda) li ser termê Mîr Mihê dibêjit.( li hêreda dastan bi dimahî têt) Awir u şirovekirin: Erê gelo! em dikarî çî fikir u ramana ji dastana Mîr Mihê bizanîn. Boçî ji pêşiyêda babê Mihê nexiwast kurê wî bizanit mirin çiye? Gelo! Simbola : behir- mar- ßeyr- gelî- cehnu( mehîn)- tajî u tuleyik- ax u garis- zêr- babe derwêş- sêv,..htd., di dastanê da çîne?. Felek kîye u çiyeu..boçî Felekê gote M.Mihê: neçiye ser girê ( Hay hayê)u!boçî M.Mih ji nik Felekê vegeriya cî u welatê xo, paşî poşman bu, ne sekinî u xiwast careke dî bigehite nik Felekê?! Heke Xudê firwar kiri bu M.Mih bigehite Felekê u sedêt sala, yan hezarêt sala bijît u nemirit; boçî paşî Xudê gote Cibrayîl: herre pêşiya Mihê u her sê sêva jê bistîneu!..heke Xudê di karit hemu tişta biket; boçî yekser M.Mih ne kuşt, ewî Cibrayîl şande pêşiya wî heta bi fena sêvêt wî jê bistîninu..çima di dastanêda bi ronî sê simbol, yan hejmara sê xoya dibit: (1- mirovê ber behrê. 2- mar. 3- teyr), ( sê sêv)?! Wekî diyare, mirin u jiyan cewher u naverokê vê dastanê ye.eve raste, belê heke em her dastaneke hebit wek destpêka fikra mirovê berê ( mirovê çerxê berînî) nas bikeyîn, em di karîn bêjîn; dastana Mîr Mihê wek bîblogirafiyeke piçuke bo pêşveçona dîroka fikra mirovê Êzidî ( mirovêt kurdêt kevnar)bi hijmêrîn. Bi giştî eve babetine di dastanê da der dikevin : Geriyan li du jiyana heruher ( nemirî), yan bêjîn ( nemirî wek hîviyeke çaverên). Mirin wek rastiyeke bê bin ( mutleq). Geriyan li du ,, ezê bilind= Ana al ´uliya= xoyî,,. Kêşe u yeketiya dijbera, yan kombun u girêdana bi hevra ya dinyayê. Xiwastek u hez kirina mirovan bo zanîna nehênî u tiştê nu. Kêşeya di nêva Milyaket u beşerî da. Simbolêt çêbuna dinyayê/ behir- mar - simbola Milyaketa / teyr- perr u çeng -simbola nêçîrî u çandiniyê / cotiyar- mehîn u tajîk 8-Şirovekirina diyardeyêt siruştî bi rêka simbola / stêrêt pêr u terazu- stêra qurixê- stêrkêt termê Mihê.. 9- Derwêşî u hijê kirina Xudê. Eve u gelek babetêt dî yêt fikra Êzidiya di vê dastanêda xoya dibin. Ev dastane qonaxeke pirr nazik ji qonaxa pêşveçona mirovatiyê diyar diket. Pirsa mirinê, pirseke here mazin u giring bu li nik mirovê berê, belkî heta niho jî ev pirse girêyeke mezine li pêşiya mirova. çawa berê, wisa îro jî, mirovan dixiwast bizanin mirin çiye u çareseriyekê jêra bibînin, heta wisa lê hat pirsa mirinê bibite binema u koka felsefa dînî. Her ji ber wê yekêye her miletek yan her dîned mesela mirinê li gorî felsefa xo şirove diket. Heke mirovê îro, yê dîndar, bawirî bo xo çêkiri bit ku bi tenê mirin behra mirov u giyanewerane u ne mirirî bo Xudê u Milyaketane, belê diyare li zemanê berê ne wisa bi teselî ev bawiriye bi xelkê ra hebuye; ku mirin her behra wane u nemirî behra Milyaketane!.. dastanêt wekî dastana Gilgamiş- dastana Eskenderê Meqdonî ,, Eskenderê çar qurnet,,- u dastana Mîr Mihê u geriyan li pê peyda kirina dermanê nemiriyê: ( giya di dastana Gilgamiş), ( Ava hêwanê di dastana Eskender da), ( Quba Felekê u sêv di dastana Mîr Mihê da). Ev hemuwe kêş u vekêşeke mezine nêvamirovê ser érdê u Milyaketêt ézmana!. Kêşeyeke di nêva ( xêr u şer ) da. Di nêva ( érd ) wek elemêntekî nêgetiv u ( ézman ) wek elemêntekî pozetîv.Kêşe di nîva ( jin ) u ( mêr ) da. Di dastana M.Mih da, eşiq u hezkirina mêra ( mirovê nêr ) bo hembêza soz u dilovaniya jinê, yan ( dayikê ).( birêne Mîr Mihê demê jina wî di mirit, ku ewî gelek hez jê dikir. Sebr u hedana wî na mînit, ra dibit mala xo bi cî di hêlit heta digehite Felekê. Felek jî simbola jinêye, simbola bext u mirazêye): Pedşê min miraz sewirand, Melek ézrayî ji nura éfirand, quba Felekê pê xemiland. ***** ( sebeqa 2 ji du´a mirazê) Belê Mîr Mih, wek mêr = nêr, guh nadete şîreta Felekê u di çite ser girê ( hay hayê), paşî poşman dibit u di xiwazit vegerête warê xoyê berê, li wêder jî kesî na bînit, careke dî dixiwazit vegerête cem ( Feleka xo!). Ez wisa di bînim, bîr u bawirêt dastana Mîr Mih li ser hatiye ava kirin, rehêt wê xo dikêşine qonaxeke here kevine pêşvecona mirovayetiyê. Qonaxa despêka zalbuna mêra ( nêr) bi ser jina ( mêya da; anku guhorîna desthelatî ji destê ( jinê ) bo destê ( mêrî ). Wisa di aqilê xelkêda hatibu kolan, ku demê desthelat di destê jinê da, dinya tenayî bu. Hemu kes wek hevbu. Ne şer hebu, ne kuştin. Kul u xem di kêm bun. Feqîrî u zengînî nebu..htd.. Belê demê hukim keftiye destê ( mêra ) u hemu tişt bi navê babê hatîne nas kirin u mîrat ( mal u milik) ji baba bo kura çoyî, a ji hingî were cudayî di nêva mirovan da peyda bu. Feqîrî u zengînî peyda bun. Zilim, şer u kuştin, kul u derdpeyda bun..htd..Jinê , yan ( dayikê) ew qîmetê xoyê berê nema. Gelo! çawa em di karîn diyar keyîn ku dastana Mîr Mih rengdana wê qonaxêye? Wekî aşkera buyî, babê M.Mihê her ji pêşêda ne hêla Kurê wî nexoşiyaa bibînit, her tiştê diviya jêra amade dikir. Ne di hêla bizanit mirin çiye.Paşî jinek jêra xiwast u îna. Mîr Mih çend î şad bu, hind bitir li gel jina xo dil xoştir bu.. belê demê jina wî di mirit ( mirin li hêreda guhorîneke ji qonaxekê bo qonaxeke dî, anku ji dinyayekê mirovî şarezayî li ser heyî bo dinyayeke dî li ber mirovî ye winda), boçî Mîr Mih kes u karêt xo, heval, welatê xo dihêlit u dixiwazit biçite çiyê mirin lê neyî, heta digehite Felekê. ( Felek, wek me gotî simbola jinêye. Ew bext u hîviya. Ew miraze..) Felek daxiwaziya Mîr Mihê bi cî di înit u mirin li cem wê nîne, anku mirinê ji ser Mihê ra diket.Belê Felek mercekî( şertekî) da dinête ber Mihê. Felek dergehê pirsiyareke ne çareser kirî jêra vekirî di hêlit. Dergehê zanîna tiştekî veşartî bora ve diket; ew jî ew bu, ku ne çite ser girê (Hay hayê)! Helbet çloniya ( tebîéta) mirova wisane, di xiwazin her tiştî bizanin, bi taybetî ew tiştê li ber bête qedexe kirin, bo nimune bêjiye mirovekî wisa neke, yan neçe filan derê.. hingî ew tişt bitir li ber şirîn dibit u ew dixiwazit wî karê qedexe biket.. Ji ber wê yekê jî Mîr Mih ço ser girê ( hay hayê); ew girê Felekê li wî qedexe kirî. çona ser girê (hay hayê) bu hegera wê yekê Mîr Mih bi xerîbiyê bihisêt u vegerête warê xo.Girê (hay hayê) aliyê deruniyê beşerî nîşan diket. Eve dikevite kêşeke saykolojiya mirovan, ku madem mirovî aqil heye, hîvî u daxiwaziyêt wî çu cara li sinurekî na sekinin u he bo pêşve diçin. Belê di ser hindê ra Felek sê sêv ( nîşana ne miriyê) di det M. Mihê.Wek di dastanê da hatî, Mîr Mih digehişte welatê xo, belê paşî dixiwast vegerêteve nik Felekê. Xudê u Cibrayîl ( herdu wek simbola nêr xoya diken) bi rengê babe derwêşa di şînte pêşiya Mîr Mihê u her sê sêva jê di stînit. Keyf u xoşiyêt Mîr Mihê li gel jina wî ( nîşana serdemê jinêye) ku ew serdem tenayî bu.Kul u xem nebun,..mirina jina wî u bazdana Mîr Mihê bo érdê ne miriyê (nik Felekê) hîvî u vegeriyane bo dewranêt desthelatiya jinê. Helbet wextê Xudê, Cibrayîl virêdikete pêşiya Mihê u sê sêvêt Felekê dayinê jê di stînit, ew nîşana wê yekêye ku mêra = zelama heq u mafê di destê jinê da standiye u distînin.( li hêre u ciyêt dî jî, Xudê u Milyaket wek simbol u nîşana nêr têne xoya kirin!). Ji aliyekî dî ve, her çende mirin guhorîneke ji qonaxekê bo qonaxeke dî, lê belê ew heqîqeteke binbirre ( heqîqe mutleqe). Li gorî felsefa Êzidiya, mirin heqîqeta here mezine li dinyayê. Ew çu cudayê na êxite nêva têr u belingaza. Ji aliyê mirinê ve Xundkar u xuwazek, serok u mirovê here belingaz wek yekin. Ew herdu dê ji kasa mirinê tam ken. Ew herdu ji bilî kefenê xo, çu tiştî dî li gel xo na bene gorê. çawa mirin heqîqete, wisa jî- li pê fikra êzidiya- gor mala heqe!. Her çend mirov dizanit mirin namusa ( qanuna) dinyayê ye u kes nikarit jê rizgar bit, belî wekî dibêjin: ,, ruh geleke şirîne ,, mirov na xiwazit bi teselî desta bo mirinê danê ser yek! Ye hejî gotinêye ku mirin çekeke karîger u mezine di destê karbedestêt dînî da, ku ew bikarin yariya bi sozê ( hestê) xelkê biken u tirsa mirova ji mirinê bikene pirek, hem ji bo belav kirina bawiriyêt xoyêt dînî li nav xelkê, hem ji bo peyda kirina hindek qenaéta bo mirovan ku mirin ne qonaxa here dawiye. Bi rengekî giştî pirraniya diyaneta ev rehetiyêt dil dane xelkê xo, ku mirin ne hemu tişte, belkî ewan: Ruh u leş( beden) ji yek u du cuda kirine. Ew dibêjin xelkê xo : leşdimirit u di helêt, ruh sax dimînit u çu lê na êt. Kiras gorî: donau don, çona ruhê ji mirovekî bo mirovekî dî, yan çona wê ji bedenê mirovekî bo ber heywanekî yan darekê, yan berekî!. Hebuna ( behişt u cehnim)ê. Behişt wek dinyaya xoşe her u her.Cehnim jî wek dinyaya diya nexoşa her u her. Her ji ber şîrîniya dinyayê, pirraniya xelkê ( dixiwazin) bawir biken ku ruh na mirit.dixiwazin bawir biken behişt u cehnim,kiras gorîn hene u mirin ne her behra mirov u giyanewerêt dîye, belkî mirov jî di karin li du hebuna xo (zatê) xo bigerên.Ew surra jê çêbuyîn, careke dî têkelî wê bibin u wekî Xudê u Milyaketa ew jî ne mirin. Yek ji hegerêt tevgera derwêşiyê ( sofizmê) heliyane di zatê Xudêda- raste li gorî fikra sofiya tevgera wan hijê kirina Xudêye- lê belê esasê wê tirse ji mirinê u geriyane li du jiyana her u her. Ew li wê bawiriyêne ku Xudê u Milyaket na mirin, ji ber wê yekê derwêş u dîndarêt dî dixiwazin bigehine wê derecê têkelî surra Xudê bin, ewê nurê bibînin.Gelek derwêş gehiştine wê derecê, gotin : ,, ena il heq = ezim heq.,, Her ji ber vê hegerê u heta ew ,, jiyana her u her ,, bo xo misogir biken, felsefa derwêşan ewe, ew îmanê bi yekbun u girêdana bi heva dinyayê di înin. Sofî wisa bîr diken; Xudê hemu tiştê ser ruwê dinyayê çêkirîne. Ewî ciwanî sifatêt xo di dar u ber u çiya u mirov..htd. înayine dere; anku mirov jî pişkeke ( beşeke) ji surra Xudê ya ku na mirit. Mirin u jiyan, xêr u şer, ronahî u tarî, xoşî u nexoşî,.. hemu xuşik u birane, yek bê ya dî bi rêve naçit, dinya jî bêyî wan pêşda naçit. Heke en bîr u bawirêt derwêşu dîndara ji aliyekî bo xoya kirina meziniya Xudê bim, belê ji aliyê saykolojî ve kêşu vekêşşa mirovane li gel mirinê. Kêşşu vekêşa wane li gel Xudê u Milyaketa, ku nek her jiyana heru her bo wane, belkî ruha mirovan jî na mirit!. Belê, binyata wan fikra di dastana M.Mihê da der di kevin. M.Mih bi xo nîşana bergirîyê ye dijî mirinê. M.Mih wek derwêşekî xo ragir tête berçav. Ew wel derwêşmî Birahîmê Adema, Denun Misî,pîr Şeref, mal u mîratiya xo hêtit u li du jiyana yeksanî di gerêt. Helbet, di dastana M.Mih da gelek nîşan, bîr u bawir, pîroziyêt dînê Êzidiyan xoya dibin, wek : behir; ku koka çê buna dinyayê ji wê dest pê kiriye. Mar; simbola heru hera dinyayê u simbola Tawsî meleke. Þeyr; simbola Milyaketa. Mehîn u tajî; simbola çerxê nêçîriyê. Cotiyar; nîşana çerxê çandiniyê..htd. Di vê dastanê da M.Mih bi mehîn u tajî u tuleykêt xo, wekî ( Xidir Liyas u Xidir nebî) tête pêşçav, çunke di edebê dînê Êzidiyan da (Xidir Liyas u Xidir nebî) ew jî di dastana Eskenderê çar qurnet diçine tatiya dinyayê, ciyê tarî zulemat, Xidir pêxember gehişte ( ava heywanê = ava jiyanê = ava hêwanê ) u ew ave vexiwar, belê av ne gehişte Eskender u ewî ve ne xiwar.Ji ber wê yekê Xidir pêxember u mehî u tajî u tuleykêt wî - li gorî dastanê - di saxin u na mirin. Helbet li cem Êzidiya cejnek taybet bo van pêxembera li heyva sibatê diken, dibêjinê: (cejna Xidir Liyas u Xidir nebî ). Ne wek her Êzidî bawiriyê bi zêndî buna ( Xidir Liyas) di înin, belkî gelek millet u dînêt dî jî bawiriyê bi zêndî buna wan di înin. Li cem Fela u Cihuwa ( Xidir pêxember ) hevalê ( Musaye) u bi navê ( Êliya) tête naskirin. Li nik Islamê jî gelek cara navê wan (navê wî) di Qur´anê da tête gotin.Li nik Şebek, Sarlî, Kakeyî u Zazakiya bi navê ( Xidir zênde) tête nas kirin u ew jî wek Êzidiyan sê rojiyan jêra di girin u cejna wî pîroz diken. Belê ji aliyê M.Mihê ve, raste ew digehite ( Quba Felekê )u paşî Felek sê sêva di detê - ku ew sêvne dermanê zêndî bunêne u jiyanêne - belê Cibrayîl ( babe derwêş) wan sê sêva bi hîla ji M.Mihê distînit u ew di mirit. Tenê du nîşanêt M.Mihê li dinyayê dimînin; Yek : demê dimirit, termê wî dibite wek stêrka u li ézmana di mînin.Niho jî dibêjin : ( stêrkêt termê Mihê) u di nav milletî da belave, demê havînê xelik li serbana di nivistin u xewa wan ne dihat, digotin heft cara bêjin: (termê Mihê, babê Mihê, Mihê li piştê, ço behiştê!)dê nivin. Du: beyta Felekê li ser termê M.Mihê gotî, buwe beşeke zêndî ji edebê Êzidiyan. Eve dastan u beyte rojêt şîn u taziya, li xerîbiya, demê di çine Lalişê, tête gotin. Bêguman, heke me karî dastan u beyta M.Mihê ji gelek aliyave - anku ew kesêt eve dastane li cem - kom bikeyîn, dê gelek fikr u ramanêt dî têra xoya bin. Yan ew kesê bêt li ser bisekinit, dê karit gelek fik u babeta jê de êxit, hemu jî dê bine gencînek bo dewlemendiya edebê dînê kurdî. Xelîl Cindî Gottingen 17.06.1999 * şaxê duwî 1- Tirba Mîr Mihê mili serê wî çiyayî, Ez xulamê van herdu xilmetkara bim, heke bi mil u baska dikolan u desta vedayî, Feleka dibêjê Mîr Mihê mi, tihezar u çêl u salekê li ba mi mayî, Wekî îro mi kure Mîr Mihê xwe ne dîtî u ne bînayî. ***** 2- Mîr Miho! mi nego meçe ser girê mezin, Koç u kerî li ber tera derbas dibin, siwar u peya li ber tera di bezin, Mîr Mihê mi xezale, heke ti li pê ketiye mixarê, bi xwe ezim. ***** 3- Mîr Miho! xemêt dilê mi di pirrin, rava da serê gira, Feleka pêşberî Pedşa rawesta u hezar hîvî ji Pedşayî dikire, Ya Rebî! ez nizanim piştî kure Mîr Mihê xwe yî gêncî yî lawîn, xudanê teyrê ferxîn, u tajî u tuleyêt cerwîn, siwarê xiloşavê gêncê dema xo nexiwarî, dara xelfîn, a benga xwe ne girtî, kulîlka xemla xwe ne weşandî,ez şîret u wesyetêt xwe li kê kim, Felekê xayinê, şîret u wesyetêt xwe li wî ke, ciwanekî xerîb, li zehmanekî xerîba paldaye nav ber u kevra. ***** 4- Mîr Miho! xemêt dilê mi di pirrin, rava da serê vî çiyayî, Feleka pêşberî Pedşa rawesta u hezar hîvî dikir ji Pedşayî, Ya Rebî! ez nizanim piştî kure Mîr Mihê xwe yî gêncî yî lawîn, xudanê teyrê ferxîn, u tajî u tuleyêt cerwîn, siwarê xiloşavê gêncê dema xo nexiwarî, dara xelfîn, a benga xwe ne girtî, kulîlka xemla xwe ne weşandî,ez şîret u wesyetêt xwe li kê kim, Felekê xayinê, şîret u wesyetêt xwe li wî ke, ciwanekî xerîb, li zehmanekî xerîba li nava ber u kevira yî paldayî. ***** 5- Mîr Miho! xemêt dilê mi di pirrin, rava da serê diyara Feleka pêşberî Pedşa rawesta u hezar hîvî dikir ji Melkê Cebare, Ya Rebî! ez nizanim piştî kure Mîr Mihê xwe yî gêncî yî lawîn, xudanê teyrê ferxîn, u tajî u tuleyêt cerwîn, siwarê xiloşavê gêncê dema xo nexiwarî, dara xelfîn, a benga xwe ne girtî, kulîlka xemla xwe ne weşandî,ez şîret u wesyetêt xwe li kê kim, Felekê xayinê, şîret u wesyetêt xwe li wî ke, ciwanekî xerîb, li zehmanekî xerîba paldaye nav ber u dara. ***** 6- Mîr Miho! mi nego meçe serê van gira, Wê bi bîra te ên malêt baba, deyik u xuwişk, baban u bira, Melik Cibrayîl, qasidê mirinê bi hemu renga di xemile, Feleka dibêjê; piştî kurre Mîr Mihê xwe yî gêncî yî lawîn, xudanê teyrê ferxîn, u tajî u tuleyêt cerwîn, siwarê xiloşavê gêncê dema xo nexiwarî, dara xelfîn, a benga xwe ne girtî, kulîlka xemla xwe ne weşandî, Ez na girim ti hogir u hevala, Ez ti soz u qirarêt xwe nadim bi ti kurêt xelkêra, Mîr Mihê mi, ez piştî te na bime qonaxa ti misafira. ***** 7- Mîr Miho! te çi qîle, çi hewale, Felekê xayinê, te bi çengelê mi girt u havîtme qendîleke virre vala, Feleka dibêjê; piştî kurre Mîr Mihê xwe yî gêncî yî lawîn, xudanê teyrê ferxîn, u tajî u tuleyêt cerwîn, siwarê xiloşavê gêncê dema xo nexiwarî, dara xelfîn, a benga xwe ne girtî, kulîlka xemla xwe ne weşandî, Ez ti soz u qerarêt xwe nadim bi ti kurêt xelkêra, Ez na bime qonaxa ti misafira, Mîr Mihê mi, ez piştî te nagirim ti hogir u hevala. ***** 8- Mîr Miho! zincêt quba felekê zêre, Lenger li bunêt behrêt kurin, Serî li ézmanê jorî, li pêşberî stêra, Feleka dibêjê; piştî kurre Mîr Mihê xwe yî gêncî yî lawîn, xudanê teyrê ferxîn, u tajî u tuleyêt cerwîn, siwarê xiloşavê gêncê dema xo nexiwarî, dara xelfîn, a benga xwe ne girtî, kulîlka xemla xwe ne weşandî, Ez nagirim ti hogir u hevala, ez na bime qonaxa ti misafira, Mîr Mihê mi, ez piştî te soz u qirarêt xwe nadim bi ti kurêt xelkêra. ***** 9- Mîr Miho! mi ne go meçe serê vî girî, Melek Cibrayîl qasidê mirinê bi hemu renga di xemilî, Feleka dibêjê; piştî kurre Mîr Mihê xwe yî gêncî yî lawîn, xudanê teyrê ferxîn, u tajî u tuleyêt cerwîn, siwarê xiloşavê gêncê dema xo nexiwarî, dara xelfîn, a benga xwe ne girtî, kulîlka xemla xwe ne weşandî, Ez nagirim ti hogir u hevala, ez nabime qonaxa ti misafira, Ez piştî Mîr Mihê xwe bo ti kurêt xelkê nakim girî. ***** 10- Mîr Miho! zincêt quba felekê di hurin, lenger li binê behrêt kurin, jirin, lenger li binê behrêt kurin, Feleka dibêjê; eza mixabina dixiwazim, yêt weke kure Mîr Mihê minî gêncî lawîn, malêt babêt xwe ji min dixiwestin, belê malêt baba di durin. ***** 11- Mîr Miho! zincêt quba felekê di keskin, Serî li ézmanê jirin, lenger li binê behrêt av bestin, Feleka dibêjê; eza mixabina dixiwazim, yêt weke kure Mîr Mihê minî gêncî lawîn, malêt baba di durin, malêt baba xwe ji mi dixiwestin. ***** 12- Mîr Miho! zincêt quba felekê di spîne, Lenger li binê behrêt kurin, serî li ézmanê jorîne, Feleka dibêjê; eza mixabina dixiwazim, êt weke kure Mîr Mihê minî gêncî lawîn, malêt babêt xwe ji mi dixiwestin,ji malêt baba di bê hîvîne. ***** 13- Mîr Miho! zincêt quba felekê şivin, Pêleke bayê xerbî ji koka dinê ra dibê u lêda ji serî heta binî tevda dilivin, Feleka dibêjê: ez nizanim piştî kure Mîr Mihê xwe ê gênc, î lawîn bi tinê emê li kê derê nivin? ***** 14- Mîr Miho! mi ne go meçe ser girê heyhayê! Ew sêv yemanetê te bu, te rabu dayê, Melek Cibrayîl qasidê mirinê î sivik bu, berî mi gehayê, 15- Mîr Miho! zincêt quba felekê di zerin, Lenger li binê behrêt kurin, serî li ezmanê jorî li pêşberî stêra di berberin, Feleka dibêjê: eza mixabina dixiwazim; êd weke kure Mîr Mihê minî genc, î lawîn, li destê ciwamêrêt weke Melek Cibrayîl da di bê meferin. ***** 16- Mîr Miho! zincêt quba felekê di geşin, Lenger li binê behrêt kurin, serî li ézmanê jorî li érşin, Feleka dibêjê: eza mixabina dixiwazim; êd weke kure Mîr Mihê minî genc, î lawîn, li destê ciwamêrêt weke Melek Cibrayîl da di nexweşin. ***** 17- Mîr Miho! zincêt quba felekê di sorin, Serî li ´zmanê jorin, lenger li binê behrêt av zorin, Mîr Mihê mi! dinya dem u dewranê Xwedêne, îro dewran li mi u te bi dorin. ***** 18- Mîr Mih dibêjê; felekê xayinê! serê mi bişo u dilê mi ne hêle, Rojêt ´îd u érefat u xêra, Tirbeke mi bikole li bin dara zengila, pêşberî geliyê Lalişê, berê mi bide quba felekê aliyê wan hilêla. ***** 19- Mîr Mih dibêjê; felekê xayinê! serê mi bişo u dilê mi ne êşîne, Rojêt ´îd u érefat di êne, Tirbeke mi bikole li bin dara zengila, pêşberî geliyê Lalişê, serê mi beru quba felekê bi fetlîne. ° ° ° şaxê duwê li 28/6/2000 li ser dastan u beyta Mîr Mih hate zêde kirin.
Beyta Mîr Mihê 1- Qebrê mîr Mihê min li bal agire Felek bê qole u bê taliye zirrya bu weke gure. ***** 2- Felek dibêje: eze tobedarim, sundxwarîme, di pê mîr Mihê minî xortî nuhatî, swarê qata caniyê tu soz u qirara nadim tu mêvana u tu misafira. ***** 3- Felek dibêje: qebrê mîr Mihê min di derê rêda eze tobedarim, sundxwarîme, di pê mîr Mihê ra, tu cara şarê nadim ber kofiyêda. ***** 4- Felek dibêje: baxçekî mala babê min heye, dara derê çiyayê şalul u bilbila, malik avayê, berê xo dayê Bazîdî fexrî bu, hat u berî wan gehayê. ***** 5- Felek dibêje: dara Şêx Simayil wa li jore wê li ser dixunin kevok u şalul u bilbil u sê perêve sore mirina pîr u kala stare mirina xelkê ciwan, li dinyayê heyf u zore (core) ***** 6- Felek dibêje: Xerîbo! çî dikey li Meke u Medînê libsê te xerqeye, li bejna te Þileye Tancê serê te nuraniye heca mêrê Êzidî nîne, xêrî Lalişeke nuraniye dîwana mîr Şerfedîne. ***** 7- emê berê xo bidin Lalişeke nuranî çiyayê Şingalê, tiwafa çilmêra dîwana mîr Şerfedîne. ***** 8- Felekê go: Xerîbo! çî dikey li Meke u Medînê u hêreye libsê te Xerqeye, li bejna te Þileye Tancê serê te zêre emê berê xo bidene, heça mêrê Êzidî, Lalişeke nuraniye, çiyayê Şingalê, diwana mîr Şerfedîne. ***** 9- Xeribo go: Felekê weye, wenîne terazu mêzên li ´Ezmanê heftê bilin bune sed heyf u mixabina bixwazin: êkî wek Hesen li Hisnî Denun li Misrî, mîr Birahîmê Ademe mîr Mihê minî şengî, xortî nuhatî berê xo da vê dinyayê, pişta xo da Muxorzemîne. ***** 10- Felekê go: Xerîbo! tirba mîr Mihê Lawîn li berî rêye serê vê qubê li semawetî joriye lingê vê qubê xo berdaye binê behrêye. ***** 11- Felekê go: Xerîbo! eze sundxware tobedarim pê mîr Mihê Lawînra, ez tu soza nadim canik u camêrêt xelkêye. ***** 12- Mîr Mihê go: Felekê! min behwerî bi vê yekê netê li ézmanê heftê, tiraz u mêzîn hatin u bilind bune stêrik u qurxê berê xo da vê qubletê sed heyf u mixabina bixwazin, êkî weke Adema Hisnî, Denun li Mirsî, Mîr Birahîmî Adema Mîr Mihê şakî lomî, xortî nuhatî, swarê qata caniyê berê xo da vê axretê, bişta xo da vê ometê (dinyayê). ***** 13- Feleke go: Xerîbo! çend cara min gote te neçe ser vî girî emîn Cibrayîl, qasidê Melekê mirinê bu, bi renga dixemilî her sê sêvêt mîr Mihê Lawîn jê dibirî bêjin: ev dinya bi çend lewna hat u bi çend lewna buhirî. ***** 14- Felekê go: Xeribo dinya dem u dewranêt Xudêne yeman, yeman, di serê canik u camêrêt xelkê beyerîne. ***** 15- Felekê go: Xerîbo!bexçekî min heye derî li jore têda dixunin; bilbil u şalul u kevokêt malik avayî persore. ***** 16- Felekê go: Xerîbo! mirina kala u mêra sitareye mirina xelkê can, heyf u zore. ***** 17- Felekê go: Xerîbo! baxçekî min heye li derê rêyaya bilbil u şalula, kevokêt malik avaye perêt sorêt xo lê daye heyf u sed mixabin êt weke Hesen li Hisnî, Denun li Misrî, Mîr Birahîmê Adema, Mîr Mihê lawîn, berê xo dane axreta şêrîn pişta xo kirine vê dinyayê. ***** 18- Felekê go: Xerîbo! qubêt Mergehê sêne serê van quba semawetî jorîne lengelê van quba li binî behrêne min nezanî, Mîr Mihê minî xortî nuhatî, rêyekê di qebrê reşî tarîda dibîne. ***** 19- Felekê go: Xerîbo! loma ji dilê xerîba mekin mervê xerîb, li welatê xerîb, li malêt bava çaverênin. ***** 20- Felekê dibêje: Xerîbo! qubêt Mergehê çarin serê van quba li semawetî jorîne lengerê van quba li behrê dixwarin sed heyf u mixabina bixwazin; êkî wekî Mîr Mihê, di qebrekî reşê tarîda, kirim u kêza goştê giyanê wî dixwarin. ***** 21- Felekê dibêje: Xerîbo! qubêt Mergehê spîne serê van quba li semawetî jorîne binê van quba li behrêt tarîne loma ji mirovê xerîb, li welatê xerîbiyê, ji malê bava bi hîvîne. ***** 22- Felekê dibêje: Xerîbo! qubêt Merhegê pêncin serê van qubeha li semawetî jorîne lengerê vab quba li binê behrêt dirêncin (mizêncin) sed heyf u mixabin, êt weke Hesen i ´isnî, Denun li Misrî, Mîr Birahîmê Adema, Mîr Mihê lawîn berê xo dane sefera mirine, hêşta digêncin. ***** * ev dastane babetek, ji çapter 10 ji kitêbeke mezin bi navê ( Perin ji Edebê Dînê Êzidiyan) ku ye amadeye bo çap kirinê u ji 955 berpera pêkhatiye. Ev beyte ji zarê Şêx Hisên Şêx Birahîm hatiye standine, anku li ser kasêtekî ewî ciwamêrî ev beyte gotibu. Helbet çîroka Mîr Mihê jî bi dirêjî heye. Ye hejî gotinê ye (Bedel Feqîr Hecî) ev beyte di govara Lilişda, jimare 5, sala 1995 belav kiriye, têda 15+25=40 sebeqe nivîsandine. qebrê Mîr Mihê min li para gore. Felêkê go: Xerîbo! min bi tera ne go: neçe Meke u Medînê. hew ´Ezrayî u Cibrayîl qasidê Xudêne (=Melek li Mébud) sêv: wekî mêwekê u giyayekî di vê çîrokêda mîna dermanê nemirinê (xilud) derdikevit, ku ew ji baîçê Behiştê çêbune u hinciyê bixot, ew na mirit...yan wekî (genim) di çîroka Adem u Hawa da, demê ew li Behiştê bun...dîsan (ava hêwanê) wek dermanê ne mirinê, di çîroka Isekenderê çarqurnet, der dikevit.
Beytek berî vê heye dibêjit: Xerîbo! qubêt bacarê Beîdayê dikeskin serê van quba semawetî jorîne lengerê van quba binê behrê gerî bestin ´Ezrayîl u Cibrayîl Melekê mirinê bun, hersê sêv jê di xwestin. ***** Li hêreda dibite beyteke dî: Felekê go: Xerîbo! sed hey u mixabin, êkî wekî Hesen li Hisnî, Denun li Misrî, Mîr Birahîmî Adema, Mîr Mihê lawîn serê xo dane axa kendala. Mîr Mih; erê gelo bi rastî mirovek yan mîrek bi navê (Mîr Mih-Mîr Mehemed) hebû, ev çîroke bi navê wî hatiye gotin?.. yan jî baweriyek heye (Mîr Mih) ji ( Mîm Hê) ku naznav u kurt kirina navê ( Feqê Teyrane- Mehemed Meksî)? Heke ev baweriye rast be, çawabi giranî keftiye nava edebê dînî Êzidiyan?! 2 hêm yan hêm; dem 3 ev şaxe bi destê hêja Hecî Heso hatiye nivîsîne u li 28/6/2000 li ser dastan u beyta Mîr Mih hate zêde kirin. Hecî got ku yekekî bi navê Usif Hemdan ku ji éşîreta Simoqiya, ji ucaîa Rîviya, ji binemala yêt Adî bû, ev çîroke gotiye. Usif Hemdan berî sêde salî jiyaye, ew li serdemê koçek Birîm buye. 4 mi; anku min 5 ti; tu 6 rav; reh 7 ferxîn; sava, teyrê piçuk 8 cerwîn; sey û tajikêt bi temen (éemir) piçuk 9 xiloşav; navê mehîna Mîr Mihê 10 xelfîn; dara piçuke berhem ne girtî, 11 beng; berhem, berê darê yan berê dexl u danî, 12 diyar; kupêt bilind, bilindayî, 13 çi qîl; çî bela teye, 14 virre vala; tiştek têda ney, 15 zinc; kuzî 16 lenger; esas, binyat, kok, 17 şiv; darêt zirav u terr, 18 nivin; ji nivistin hatiye, anku razên, razin, 19 hayhay; nave bo girekî ku ew li cem quba felekêye, ew gire wek simbolekê bo kesêt îerîb bi kar tê u hosa tê zanîn her kesekî here ser wî girî bîrhatinêt berê tên bîra wî(wê), anku bi bê kesiya xwe di hisê. 20 yemanet; li hêre bi du aliya tê şirove kirin; yek: behra te bû. Dû: harîkarî bû ji tera u tu ji tengaviyê (mirinê) rizgar di kirî. 21 gehayê; gehiştê 22 pêşber; beranber 23 anku dinya çerx u gere, dinya ji kesî ra na mîne, îro çerix zivirî u dor gehişte min u te. 24 dilê min ne hêle; dilê min éaciz neke, keyfa min bîne, çu gotinêt nexoş bo min ne bêje. 25 dara zengila; dareke navdare li geliyê Laliş. 26 bifetlîne; ji gotina éerebî (fetele) hatiye, anku wergêre, yan berê wî bide... 27 Ev beyte ji zarê Şêx Hisên Şêx Birahîm hatiye standine, anku li ser kasêtekî ewî ciwamêrî ev beyte gotibû. Helbet çîroka Mîr Mihê jî bi dirêjî heye. Ye hejî gotinê ye (Bedel Feqîr Hecî) ev beyte di govara Liliş da, jimare 5, sala 1995 belav kiriye, têda 15+25=40 seb. nivîsandine. 28 qebrê Mîr Mihê min li para gore. 29 Felêkê go: xerîbo! min bi tera ne go: neçe Meke u Medînê. 30 hew Ézrayîl u Cibrayîl qasidê Xûdêne (=Melek li Méebud) 31 sêv: wekî mêwekê u giyayekî di vê çîrokêda mîna dermanê nemirinê (xilud) derdikevit, ku ew ji baîçê Behiştê çêbune u hinciyê bixot, ew na mirit...yan wekî (genim) di çîroka Adem u Hawa da, demê ew li Behiştê bûn...dîsan (ava hêwanê) wek dermanê ne mirinê, di çîroka Isekenderê çarqurnet, der dikevit. 32 Beytek berî vê heye di bêjit: xerîbo! qubêt bacarê Beîdayê di keskin Serê van quba semawetî jorîne Lengerê van quba binê behrê gerî bestin éEzrayîl u Cibrayîl Melekê mirinê bûn, Hersê sêv jê di xwestin. 33 Li hêreda di bite beyteke dî: Felekê go: xerîbo! sed hey u mixabin, êkî wekî Hesen li Hisnî, Denun li Misrî, Mîr Birahîmî Adema.
Dr. Xalil Cindi Rasho
|