Di hindek xalên wateya reyalîteyê de, ku zêrevan û bendewarên hêviyan westiya bûn, dikarim hest bikim ku xalnin dudiliya baweriyê, rojane berz dibin, li ser asta berhevdanên hevjînbûna hizir, biryar û baweriyên piralî ku li panava berjewendiyên xumdariyê, rû didin, ku rêyalîte û nepenî li bin guhê hev dixin, ta radeya ku analîze û ji hev-veqetandina pêstirkên ciwarên kêşeyên ku bê sedem tên çandin, qada çareseriyê teng û ji hesaniyê dûrtir dikin.
Di çarçoveya van sîmayên, gotindanên ku ji min re hestyar in, ku girnijînan di-afrînin û têk dibin, û di nîrên şîrovekirinê de têkel dibin, ku ez dikim û nakim cîhana piştrastiyê di xewnên min de nakokiyên di navbera dudilî û biryar-standinê di-afirîne. Lewma dixwazim Şêxan bikim nimûne, ku di heman demê de, têgihiştina dîmenên li ber çavên xwêner, ku xwe bi rengekî aotomatîkane Şêxan dike nimûne.
Di helwestên dawî de, ku nizanim hindek ji wan bi destî ne, yan bê destî ne, ji kesên çavdar re, ji yên ku hevbendiyên sêgoşeyên azad, himbêz dikin, ku viyana wan ji maf-wergirtinê re li ser asta mafên mirovan yên gelemperî, bi xaşiyên rasteqîne peyda dibin, roj li peyî rojê embarkirina reyalîteyê berpêş dibe, û ew perde û dergivankên raz, bi çekên poşmanî û danpêdanê têne herivtin.
Dibe ku dilbijandina van verêsên belgeyên mîna „têbayên“ li her alî, ku di her qurçikekê de pêşberî wan tên, û ne çipikek ji wan şêwazên berevaniyê pêrgî wan nayên, bibin sedemên vejenînên wisa, ku êdî nema dikarin xwe ji nav lepê jînavê reyalîteyê biparêz in.
Lê pêwist dibînim ku xemxwarên wê rûdanê, hindek ji wan rastyariyan yên ku ji hêla ragihandinên fêrmî tên weşandin, li gorî analîzekirina xwe binirxîn in.
Ez jî, di çarçoveya wê xemxwariyê de, dikarim „li gorî analîzekirina xwe“ hindek pirîstên şîrovekirinê, raberî xwêneran bikim.
Di hizir û ramanê hestyariyê de, dixwazim ji nameya, anku ji daxuyaniya hevkariya mal û komelên Êzîdiyan ve, ya di 25, 03, 07an, dest pê bikim, ku têde nerazîbûna xwe ji helwest û vejenîna desthilatdariya Kurdistanê, nirxandin.Ez ji hêla xwe ve, wê nameyê di cî de dibînim, ku çawe (yazdeh) mal û komeleyên Êzîdiyan yên fêrmî, nameyek/daxuyaniyek di 20, 02, 07an li ser rewşa Şêxan, ji Serkomarê Îraqa fedral, Serokê herêma Kurdistanê, Serokê perlemana Kurdistanê, û Serokê hikumeta kurdistanê re hinartin, û têde çend daxwaz ji wan kiribûn. ( Ez naxwazim derbasî naveroka wê nameya bibim, û li gor xwe wê analîze bikim,) lê ez dikarim bibêjim ku hindek xalên henasa delêvên çareseriyê wê fereh bikraye, û rêbazên pîvanên daxwazan jî, di nameyê de hebûn, û berimkan bû ku baskên arîşeyan, hêmin bibin. Lê mixabin tu rêyaktyon ji hêla jorên xwe ve, ku ew jêr hest dikin û dibînin,ne dîtin, û nameyek biştrastî û hevdiliyê layîqî wan (yazdeh) jêran ne dîtin.
Lê di vê qonaxa dawî de, desthilatdariya Kurdistanê hindek gavên neyênî wergerandin erênî, û kendûkora bergiraniya berpirsyariyê pêşwazî kirin, egerê vê qonaxê jî bila bi nezaniyê bê girêdan, wê baştir be.
Di 29, 03, 07an min nûçeyek xwend, ku têde alavên xemrevîniyê peyda dibûn, û perçeyên cîhana gerdişên mafwergirtinê jî, xwe bê parî wê şahnameyê ne kiribûn, ku hate ragihandin, 24 gumanbarên serkêşên êrîşa Şêxan, girtî ne, û rakirine Duhokê, û wê di çend rojên pêş de, ji ber tewanên tevlîhevî û binpêkirina pîrozbahiyên Olî û û û û, bêne dadgehkirin. Û ji bilî van jî, berpirsekî YNK-ê yê navenda Şêxan ragihand ku ji wan 24 gumanbar 3 kes endamên YNK-ê ne, û 3 endamên Yekgirtûyî Îslamî ne, û yên din jî endam û alîgirên PDK-ê ne.
Herweha berpirsê asayişa Şêxan ragihand ku ji bo wan cuda nake ka ew endamên çi ne, ew wê wek welatiyan, dan û standinê li gel wan bikin, lêkolîn di heqê wan de vebûye, û ew wê bêne dadgehkirin.
Bê guman ev zengilê nîşana berbariyê, meriv hindekî ber bi rizgarkirina hizirê dorandina sawêrên giriftariyên lêvane dibe, her çiqas ku bingeha wan sawêrên reş ber bi avakirinê ve diçû, lê me tevaya arûyên nîv-sûdmend li ba xwe himêz kiribûn.
Her çiqas ku berpirsyaran di dest pêkê de pir kêmasî kirin, wek ku rêzdar Xêrî Namo di hevpeyvîna xwe de ragihand, ku ew bûyer pilankirî bû, û wan tenê nevenda asayişa Şêxan parastin û dikarîbûn wê bobelatê ji destê çekdarên wan biparêzin, lê em dixwazin vê çîrokê dorpêç bikin, û jibîr bikin û ber bi riya hevbûrînê ve biçin.
Di nûçeyeke din de jî, min xwend ku kesnin binavkirî kirtî ne, ji ber ku wan di wê bobelatê de, tirimbêleke tijî ji çekên tolhildanê kiribûn û hinartibûn malên Kurdtirînên Kurdistanê, lê yên homoş/heram, û serpereştiya Kurdên xwe yên helal kiribûn, ji bo bibin mîratgirên mêraniya frîşteyên Olî, di dîroka hevrikiyên, ku di mizgeftan de tên avakirin. Belê dema ku meriv binçavkirina kesên wisa dibîne, yekser ew metirsiya deronî ku xwe li qurbanan pêçabûn, û baweriya gotinên berpirsên asayişa Şêxan, rayên vaç xwe ji nûsandina xwe rizgar dikin, û meriv dixwaze wê ajotina riya metirsiyê lidem, li birêk/firêm bixe, her çiqas ku rêyaktiyonên wisa pir xwezayî ne, û li ser wan stûbarin jî, lê ji bo xatirê hevjînbûn û Kurdewariyê, em li ba xwe girz dikin.
Piştî rêyaktiyonên derdorên Êzîdiyan yên azad, dîmenin ji şîrovekirinê têne ava kirin û di wan dîmenan de, têne xuyakirin ku li wir govenda binpêkirina Olên homoş û gawir ku ew binav dikin, li dar e, û bê vexwendin dîlan ji mêvanan hatiye dorpêçkirin, û wê ahengê dinav nirxên Kurdewariyê dipelixînin.
Bawer dikim ku pirsgirêkên Êzîdiyan, ne tenê bi desthilatdariya Kurdisanê re têne çareserkirin, ew xalên ku me di xewnên xwe de jî, cenga baroveyên seredariyê bi wan re kirin, û xwe ji wan dûvelankan qurtal kirin. Lê paş çend xêzên erênî, ku di wan de çipikên xemsariyê bûn dijminên xudanên xwe, hingê hindek mebestên daxwazkaran ron bûn, û hindek xal ji wan erkên xwe, bi cih ve anîn.
Serberkirina wan encamên dawiyê, meriv hest dike ku qada Alah û Ekberên Kurdî, bi yek rêkeftin û bi yek ermancî berferehtir dibe, helkeftin û kongereyên bê hejmar li Kurdistanê tên lidar xistin, lê para sersaxiyek ji wê lehî û şêl û pêlê nakev e.
Îro xewndekarên Êzîdiyan ji tirsa pirîstên dilovaniyên Kurdewariyê, nikarin xwendinên xwe li zanîngehan, li dibistanan berdewam û bi dawî bikin, roj li peyî rojê koçberiya wan ji cih û warên wan berpêş dib e. Bê guman ev tiştekî pir nehêniye ku xort û qîzên Êzîdiyan li zanîngeh û dibistanan ji hêla teroristan ve, ku bi Kurdî wan terore bikin, û gef li wan bêne xwarin ta ku birevin welatên din, mîna salên pirojeyên koçberiyê, ku hêja dewsa wî pirojeyî li tevaya cîhanê peyda dibe, li hêleke din jî, „xortên Êzîdiyan ji hêla teroristan ve têne revandin“ û „hebûna tovê wan dixwazin qedexe bikin“ „bazirganiya wan di nav aloziyê de ye“ nikarin bîna azadiyê ji bilî ,çend qurçikên malên xwe, bikin. Lê berûvajî wan kiryaran, komelgeha Êzîdî xwe li ferhenga lêbûrînê pêçaye, û ji destê xwe ve bernadin, ji Mîr Tehsîn Sehîd Beg ve, ta daxwaza hindekan ya vê dawiyê, ya hindek berpirsyaran, ku bang li tevya komelgeha Êzîdî kiribûn, ku riya ferhenga lêbûrînê bişopînin. Li vir pirsa ku pêşberî min ve tê, ew e,
Dema ku tirembêlên tijî çek dihinêrin şerê cîhadî, kî bûn ew çek bi sîngeke fereh pêşwazî kirin ?? Aya bi darê zorê ew çek radestî wan kirin ?´Aya desthilatdariya Kurdistanê bi darê zorê ew Kurdên resen şandin cenga cîhadî, ku li wir barana guleyan dibarî ? Kî paş wê bûyerê „yên zivîl“ ew rûdan bi rengekî fêrmî û li gel wênegiran, binavê Kurdewariyê, şermezar kirin, û lêbûrîn hate xwestin ?? Aya ew Kurdên helal, nikarîbûn tenê xwepêşandaneke nerazîbûnê diyarî komelgeha Êzîdî bikin ?
Ji hêla kî ve, li dibistan û zanîngehan, asoyên tirsê tên nîşankirin ?
Aya ew dengvedana asoyên tirsê, bi gelemperî, ji hêla kîjanan ve tên afirandin??
Aya desthilatdariya Kurdistanê rê li ber xalên erênî û hevjînbûna piralî girtine, û ne her kes di vî warî de azad e??
Belê dengvedana Şêxan dinav tirsa Kurdî de ye, û ne zêde, li wir wêneyên tirsê, û xemlandina metirsiyê li ser wan tên çespandin, û bi rûbarên tijî ji Alah û Ekberên şanaz, bi girzkirina mizgeftan, bi gefên li cadeyên azad, bi xîçxîçên koçberîkirinê, têne xelatkirin.
Ez wek her car, baweriya xwe bi demê tînim, û ew tenê dikare bersiva pirsên min bide, û hindek ji rêyalîteyê diyarî min bik e.
Ez dê pişta xwe bi dengvedana asoyên demê ve girê bidim, û dest û birakî bidme wê, ta ku ferhenga lêbûrînê û dîroka tirsê ji min û bîneran re şîrove bik e…