|
Li bajarê Musil hijmarek karmendên Êzidiyan hatin terorkirin |
|
|
|
|
Monday, 23 April 2007 |

22.04.2007 Musil/APA / Îro Yeshem 22.04.2007, li Îraqê li bajarê Mûsilê, kurdên Êzidî yên ku ji kar vedigerîyan malên xwe, bûn armanca êrîşeka terorîstan.
Rojnameya Peyamnêr ku li başûrê Kurdistanê derdikeve ev jimare bi 27 kesan li qelemda û nivîsand ku li taxa Nûr ya bajarê Mûsil ev komkujî chêbûye. Lê vê rojnameyê navê wan qurbaniyan ne nivîsandiye.
Li gor ragihandina rayedarê polîsan, terorîstan, li nêzîkî Mûsilê rê li otobusa karkeran birîye û piştî kontrola nasnameyên kesên tê de, tenê 21 kurdên Êzidî derxistine derve û ew li kêleka rê gulebaran kirine.
Mecîd Heso
|
|
Last Updated ( Monday, 23 April 2007 )
|