|
Ji ber ku gelek kes û rêberên me Kurdan nêrînên xwe li ser bingehên buyerên ku van rojên dawiyê li Şêxan, Mûsilê û li derdorên wê çêbûne anînine ser ziman û min jî gelek caran ev pirsgirêkên bingehîn di gotarên xwe yên hatine weşandin de anîne ziman, niha naxwazim cardinê zêde li ser wan pirsgirêkên bingehên buyeran rawestim.
Tenê, ez dixwazim van çend dîtin û pêşniyariyên xwe jî dîsa bi kurtasî bibêjim.
Bi dîtina min, divê rêberên hikumeta Kurdîstana azad, wan kes û oldarên
Kurdan yên ku me û zarokên xwediyên axa Kurdîstanê bedidine hevûdinê û
me Kurdan ji bona menfêata fanatîzma xwe jihevûdinê dûrdikin û
bihevûdinê didinekuştin, hêjî baştir nasbikin. Heta ji wan bê, rojek
berî rojekê destên wan paşverû û olperestên nezan ji nava rêberîtiya
netew û civaka me derxînen. Di zagon û desthilatdariya Kurdî de
ferzbikin ku hemû rêber û oldarên Kurdîstanî ji nasnama xwe ya kurdbûnê
re xwedî derkevin û eşkere li her derî, ji her kesî re bibêjin kurd,
kurd e çî misilman, çî êzdî, çi kildanî, û hwd.ê .
Ez li goriya zanîna xwe dibêjim û dibînim ku rêvebirên meclîs û civaka
Êzdiyên li Kurdîstana azad de dijîn, hêjî nikarin li goriya Êzdayetiya
resen xwe û civakê bi rêxistin bikin. Ne şixwe, gava bandora wan rêber
û ruhaniyên me li ser civaka wan e Êzdî hebûna, ewan doh ne dihîşt ku
hinek „endamên“ wan li goriya rê û resmên olên xerîban zarokên Êzdiyan
bikujin. Ewqas ferman bi serê bav-kalên me Êzdiyan ve hatine û zilm li
wan buye, hîna kesî di tu bedîlan de ne bihîstiye ku Êzdî keçên xwe
weha bi awayekî hovane kuştine.
Li goriya dîtina min, li ser van buyeran nêrîna xuşka nivîskar Sîdar YÎGÎT gelekî hêja ye û dibêje:
„Bila kesek xwe nexapîne. Mesele ne hema meseleya keçeke êzîdî ye.
Kiryarên wiha olan nanasin li welatê me. Keçên misilman jî, yên êzîdî
jî (û yên elewî jî) dibin qurbana vê şîddetê.
Keç û jin hema wiha ji nişka ve nayên kuştin û ji reflekseke bêfikir
xwe nakujin. Mekanîzmayên civakî rê li ber bûyerên wiha vedikin.
«Kuştinên namûsê » (yan jî di bin çi navê din de dibe bila bibe) encama
herî tûj ya civaka jinçewisêr e…“ berdewam di
http://www.netkurd.com/gotar.asp?yazid=104&id=1229
Ez jî dibêjim, gelekî pêwîste ku berpirsên hikumeta Kurdistana azad û
yên civaka Ezdî çi li nav û derveyî welat de, tev bi hevûdinê re wan
kesên ku ev xuşka me qetilkirine bigrin û teslîmî ber destên rêvbirên
desthilatdariya Kurdî bikin. Û nehêlin êdî tu kes van wahşetan bi navê
dîn û tucarî bi navê Êzdiyatiyê bikarbînin.
Li aliyê dinê jî ez bawer nakim ku ev pirsgirekên vêga li Kurdîstanê,
di nava Kurdên êzdî û misilman de peyda dibin û hene ji aliyên hêza van
„reşenbîr“, „rêvebir“ anjî „tifaqên“ mal-komelên me Êzdiyên li
derveyî welat xebatê dikin ve jî çareser bibin.
Ez nizanim ka van „rewşenbîr“, „rêvebir“ û „tifaqên“ mal-komelên me
Êzdiyên li derveyî welat de ji çend pirsgirêkên helandin û asîmlasiyona
ku vêga em û zarokên me li ewrûpayê di dinav de difetisin re çareserî
dîtine ?
Vêca gelî xuşk û birayên Kurd, divê em hevûdinê ne xapînen û bizanîbin
ku pêşiyên me ne beredayî gotine “kî ne li şere, ew şêr e“ anjî „Şam
dûre, qey mişar jî dûr e“.
Wekî ne derew be, bila ev kesên ku niha li ser bişkokên computerê, di
nava çar dîwaran û di bin ewlekariya dewleta em tê de ne, xwe pispor û
zane dihesibînen, kerem bikin herine Kurdîstana azad û endamên civaka
xwe birêxestin bikin. Ki rê li ber wan girtiye?......
Dîtina min xwe ya dawî dibêjim, heta berpirsên hikumeta Kurdistana azad
û yên civaka Ezdî(çi li nav û derveyî welat de ne)yan, di derheqê
pirsgirêkên ku nakokiyan dixine nava gelê Kurd de xemsaribin û li
hemberî dijberên Kurdayetiyê hevkariyeke xwe ye bi rêk û pêk çênekin,
wê aşîtî û demokrasiya li Kurdîstanê jî bi ser nekeve.
Ez weke kurdekî êzdî hemû qetliyamên terorîstî û bi taybetî jî yên van
rojên dawiyê ku li Mûsil û derdorên wê çêbûne bi tundî şermizardikim.
Dibêjim, bila serê hemû kesên malbatên şehîdên Kurdan sax be.
Şikir ji Xwedê û van destkeftiyên Kurdayetiyê ye hêja re !
Kemal Tolan
Oldenburg 24.04.2007
|