Center Of Yezidi Culture  
   
 
Sunday, 06 July 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Русский
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forûm
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Video
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Ez damezirandina NAVENDA CHAND U HUNERMENDEN EZDIYAN piroz dikim! PDF Print E-mail
Tuesday, 01 May 2007
Gava berpirsyarên HUNERMENDEN EZDIYAN ne birêz ez vexendime ser kongura xwe ya yekemîn û min nikarîbû beşdarî kongira wan bivim, min hingê ev peyama xwe ji wan re şand. Peyam: Oldenburg,11.04.07 Ji mêvan, endam û rêveberên KONGERA HUNERMENDEN EZDIYAN re ! Mêvanên ezîz! Hunermend û rêveberên civaka me Êzdiyan yen hêja ! Ez bawerim gelek ji we rêzadran jî dizanin ku rola hunermendî û bi taybetî jî ya dengbêjiyê ji bo parastina çande û kevneşopiyên civak û netewa me gelekî girînge. Eger ne bi xêra vê hunera deng û gotinên hunermend û dengbêjan buya, wê ev dewlemendiya zimanê kurdî jî hetanî îro ne mana. Hunermendan di nava civaka me de timî zargotina me parastine, di stran û kilamên xwe de xweş dane xwanê ku dijminên dîn û netewa me Kurdan ji berê ve hinek axa, beg û mîrekên Kurdan yên ku ji ol û nijada xwe şermdikirin û pêşiyên xwe înkardikirin ji bo berjewendiyên dagirkerî, paşverûtî, îdiyolojiya îslamiyê ye redîkal û desthilatdariya xwe xapandine. Meriv vêga hêjî di hawar û qîrînên hunermendan de xweş dibihîze ku piraniya buyer û fermanên bi serê me Êzdiyan ve hatî jî, ji ber destên netewên xerîb yên ku (hîna di dema berî Zayîna Îsa de desthilatdar, Eskenderê Çarqurne(maqdonî), siltan û padîşahên Osmaniyan, Şerîatçiyên ku bingeha îdyolojiya Îslamiyê ye radîkal danî ne, begên Mongolan, Ereb, Tirk, Farisî û hwd.), hatine bi darê zorê welatê me dagirkirine û wan xwe firoş û xapînokên me ve derketine. Birêzan, ji ber gelek egeren weha divê em baş bizanibin ku, ev kes û dewletên bermayên wan desthilatdarin dagirker û paşwerû tu carî bi hemda xwe nahêlin ew zilm û zora ku bav-kalên wan li me Kurd û bi taybetî jî ya li me Êzdiyan kirine û yên ew jî vêga hîna berdewamdikin eşkere biven. Ji bo ku ew bikaribin van kîryarên xwe veşêrin, îro dîsa di bin perda rejîma hukumetên dewleta xwe ye şovenîst û dagirker de, hinek rêxistin û partiyên me Kurdan berdine pêsîra hevûdinê. Ew timî bi zanistî û bi hemda xwe nahêlin destkeftiyên Kurd û siyaseta Kurdîtiya resen pêşbikevin, Ew îro jî dîsa ji bo berjivendiyên xwe tenê dihêlen ku hinek rêxistinên rewşenbirî, civakî û grupên sivîlan di bin perda “demokrasiya dewleta wan” û di nav çerçova çapemeniya wan e serkeftî de hinek kes, tv, radio, rojname, kovar û malperên înternetê weşanên xwe biweşînin. Bi dîtina min, divê hemû hunermend, berpirsyaren mal, komel, rêxistin û dezgehên me Êzdiyan hêjî gelekî haj jj erkên xwe ye netewî hebin û xwe bi niyeta wan e kirêt ne xapînin. Divê her zane, ilimdar, rêber û akademîsiyenên endamên civaka Êzdî ji van pirsgirêkên nezelalin ra çareseriyeke ku meriv karibe Êzdiyatiyê li her deverê û bi her kesî ra eşkere munaqeşe bike bivîne. Ne şixwe, gava tifaqa hunermend û hevkariya mal-komelen me Êzdiyan di nava civaka me de bizanistî xurt û berfire ne be, wê ev berjewendiyên dagirkerî, paşverûtî, îdiyolojiya îslamiyê ye redîkal û gemara desthilatdariya feodalîzmê hêjî nehêle ku em Êzdî bikaribin hinek pirsgirêkên kesayetî, helandina kultur, ziman, ji dîn derketina ciwanan, dijberîtiya di nava mal û komelên xwe de çareserbikin. Ev destkeftiyên dîrokî jî wê ji destên me derkevin û emê jî bivine alîkarê helandina çanada civaka ku bi hezarên salan kevn e. Ez ji Xwedê û Tawisî-Melek hêvî dikim, dema ku hûn xuşk û birayên berpirsyaren di rêvebiriya TEVGERA HUNERMENDEN EZDIYAN de xizemetê ji bo parastin û pêşxistina çanda Êzdiyatiyê dikin, hûn tu berjevendiyên şexsî û rêxistinan nexine pêşiya yên netew û civaka me. Her weha hêvîdarim ku hûn bikaribin li nav û derveyî welat de ji gelek pirsgirêk, nûjenkirin û guhertinên ku di bingehên kevneşopiyên Kurdî de çêdibin ra xwedî derkevin û em Êzdî timî bi deng, berhem, huner, kar û barên rêberîtiya we hêjayan serbilindbin. Bila kongira TEVGERA HUNERMENDEN EZDIYAN ya di 14.04.2007 de ji bo tifaq, kar û barên civaka me li ser xêrê be û ji we re serkeftinê dixwazim! Her weha bejna xwe li ber hemû hunermend û dengbêjên ku parezvaniya çanda kurdî kirine û dikin, ditewînim. Dibêjim, bila rahma Xwedê li ser ruhê hemû hunermend û dengbêjên niştiman perwerê Kurdî ku kiras guhastine be . Rêz û silav [b]Kemal Tolan[/b] [i]Mamoste û nivîskar[/i]
Last Updated ( Tuesday, 01 May 2007 )
< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 7 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization