Center Of Yezidi Culture  
   
 
Saturday, 17 May 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Русский
English
Nűçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forűm
Węne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Műzîk
Video
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Ferman e, dadę, ferman e... PDF Print E-mail
Monday, 21 May 2007
Ferman e, dadę, ferman e...

Dr. Xanna Omerxalî
derheqa bűyaręn
heremęn Şęxan, Dihok, Műsil ű Hewlęrę

Gulan 2007 / Almaniya - Kengę meha Sibatę da (her piştî Eyda Xidir Nebî) buyaręn herema Şęxanę qewimî bűn, min tęlęfonek ęzdiyęn Ęsivnî kir, da ku rastiya qewmandina bizanbim. Ewil çi min bihîstiye di lűla telefonę de ev buye: jineke ęzdî ku bi xof ű tirs di dengę wę da digiriya ű digot: „Ferman e, dadę, ferman e“...

Bűyaręn heremęn Şęxan, Dihok, Műsil ű Hewlęrę ez pir ęşandim ű wek merîkî welathiz ű milethiz kire nava mitalęn kűr da. Piştî analîza wan bűyaran ű pey mitalęn kűr ű diręj ra taba min îda ne hat ű min jî xwest hine fikiręn xwe bidime eyankirinę xűşk ű birayęn hęja ra.

Ęzdiyatî ű civaka tolęrant. Çawa em dizanin dînę ęzdiyatiyę ser axa Kurdistanę çę bűye. Koka bîr ű bawariya ayîna wî dînî diçe kűraya hezarsaliya ű digihîje dînę Îndo-Ariya. Ęzdî bi zimanę kurdî dua-dirozgę xwe dikin, bi zimanę kurdî ebabetî Xwedę dikin. Qewl ű beytę ęzdiyan, qise-çîrok ű serhatiyę wan, şîn ű şayę wan, def-dewatęn wan, eyd-cejnęn wan, rę ű rism, urf-edęt, rabűn-rűniştandina wan, fikr ű xeberdan, şîret ű terbetęn wan – gişk bi zimanę kurdî ye. Dînę ęzdiyatiyę dînę netewę kurdayî herî kevnar e. Qewl ű beyt, qise ű serhatiyę ęzdiyan bi felsofiya xweyęn kűr va tęn dîtinę wek xezna kűltűra netewę kurd, serfirazî ű kubariya wana. Ęzdiyatî – yek ji dînęn Rojhilatę yę yekxwdayetiyę – kurdeyatiya lapî paqij ű kevnar e. Hezar salî zędetir pęjda ű heta roja îroyîn jî xęrnexaz ű dîndijminę ęzdiyan çi şer, şiltax ű xeybet bęjî ku ne avętine wan ű ola wan. Wan bębexta digotin ű heta niha jî dibęjin ku yanî ezdî melekę neqenc ű hęzęn tarî diparęzin, ű hwd.

Civaka ęzdiyan civakeke pir tolęrant ű mirovhize, civakeke dűreşer ű xęrxwez e. Edilayîhizkirin rikinę Dînę Ęzdiyatiyę ye. Dînę ęzdiya ű ęzdî qedirę hemű dîna ű mileta digirin ű tu carekî jî qewmandineke wisa dîrokę da nebűye wekî bi sebebę dînî ęzdî eskeręn xwe ęriş kin ser musulmanan yan xaçparęzan. Ęzdî nava gelek dua ű dirozgę xwe da jî dibęjin ku Xwedę pęjda bila bę hewara 72 miletî, pasę bę hewara ęzdîxanę...

Zewac ű asîmîlasiyon. Zewaca ęzdiyan tevî kesęn ji dînę mayîn qedexe ye (di ola ęzdiyan da gere bi hişkî bę qetandinę her sę ferzan – yek ji wan jî qedexekirina zewaca bi vî teherî ye), lema jî ęzdî her tek tenę ji dę ű bavę ęzdî tę dinę. Hewce ye ez bęjim, ku sedemę neqebűlkirina zewaca serbest nava civaka ęzdiyan da hin pirsa dînî ye, hin jî pirsa sawę ye ya helandin-asîmîlasiyonę ye. Ew hezar ferman ku hatine rakirinę ser ęzdîxanę bin beyraqa sirmaniyę da, dest wę zor ű zulmę, qetlę, qirkirinę ű sekinandina ber pirs ű sawa helandinę şik u şayîş ketine dilę ęzdiya, xeysetę wana kirine nonanî pola ű wisa jî sebira gelęn ęzdî bűye sebira Eybę kurmaxarî. Ev wedekî diręj e, weke hezar salî zędetir e ku prosęsa helandin-assîmîlasiyona ęzdiyan bi destę zorę dimeşe ser erdę Rojhilata Navîn ű hetanî roja îroyîn jî aktűęl e. Bi zora şűr dînguhastin ű kuştina ęzdiyan, węrankirina mal, ziyaret, ű mezelęn wan, ű bi kirina pir tiştęn kiręt va xwe didine eyan kirinę dîndijminę ęzdiyan, dijminę netewę kurd ű neyaręn Kurdistanę. Çimkî bi wî teherî ewana kurdę ęzdî ű kurdę sirman berî hevdu didin ű xwestin-planęn xwe tînine sęrî. Lîstikęn qilęre bi vî cűreyî heta roja îroyîn jî ewana dileîzin ser Ęzdîxanę ű Kurdistanę.

„Govenda neyara“. Meneke xemgîniya min e herî mezin jî ew e, ku vę govenda neyara da, bin miqamę dijminę kurda da her tim ű vę demę jî reqasçiyę lapî eşq birakę me – kurdę sirmanin yę qafterî ne. Piraniya kurdęn sirmane belengaz-xűsk ű birayę me rastiyę dereqa ol u dîroka ęzdiyan da nizanin, ű lema jî hinek ji wan ne ola ęzdiyan qebűl dikin, ne jî ęzdiyan ű hinek ji wan jî bi hęsatî dikevine ber bayę dijmina. Ev pirsa, bi texmîna min ne ku tenę kęmasî lę wisa jî bęxemiya rewşenbîręn kurd, karkeręn kurdayę siyasî, civakî ű olî ye. Eva pirsa kęmasî ű tęberdaneke herî mezin e ya Wezîretęn karűbaręn Ťolîť ű kűltűrî (çandî) yę ya Hukumeta Herema Kurdistanę. Wexta merî wan bűyaręn ku hatine qewmandinę li Şęxanę, Duhokę, Műsilę u Hewlęrę elek ű bęjing dike, dibîne ku sűcdarę ser elekę mane neku tenę pilandaręn neyarin, lę wisa jî ęriş kęşęn wan – kurdęn sirmanę yę şaşbűyî jorgotî ne.

Kuştina wę keçka ęzdî – Dua Xelîl Eswed – ez ecębmayî hîştim ű ez gelekî ber xwe ketim. Rast e ęzdî ű dînę ęzdiyatiyę qebűl nakin zewaca tevî kesęn ji dînekî mayîn. Lę rastî ewe jî, ku di dînę ęzdiyatiyę da dubare qedexe ye kuştina meriya: ew tę hesabę wek gunekî pir giran, kîjan nayę afű kirinę ne vę dinę, ne jî wę dinę da. Çimkî dayîn ű standina ruhę meriya her tek tenę dest Xweda dane. Kuştina wę tifalę, ew jî bi wî cűreyî, kirina meriyęn bęxwedę, bębext, bęxof, kűvî ű sewdaser e!

Ev kirina cahilęn ęzdiyan yę şaşbűyî ű qafterî gerekę dînę ęzdiyan va neyę girędanę. Ez dixwazim bidime bawerkirinę ku ev pirsa dînę ęzdiyan va negirędaye ű sebebę vę bűyarę ne ęzdiyawarî ye! Bűyaręn bi vî cűreyî tęne hesabę wek îş ű îcatęn gelęn rojhilata navînę bi deng ű eyan in. Ev bűyara bermayę adet ű xeysetęn gelęn ereb, tirk ű faris e. Eva nexweşiya wan gelęn Rojhilata Navîn e ku me dane navkirinę. Ez bawer im ku zűtirekę wę dîwana wan sűcdarę wę bűyarę bę kirinę ű ewana wę bęne cezakirinę. Ű wisa jî ez guman im ku vîrűsa vę Ťnexweşiyęť wę zutirekę bę hildanę ű civakęn me wę ji vę Ťnexweşiyęť bęne qenckirinę.

Wisa jî cayîze ű hewce ye ez bęjim wan kesa ra yę ku ev bűyar kirine kasęt ű CD, wek benűştę deva ű dezmala destę reqasçiyę govenda dîndijminę ęzdiyan ű neyaręn netewę kurd ű Kurdistanę – yeke hűn naghîjine mirazę xwe, armanca we nayę sęrî – terka wan lîstikęn qilęr bidin!

Nezanbűna dînę ęzdiyatiyę. Ev bűyaręn heremęn Şęxan, Duhok, Műsil ű Hewlęrę careke mayîn dîsa didin eyan kirinę nezanbűna dînę ęzdiyatiyę nava piraniya civakęn kurd da ű çawa bűyaręn paşîn nîşan dan – helaqetiya xirabiya veşartî bi ęzdiyan heye... (dibe ji ber ku ęzdî karibűn bi rijadina xűna kal-bava Dînę Xweyî Eslî yę Kurda biparęzin ű xweyî kin?..) Lę ez zehf guman im, ku ew fikra min şaş derkeve ű sebebę van bűyaran di pirsgiręka bi şaşî zanebűn yan jî nezanbűna dînę ęzdiyan va girędayî be, ku wę ev pirsa bi hîmlî bę zelalkirinę nava kurdęn sirman da ű wę wana eseyî bidine naskirinę paqijaya ola ęzdiyatiyę va.

Kengę ez beşdarę Konferansa Hemdewletî ya Lękolînęn Kurdî di Kurdistanę Îraqę (Hewlęrę) da (meha Îlonę 2006-a da) bűm, min axivtina xwe li ser hine pirsęn dogma ya ayîna ola ęzdiyan pęşkęşî guhdaran kir ű hema węderę jî gelek gotin ű şirovekirinęn min li ser pirsa Tawisî Melek bűn. Paşę kurdekî musulman, ku doktora xwe dinivîsiya, nezîkî min bű ű wa gote min: „Ez gelek ji te sipas dikim ji bo axivtina te ya balkęş, min nizanbű ku ęzdî ne „xirabîperist“in. Ez carekî ewil dibihîm, ku Tawisî Melek ne ruhę xirabî ye ne jî melekę neqenc e, lę gere bi cűrekî din bę fehmkirinę. Sipas“...

Ez hęvîdarim ű bawarim ku rewşenbîręn me tevî siyasetmedara ű karkeręn Wezîretęn karűbaręn Ťolîť ű kűltűrî yę ya Hukumeta Herema Kurdistanę ser vę pirsa ferz wę kar bînin ű wisa jî zelalkirin ű çareseriya wę pirsgireka ęzdiya ű ola wan wę bibe borcekî giran ű bikeve situyę her kesekî netewę kurd boy yekîtiyę ű tifaqę. Eva borc ű barekî giran e, lę feqet dest xwestin ű gihîştina nęta xwe em dikarin ű lazim e ku ewî borcî em bi merîfetî biqetînin boy azadiya ű serbestiya Kurdistanę.

Dengę milet ű pirsa Tifaqę. Hinek ji gelę meyî pirogiręs ű welathiz, wisa jî piraniya komalęn ęzdiyan li der xwe ker nekirin, dengę xwe bilind kirin nava civîna da, nivisę xwe weşandin ser malperęn Intęrnętę, neme ű gotar nivîsîn, gelę ęzdî derketine mîtînga ű meşę (li bajarę Rewanę, Birűsęlę, Műnxęnę, Bîlîfęldę ű ciyęd mayîn), kîderę neqayîlbűn, xemgînî, acizbűn ű xwestinęn xwe wan bűyara ra dane kifşę. Gelę Ęzdî li Kurdistanę Îraqę da gere bizan bin, ku xűşk ű birayęn wan yęn ęzdî di dewletęn Europayę, Rűssiyayę, Ermensitanę ű dewletęn din da ű wisa jî piraniya netewę kurde pirogiręs tim pişta wan sekinîne ű bila gumana xwe ji wan nebirin. Gelek rewşenbîręn me yęn ęzdî ű kurdęn sirmane milethiz dengę xwe bilind kirin ű wan buyara dane kifşe wek rűreşiya milet.

Ev rojęn oxirmęn giran ku netewę kurd navdan e, yekitî ű tevgirędayîna hemű civakan (ya Ęzdiya, Kakaya, Suniya, Elewiya ű yęd mayîn) gerekî eseyî be qewîn kirinę. Em vę demę pir hewcę yektî ű tifaqa qewînin. Di duaya ęzdiyan „Dua Tifaqę“ tę gotin, ku „Pedşayî tifaq kir“, „Tifaq, bawirî ji nav Xwed ye“, „Tifaq ser hemű erkan e“, „Dîwana elahî ser hemuy tifaq e“, ű hwd.

Ez xűşk ű birayęn xwe yęn ęzdî ra dibęjim rastî ű borcę me ew e ku em Dînę xwe miqat bin ű paqij xweyî kin. Ez hęvîdarim ku hűn bawer nekin sozęn xęrnexwezan (dîndijmina) ű sond ű adęn wan. Armanca lape mezin ya hîmdaręn ű tembîdaręn wan bűyaran ew e ku kurdę ęzdî ű kurdę musulman rakine berî hev, wana bikişînine nav şerę birakujiyę da, ęzdiyan bidine kuştinę, miskenę ęzdiyan weran kin ű dîsa riya kocberiyę bidine pęşya wan.

Ma ęzdî ji Erdę Kal-Bavęn xwe yęn pîroz ű qedîm niha herin ku?..

Neyaręn me pir ber xwe dikevin bona benda 140 ya ręfęręndűmę. Ez bawerim ku gelę ęzdî we dînhizî, milethizî ű welathiziya xwe bida eyankirinę gurkirina qewata yektiyę ű tifaqa netewę kurd va ű bi razîbűna xwe benda 140-ra wextę ręfęręndűmę – wę bęje erę boy xweyîkirina ax ű meskenę kal-bavan, ola xweye qedîm tevî Lalişa Nűranî, boy silsileta tę ű wisa jî boy azadî ű serbestiya Kurdistanę.

Ez dixwezim banga xwe bigehînime serokę herema Kurdistanę – biręz Masűd Barzanî, serokę hukumeta Kurdistanę – biręz Nęçîrvan Barzanî, serokę parlamęntoya Kurdistanę – biręz Adnan Muftî, cîgirę serokę parlementoya heręma Kurdistanę – biręz Kemal Kerkűkî, ku ewana wę bi destę qanűna ű qewata hukumetę neku tenę bidine sekinandinę ű wisa jî bi zűtirekę bidine kifşkirnę u bi kokę va bişewitînin meniyęn ewę dawiya birakűjiyę ű meşa dîskrîmînasîoniyę dijî ęzdiyan. Ez bawerim ku ew meriyę serwęr, tembîdar, sűcdar, neheq ű gunehkaręn wan bűyaran ű wisa jî terbandarę yekitiyę ű tifaqę wę bi sertî ű hişkî bęne cezakirinę. Wisa jî ez bawerim ű gumanim ku ew serokęn biręz wę sehet ű qewata xwe neęşînin boy çareserkirina pirsgireka ęzdiyan ű wisa jî boy paqijkirina erdę Kurdistanę ji wan kesęn neyar-nemam-neqenc yę ku toxmę birakujiyę, tęrrorę ű fanetîkiya sirmaniyę dixwezin bireşînin.

Pirsęn xwe hűn dikarin bikin li vir.

Last Updated ( Monday, 21 May 2007 )
< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 12 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization