 Dr. Xanna Omerxalî
Meha Sibatê sala 2007-ê Almanyayê li bajarê Oldenburgê da ez rastî serokê Mala Êzîdiyan Telîm Tolan hatim. Xeberdana me zehf dirêj, xweş û balkêş bû derheqa pirsgirêkên êzdiyan di welatên Europa û Rûssiyê da; derheqa prisgirêkên giring yên civakên êzîdiyan da; derheqa damezirandina Mala Êzîdiyan û çi astengî û problêm rastiya wan hatin wî demî da; derheqa rê û cûreyê safîkirina wan problêman ku roja îroyîn sekinîne ber civakên êzîdiyan û wisa jî derheqa gelê pirsên mayîn da.
Min berê gelekî bihîstibû derheqa Mala Êzîdiyan di bajarê Oldenburgê da, lê belê min çi bi çevên xwe dît qet ne wisa bû... Ez dîsa careke mayîn jî dibînim, ku „dîtin“ û „bihîstin“ qet beranberî hev dernayên... Lema jî pêşiya gotiye: „Baştir e merî carekî bibine, ne ku deh caran bibihî“. Rastî jî bêjim, bi dîtina Mala Êzîdiyan, kar û xebata êzîdiyên dilsoz û dînhizê tê da şabûneke mezin di dilê min da peyda bû. Bi rastî jî merî dikare bêje, ku serok, endam û karkerên wê Mala qedîm, wek meriyên xwedênas bi dilekî paqij bi enerjiyeke bê dawî di Mala Êzîdiyan da xizmeta êzdîxane dikin... Mala Êzîdiyan roleke pir mezin dilîze nav civaka êzdiyên Oldenburgê û wisa jî temamiya Almaniyayê da. Ew Mala zehf tiştî dike, ku her kurdekî êzîdî yêra xerîbiyê da bikarbe xwe xweyî ke, xwe biparêze û tucara bîr neke: welat, erdê kal-bava, zimanê dê, erf-edet û rabûn-rûniştandina kal-bava, dînê êzdiyatiyê, dîroka milet, û htd. Destanîn û serkeftinê mezin û wisa jî navekî qenc ewê Mala qedîm qazanc kiriye. Êzdîxane wan ra kêfxweş dibe û piraniya civakên êzîdiyên derekê xweziya xwe li wan tînin.
Min dixwest bizanbim derheqa damezirandina Mala Êzîdiyan û derheqa karkerê wê Malê û wisa jî halê jiyîna êzîdiyan li welatê Almaniyayê. Bona wê yekê min çend pirsên xwe dane birêz Telîm Tolan – serokê Mala Êzîdiyan di Oldenburgê da. Û ez perçeyek ji wê hevpeyvîna me yê balkêş bi dil û can pêşkêşî xwendevanên hêja dikim.
Ez ji aliyê hemû êzîdiyan da (bawarim ku destûriyê didin) sipasiya xwe yê mezin dibêjime her karkerekî Mala Êzîdiyan, yê ku xebat kirine û niha jî xebate dikin bona milet û bona civaka êzîdiyan: Pîr Xidir Silêman, Eskerê Boyîk, Telîm Tolan, Şahap Dag, Îlyas Yanc, Behiye Tolan, Kemal Tolan, Sait Yenirce, Howrow Xudeda, Mehmet Tekçe, Hasan Oba û gelekêd mayîn jî. Bona înformatsiyona zêde û elemetiyên mayîn derheqa Mala Êzîdiyan da hûn dikarin malpera wan www.yeziden.de binêrin.
Xanna Omerxalî: Roj xêra we, birê Telîm. Hûn dikarin, bi kerema xwe, me ra çend giliya derheqa xwe da û malbavê we – ya Tolana da bêjin.
Telîm Tolan: Ez 35 salî me, zewîcî me û bavê 4 zaroka nim. Ez kurê Mehmet û Seyran Tolan im. Dê û bav ji Kurdîstana Bakûr (gundê Şimzê nêzîkî Batman) sala 1969 hatine Almanya. Piştî standina Abitur di sala 1991 mesleka Banqê temamkir û îro di banqê dixebitim. Sipas, lê ez naxwazim zêde li ser malbata xwe biaxivin. Tenê dixwazim bêjim, ku ez gelekî jê hizdikim û pê serbilind im. Xwuşka Xanê, tu jî dizanî, mekteba bilind di malbata mirov peyda dibe...
Xanna Omerxalî: Îda nêzîkî 14 sal e, çawa Mala Êzîdiyan li Oldenburgê hatiye damezirandin. Ez we pîroz dikim: ew êdî wedekî mezin e. Birê Telîm, hûn dikarin çend giliya jî derheqa damezirandina Mala Êzîdiyan (di sala 1993-ê) da me ra bêjin. Kê dest pê kir?
Telîm Tolan: Di meha 6-an di sala 1993-an de komek ji cîwanên Êzîdiyên li Oldenburgê li mala bavê min civiyan. Jibo parastin û pêşvebirina Êzîdiyatiyê me biryar stand ku em komeleke Êzîdiyatiyê damezrînin. Ev dîtin di protokolekê hate girêdan. Êdî roja 31.10.1993 bi beşdarbûna komeke mezin destûra komelê qebûl bû û komela çand û dînê Êzîdiyan hate avakirin. Di Komîteya ewlîn de ev hejayan hatine hilbijartin: Sabrî Tagay, Mehmet Tolan, Rahmetiya Koceri Evin, Lazgin Tolan, Iskender Evin û Telîm Tolan. Hê di destpêka karê me de tifaqeke xurt di navbera malbatên êzîdî bû piştgirtiya komelê.
Xanna Omerxalî: Çend endamên Mala Êzîdiyan niha hene û kar û borcên wan çi ye?
Telîm Tolan: Bîtir ji 200 malbat endamên Mala Êzîdiyan in. Buhaya endametiyê 11 EUR li mehê ye. Lê ne her malbatek jiber aboriya xwe taybet dikare vê piştgirtiyê bike.
Xanna Omerxalî: Ez dizanim ku hûn di mala Êzîdiyan da sêmînar, konferans, rojên Qewlbêja û civînên cûrbicûr pêk tînin. Û wan roja da, bi teglîfkirina we pêşda tên olzan, pîr û şêx, nivîskar, rewşenbîr, ulmdar, revebir û wisa jî gelek maqûlên mayîn. Min bihîstiye, ku tevî karê çandî, dîn û sîyasetiye ku aliyê Mala Êzîdiyan da tê kirinê, hûn niha jî dersên dînî dixwazin dest pê bikin bona zarokan. Seheta we xweş! Bi texmîna min, zarok û cahilên me, wisa jî her mirovekî êzîdî gerekî guhdariya ulmdarê bîlan, zane û sixtpaqij bikin. Hûn dikarin bi kerema xwe hinekî me ra derheqa xebata Mala Êzîdiyan da bêjin. Mala Êzîdiyan çi dike bona êzdîxane?
Telîm Tolan: Karê Mala Ezîdiyan gelekî berfireh ye! Em her sal raporek liser xebata xwe diweşînin... Mesele, kar û barê Mala Êzîdyan 2006-an bi kurtî wa ye:
Bi dawîya salê ra girêdayî, wek her salên borî, îsal jî emê we ra bi kûrtî besa kar û xabatên xwe yê sala 2006-a bikin. Karê li ser mafê mirovan: Çend heyvên ewil yên sala 2006-a Malê da karne hêja li ser pirsgirêkên penaberên êzdî yên ji Tirkiyê û Îraqê hate kirin. Ji bo mafê rûniştandinê ji dest wan dihate girtin û dixwestin wan vegerinin welatên wan. Dema em li vê biryarê hisyan, me ser hîmê belgeyên dest me da û bi protokolên li ser rewşa wan tek-tûk êzdiyên ku hê li wur dijîn, raporeke berfire çê kir û dadgehara şand.
Di 17 adarê, Malê da li ser wê biryarê konfêransek hate pêkanîn. Zêdetirî 400 kesî beşdarî wê konfêransê bûn. Ji bilî kesê şaxsî, nûnerên dewleta elman, berpirsyarên komalan, parêzer û nûnerên Rêxstinên mafên mirovan ji tev wê konfêransê bûn.
Bi daxweza dadgeha mezin, ya Nûnebêrgê dewiya heyva 6-a me raporek li ser rewşa hemû êzdiyên welêt nivîsî û ji wan ra rêkir. Li ser wê raporê hê biryar nehatiye sitandin.
Mêvanê me bûne: siyasetmedar û endamên Parlamênta Herema Kurdistanê yen êzîdî: Pîr Xidir Silêman, Xidir S. Xelîl, Îzettîn Baqesirî, wezîrê hukumeta herêmê Mehmûd Îdo, Cemîl K. Abdal, qaymeqaym Xêrî Nemo û endemê Parlamênta Îraqê Emîn F. Çîço. Wan usa jî li ser rewşa êzîdiyên welêt û olên kemkês semînar dan. Em, bi doste xwe: wezîrê Zirahetê ê Herêma Kurdistanê Dr. Abdulezis Tayib ra jî (ew jî bûbû mêvanê Mala me) li ser rewşa êzîdiyan axiftin û me daxwazên xwe anîn ziman. Wekî rewşa Kurdistana Başûr û bi tebyetî rewşa êzîdiyan li wur bi çavê xwe bivînin Malê nûnertya xwe, bi sê endemên komîtêya Rêvabir: Sihap Dag, Mehmet Tekçe û Hûro... şande Basûrê Kurdistanê. Di heyva gulanê ew delegesyona me çê Îreqê. Daxwaza me ew bû ku em rewşa êzîdiyên Îraqê bi çavê xwe bibinin. Ji pey çûyîna ber Lalişa Nûranî û ziyaretkirina Mîrê Şêxa û endemên Civaka Rûhanî, nûnerên me ji bo rewşa êzîdiyan rayedarên Parlamênt û Hukumeta Heremê ra hevdîtin hatin pêkanîn. Li wur gelek gundên êzîdiyan bûn mêvan û Sêmînar hatin daîn. Lê mixabin, ji jo ewlekariyê (problêma terorê) nûnerê me nikaribûn herine Şengalê, herêma ku piraniya êzîdiyan lê dijîn. Hevalên me li wur rastî nûnertya êzîdiyên Şengalê hatin, rewşa wan e ne xweş hisyan û dengê xwe gîhandin hukumdarya heremê. Bi alîkarîya endemê Parlamênt û Sêkrêtarê wezareta Karê parestinê ya Elman Thomas Kossendey (CDU) em di heyva mijdareda bi Seroke duyemîn ye endemên Parlamênta Elman Partiya CDU berêz Bosbach ra rûniştin. Daxwaza Komîta Rewebir ew e kû tevaya êzîdiyên li Elmanyayê bên qebûlkirin. Belgên li ser rewsa mafê mirovan li Iraqê, Tikiyê, Suriyê, Ermenîstanê, Gurcistanê, kû me komkiribûn, me dan birêz Bosbach. Ew qanûna nû, kû ji bo Biyaniyan hatiye derxistin. Em wê qanûnê wek gaveke yekemin ji bo başbûna rewşa Biyaniya li Elmanyayê dibînin.
Kar û xebat yê ji bo Male: Dîwarê sûra hewşa Malê hatiya xilaskirin. Ji ber kêmasiyên aborî, çeperên hesin, kû wê li navbera stûnên sûrê da bên gerêdan nehatine çêkirin. Lê belê tistê herî balkêş deriyê hewşa Malê ye. Herdu aliyê dêrî du stûn ji kevrê mermer hatine çêkirin. Li ser wan herdu stûnan, wê qub wek qubê serê Lalişa Nûranî bên danîn. Lê hêjî devê deriyê hewşê nehatiye xilaskirin. Devê deriyê hewşê wê bibe simboleke berbiçev û wê tabyetmendya Malê Êzîdiyan û ola Êzdîtiyê mêvana ra diyar bike. Ew cara ewlin e kû simboleke wa ji bo êzîdiyan dervayî welat tê avakirin.
Ayaleta Niedersaksenê 60 saliya xwe pîroz kir. Endamên Komîta rewebir û Komîta Ciwanan yên Mala Êzîdiyan bi bernemeke Sanoyê tevî wê pîrozbahiya salvegerê bûn. Eyan e kû Malpera me di warê agahdarî û ragîhandinê pir zengîne. Di 2006 da zedetirî 100000 xwendevan bûne mevanê Malpela me, daîn û standin bi me ra kirin. Xwendevanê Malpera me yê 2006 bi 10% ji sala 2005-a zêdetir bûn. Balkêşiya herî taybet tayên wê yê Forûm (Giftûgo) û Newsê (Nuçe) bûn. Vana bêtir guhdariya xwendevana kişandin ser xwe. Guhdarya serokbajarê Oldenburgê yê berê, birêz Dietmar Schütz, timê li ser me bû û alîkariya bi me dikir. Bi wê rêda em sipasiya xew ji bo wî elam dikin.
Di 25.06.2006 me roja bîranîna Cangoriyen xwe yên 72 Fermanan da kivşê. Ji aliye Komîtêya Rewsembîrî ya Mala Êzîdiyan da seva guhdaran 10 sêmînar hatin pêkanîn. Berhevkarê wan sêmînaran rewşenbîr û sîyasetmendarên Kurdên êzîdî û Kesên xwendevan bûn. Bi hejmarek mezin endem û ne endemên Malê beşdarî wan babetên bi taybet bûn. Bi tevlêbûna dost û endamên Mala Êzîdiyan me cejnen xwe yê Olî: Çarsemba Sor û Îda Êzî bi bernemeyên zengîn bi serketin pîroz kirin. Têlêvzyona Oldenburg Kanala 1ê tev pîrozbahiya wan Cejnên me bû û di bernemê xwe da ew ragihandin temaşevana. Mixabin, li Mala Eîdiyan da gelek Tihazî ji hatin danîn. Em dibejin emrê Xwedê betal nabe, rehma Xwedê li wan kesa be, cihê wan Bihuşt be û em sersaxiyê ji mirovên wan ra dixwazin.
Salnama me ya 2007 bi kurdî û elmanî hatiye çêkirin, şikle we rengîn û naylonkirye. Cejnên me, rojên meye pîroz têda hatine dîyarkirin, kesê bixweze bi rêya Postê wan dest bixîne bila zirfeke A3 û 6 Pûlên bahê 0,51 Euro a ji mera bişîne. Di heyva 11 da me bi endem û dosten xwe ra Kongirek li derxist. Li ser gelek xalan û pirsgirêkên li nav civaka Êzîdiyan girtûgo hatin çêkirin û agahdarî hatin dayîn. Ji bo pêsîrojê da pêşneyaze û daxweyanîye Andaman jî di hatin nivîsandin. Xalên, kû Kongirê da liser mijûl bûn, ev bûn: civak, jinan, ciwan û mafê mirovan. Endamê Komîta Revebir Sait Yenîce, xwe ji endemetiya Komîta Revebir da paş. Ji bo karê wî yê salane û bê qisûr li nava Komîta Rêvabir da bi vê rê em wî sipas dikin.
Xanna Omerxalî: Gelek sipas. Niha jî bi kerema xwe çend giliya derheqa kar û xebatê Hevkariya Komela Êzîdiyan me ra bêjin.
Telîm Tolan: Di sala borî da, hijmara komelan Êzîdiyan li Elmanyayê ku tevî Hevkariyê bûn zêde bû. Ev gavek e gelek girîng û balkêş bû ji bo Hevkariya Komelên Êzîdiyan li Elmanyayê. Em dikarin bêjin kû hemû Komelên Êzîdiyan li Elmaniya bûn endamên Hevkariyê... Armancek ji armancên Hevkariyê ew e, ku ola Êzî jî wek ola Îslamê bi fermî li dibîstanên Elmanyayê da ji bo zarokên êzîdiyan bê dayîn. Tekliyên me yê hevkariyê û alîkariyê, bi Hevkariya Komelên Kurdan ra li Elmanyayê, kû nunêriya piraniya Kurdên Elmanyayê dikin, li sala 2006 hê xurtir bûn. Me di nav çalekiyên xwe da bi Partya SPD, endamên Hukumeta Elman li Berlinê, bi alîkariya sêwerdarê xwe Saukeddin Îssa, di derheqa mafên Mirovan, bi taybetî li ser rewşa êzîdiyan, rûniştinek pê anî.
Kar û xebatên me bi Präventionsrate bajarê Oldenburgê ra, kû ji aliye hemû Fermangehên Hukumetê hatiye sazîkirin, bi jihev femkirin tê berdewamkirin. Pewindiyên me bi Komela Siryaniya (xirîstiyanê Ortodoks) li Delmenhorst berdewam in. Di heyva 11-an da, endamên herdu Komela li Mala Êzîdiyan da rûniştinek bi hev ra pêk anîn.
Xanna Omerxalî: Ez dizanim, kengê, dûrî van dera be, êzdiyek diçe rehma Xwedê, ewî tînin Mala Êzîdiyan û vira ciyekî taybet heye, kîderê şêx û pîr wî dişon, Qewla ser da dibêjin û şîna xwe dikin wek qirara dîn tevî xêr-xêrata. Hûn jî şedenameyekî didine xayê mirî, ne wisa? Yan jî kengê dewatek çêdibe, bûk û zava têne Mala Êzîdiyan û wêderê şedenameyek hildidin, ku ewana bi adetê (sed û hed) êzîdiyan zewicine. Ez çawa dizanim, ew tişt carekî pêşîn e, ku nava êzdîxana dinyayê da tê kirinê. Hûn dikarin bi kerema xwe derheqa van tişta jî me ra bêjin.
Telîm Tolan: Ji me re gelekî esas e, ku Mala Êzîdiyan weke “Gemeindehaus” ya xiristaniya wezîfa xwe bi cî bîne. Mala Êzîdiyan îro bi hemû şîn û şahiyên civata xwe radibe. Bi vî karî MÊ cihê xwe di nav civata xwe digre û ji alê Êzîdiyan tê hizkirin û xweyîkirin.
Xanna Omerxalî: Birê hêja, niha jî ez dixwazim ji we bipirsim derheqa pirsgirêka me ye herî ferz da. Em êzdî, eva êdî cara çenda ne, bi destê felekê terkeserî û belayî dinê bûn û ez çawa dibînim, sed car heyf, cahilên me zimanê xwe bîr dikin, e’rf-e’detê xwe bîr dikin. Cihalên me (ne ku tenê ewana) derheqa dînê xwe zehf kêm dizanin, bingeha bîr û bawariyên ola kal-bava hêdî-hêdî bîr dikin. Hûn nabêjin, ku em ber bi helandinê diçin? Gerekî çi bê kirinê? Çi rê û derba hûn didine pêşiya cahilên me û civakên êzdîxane boy altkirina temarên prosêsa asîmîlatsiyayê? Bi texmina min Mala Êzîdiyan li Oldenburgê da roleke mezin dileyîze bona safîkirinên wan pirsa. Kerem kin...
Telîm Tolan: Êzîdiyetî yek ji dînên kevnar yê cîhanê ye û tijî felsefeke kûr û dewlemend e. Xwuşka Xanê, gelekî pêwîst e ku ciwanên me nasnameya xwe ya Êzîdî qebûl bikin û xwe pê serbilind jî bibînin. Jibo bi hizkirin bi cî bînin lazim ewil zanîbin Êzîdiyetî çiye û çima jî hewcebûna xwedîkirina vî dînî li Ewropa jî heye. Ev bawerî bê perwederkirin nayê girêdan. Çê nabe jî ku civat vî karî tenê leviya dê û bavan re bihêle. Çawa di dibistan û dêran de xiristiyan zarokê xwe nêzîkî baweriya xwe dikin, lazim e Malên Êzîdiyan jî bi vî karî rabin. Ev proseseke nûh e û înkan heta hewcebûn li welat hewqas tunebûn. Em nizanin ku Êzîdiyetiyê dê heta sed salê din jî li Elmaniya bê parastin, lê îro xiristiyan bi xwe li welatê xwe roj bi roj endamên xwe hinda dikin. Em di wê baweriyê de ne ku Êzîdiyetî hêja ye mirov lê xwedî derkev e û ne modeleke kevn e weke çawa hinek liser difikirin. Lê belê ferz e ku civata êzîdî guhartina hinek praktîka ligor şertên Ewropayê pêk bîne, û piştî jiyaneke 30 sal li Elmaniya êzîdî gelekî xwe integre kirin bê kû giraniya Êzîdiyetiyê hinda bikin.
Xanna Omerxalî: Ew êzîdiyên ku bajarên wan da Mala Êzîdiyan (hêj) nehatine damezirandinê, bi dîtina we, gerek çi bikin wekî êzdîtayê xwe biparêzin û bikarbin xwe xweyî kin wek êzîdî? Çi ye dermanê nehelandina êzdîtiya wan?
Telîm Tolan: Jibo parastina Êzîdiyetiyê hewcebûna Malên Êzîdiyan esas e. Ferz e ku di her bajêrekî ku komeke baş êzîdî lê dijîn komelek bê damezrandin. Ev şert li gelek ciya peyda bû. Em jî wek Mala Êzîdiyan Oldenburg hazir in, piştevaniya damezrandina Komelan bikin.
Xanna Omerxalî: Ez zehf ji we razî me! Ez we ra bi dil û can di karê weyî pirqîmet da serkeftineke mezin dixwazim, her wisa jî di jiyana we da! Pêşîkesên mînanî we bira Xwedê gelekî bide êzdîxane. Mala Êzîdiyan li bajarê Oldenburgê da bira ava be, şên be û qedîm be.
Telîm Tolan: Xwuşka Xanê, em jî sipasiya te dikin.
Tîrmeh, 2007. Oldenburg. |