|
KURD Û DIJMIN BI HEV RA Û WEKE HEV ÞA DIBIN
Hejmara rojnama ”Hêvî” ya 43-a da gotara Canpola
"Erê xemsarîya me çi kir û çi ne kir" çap bûye li ser pêwîstîya
hajpêhebûna hûrgilîyên derheqa ola kurda ya here kevnar-êzdîtîyê.
Canpola ev pirsa giring bi dilê kovan û xemgîn pêþda dikiþîne û hîvîdar
e yek bersîvê bide. Bira ev nivîsara min bibe xeleqek ji zincîra wan
bersîva, ku wê rûpelên "Hêvî"-ê da bibine têmayên gotûbêja.
Hîç þika wê yekê tune, ku hemû dîn, nav wan
da îslam û êzdîtî jî, merîya hînî paqijayê, rastîyê, dilremîyê,
nazikayê, bedewîyê dikin. Pirs tenê wêda ne, ku çima îslam ber dilê
piranîya kurda ji êzdîtîyê ezîztir e. Ew jî wî çaxî, ku êzîdî dînê
kurdayî kevnare ye, lê musulmanî bûye dînê kurda. Û eger herdu dîn jî
paqij in, çima emê dest ji yê xwe bikiþînin û ne yê xwe biparêzin. Ev
têma jî hewcê minaqeþê ye.
Eger dewleta me-kurda hebûya, wî çaxî dînê
êzîdî wê bi paqijayî, dewlemendtîya fikir, þîret û temîyên xwe va deng
bida. Dua-dirozge, qewil û telqînên me da fîlosofîya jîyanê ya kûr
heye. Ew yek hetanî îro jî di nav erf-edet, rabûn-rûniþtin, þîn-þayên
me da têne ber çava.
Eyan e, ku du pirtûkên dînê êzîdîya "Cilwa" û
"Meshefa Reþ" berî çend sedsala bi tîpên taybetî hatine nivîsarê. Wek
em zanin, cihanê da bi seda milet hene, lê cûrê herfan her tenê þeþ
in-latînî, erebî, ermenî, gurcî, çînî û îvrît. Tîpên êzîdîya jî
dikaribûn bibûyana yên 7-a, lê...xwedî lê derneket.
Tiþtê herî ecêb ew e, ku dîrok dibêje ola
kurdan ya here kevnar êzdîtî ye, lê musulmanî ji ereba hatîye û bi darê
zorê bi me dane qebûlkirinê, û gelek kes jî vê rastîyê qebûl dikin, lê
ji sedî 99-ê kurdan dîsa musulman e û ji sedî 1 tenê êzîdî ye. Em jî,
Canpola jî dibêjin "Parastina êzdîtîyê parastina kurdîya dirust e", lê
bi mîlîyona kurd bûne musulman, hetanî îro jî dibin, û yek ji wan
venegerîya ser dînê kal-bavê xwe. Me bi deha keçên xwe dane kurdên
musulman, hîç yekî musulman keça xwe neda kurdên êzîdî. Xudêgiravî dînê
wan fire ye, dînê me jî teng e. Heyran, ew tengbûn li me qebûl e, hîn
tengtir be, çêtir e. Hinek ji wan jî nanê me naxun, ji ber ku destê
êzîdîya lê ketîye. Lê nanê destê hemû musulmana, hemû dijmina, heta
bavkuþtîyê xwe jî dixun. ‹car dijmin ne kafir e, em kafir in! Mesela
kurda cîwar dibêje: "Ga nanale, bar dinale". Wek dibêjin, xweþ bazar e!
Em bixwezin-nexwezin, îslam îro bûye ola kurda
jî. Dînparastinê da her yek aza ye. Lê îcar em binihêrin, ku îslamê çi
da kurda û êzdîtîyê çi da? Ez tenê nimûna kurdên Sovyêtistana berê
bînim: sala 1923-a hukumeta Sovyetê li Azirbêcanê, bi merkeza Laçîn
avtonomî da 41 hezar kurdên musulman. Wan sala li Ermenîstanê 15 hezar
kurdên êzîdî hebûn. Ji sala 1930-î vir da li Azirbêcanê ne avtonomî
heye, ne jî kurd. Û tenê sebebeke wê heye: ji ber ku kurdên wira
musulman bûn, nav azirîya da helyan, bûne bav-birayê hev. Û gava ji
wana dipirsî "tu kurd î?", dibêjin: "na, apê min, an jî kalikê min kurd
bû". Lê îro tenê li Ermenîstanê 56 hezar kurd hene û hetanî van salên
dawî navbenda pêþketina ziman, dîrok, folklor, êtnografîya kurda li
temamîya cihanê li wir bû. Û tenê sebebeke wê pêþketinê heye: ji ber ku
piranîya wan kurdên êzîdî ne.
Kurdên musulman li Ermenîstanê him tevî
azirîya diman, him jî nava ermenîya û êzîdîya da. Yên nava azirîya
diman, hîç pêþ ne ketin, hinek jî helyan, lê yên nava ermenîya û
êzîdîya diman, pêþ ketin û hîç kes nehelîya.
Canpola bi nehayadarîya xwe ronakbîrên kurdên
êzîdî bêhurmet dike, dibêje: "Ez mizgînîyê didim, ku êdî nivîskar di
nav kurdên êzîdîya da peyda dibin". Birayê delal, gunehê te nîne, ji
ber ku haya te pê tune. Gava bi deha sala berê-sala 1936-a Hecîyê Cindî
û Emînê Evdal bi tîpên kurdîya latînî li Yêrêvanê "Folklora kurmanca"
çap dikirin bi 500 rûpelî (û navda gelek qewil, dua-dirozgên êzîdîya jî
hene) û serokkomarê Kurdistanê Qazî Mehemed digot "Qurana me ev e", wan
sala hema bêje li hemû perçên Kurdistanê hîç behsa nivîsîna bi kurdî jî
tunebû. Bilî wê, me bi seda pirtûk çap kirin. ‹car de ka tu bêje, ji bo
çi îro li Kurdistanê û Awropayê bi seda pirtûkên kurdî çap dibin, yên
sist û xirab jî nav da, hinek ji wan cara çara-pênca, lê ew "Qurana"
me, ku wê da hemû nimûnên folklora me ya zengîn hene, çap nebûye. Û ne
tenê tu, gelekên wek te xebata kurdên êzîdî ya 60 salan ji bo
kurdeyatîyê çawa lazim e ne þêkirandine. Bedirxaniya û "Hawar"-a wan
ser çavê min, lê bi deha pirtûkên me yên ulmî, dersa, helbesta,
serpêhatîya, romana, 1700 sitiran û 40 pîyês-þanoyên radyoya me,
rojnama me "Riya teze", ku ji sala 1930-î derdikeve, li ku man? Heger
ser dînê êzdîtîyê kêm tiþt ronahî dîtibin jî, sûc ne yê me ye, Sovyetê
da propagandakirina dîn qedexe bû.
Berî çend sala li Moskow konfêranseke
kurdzanîyê pêk hat, li wêderê fikir hate gotinê, ku zimanê kurdên
Sovyetistanê bikine bingeha zimanê kurdî (zaravê kurmancî) yê
lîtêratûrîyê. Gelek kurdên Kurdistanê xwe aciz kirin. Çima? Ji ber ku
nizanin, ku zimanê me çawa hatîye helkirinê û þimþatkirinê. Ez nimûnekê
bînim: van dawîya 15-20 zimanzanên kurda berev bûne, ku kurdîya gotina
"prodûksîyon" bibînin, an jî çêkin. Nikaribûne. Û kesî jî nizanibûye,
ku me zûda ew gotin çê kirîye, ketîye nava qalibê kurmancî û bûye
"deranîn". Niha em vê gotinê û gelekên wek wê (wek "bîskilêt" me kirîye
"çerxesiwar") bi zorê jî ji nav zimên derxin, dernakevin.
Ev pêþketina me li Sovyetistanê, xwesma li
Ermenîstanê, qet dijmina xweþ nedihat. Wan sala jî tirka dixwest ku
radyoya me bê dadanê, ji ber ku keda wê di hiþyarkirina kurdên
Kurdistanê da jî pir bû, lê destê wan nedigihîþt, milê wan ranedibû, ji
ber ku Moskow piþta me bû. ‹car piþtî hilweþandina Sovyetê dijmin kete
nav me û bi destî "tûzîkên" me-kurda her tiþt rûxand. Gava Ermenîstan
serxwebûn îlan kir, nav kurda da sê komik hatine çêkirinê- 1) "Yekîtîya
êzîdîyan", ku dibêjin em ne kurdin. Dewletê jî ji radyoya me - kurdî
sehetek birî (ji sehetnîvekê nîv sehet hîþt û salîta (antên) ku
Kurdistanê pê guhdarî dikir jî derxist) û nîv sehet da êzîdîyan, ji bo
wan rojnama "Dengê êzîdîyan" derdixe. Û bi wana milet ra dibêjin, ku
kurda ermenî û êzîdî qir kirine. 2) Hinek lawik jî hatin, ketine nav
milet, propaganda kirin, ku xudêgiravî Kurdistanê çê dikin (Kurdistana
Sor jî, ya mezin jî), ha îro, ha sibê, tiþt ne maye, ha...Û eva çend
sale dibêjin tiþt ne maye, ha, 2 meh maye, ha. Carekê min ji kalekî
gundê me pirsî, çawane, baþe-xirabe, ku lawik we "hiþyar" dikin, fikirî
û gelek cîwar got: "Heyran, ji me ra gotin hiþyar bin, em jî hiþyar
bûn, îcar nahêlin em razên". Ez dibêjim ji van gotinên lawika her tenê
"tiþt ne maye" rast e. Gava nîvê gundên Kurdistanê bêne xirabkirin,
þewitandin, þêlandin, kavilkirin, valakirin, îdî çi dimîne? 3) Me jî bi
9 hevala va li Ermenîstanê "Yekîtîya Ronakbîrên Kurda" ava kir û çûne
nav milet, ku xeletîyên van komika rastkin. Me digot, ku haj xwe hebin,
li vir karê we çêkirina Kurdistanê, sîyasetê ne ketîye. Yên xwe êzîdî
dihesibînin, bira bêjin em êzîdî ne, lê her nebêjin em ne kurd in. Me
digot, ku ji me tê xwestin em zimanê xwe biparêzin, çande û edebîyata
xwe pêþxin, komikên sitirana û reqasê çêkin. Pareke milet ji mera digot
"‹ro-sibê Kurdistan çê dibe, hûn jî pey reqasê ketine", parekê jî digot
þêx-pîrên me dibêjin em ne kurd in, parek jî digot, em bêjin em kurd
in, wê me ji vir derxin.
Derdê nayê kiþandinê jî ew e, ku hukumeta
Ermenîstanê alîkî va dibêje êzîdî birayê me ne, kurdên musulman dijminê
me ne, alîyê dinê va jî hevalên koma 2-a (ku pirên wan kurdên musulman
in) hiz dike, lê camêrên koma 3-a (ku hemû jî kurdên êzîdî ne) hiz
nake. Gelo ji vê yekê bîna kerratîyê, kurrederê û golegenîyê nayê?
Em dijî van herdu komika derketin, vana jî bi
ermenîya ra tevayî êrîþ anîne ser me. Çara me hate birînê, wek dibêjin
"îdî gihîþte serê poz", em ji Ermenîstanê derketin. Ji "Yekîtîya
Ronakbîrên Kurda" akadêmîk Þekroyê Xudo û profêsor Þerefê Eþir çûne
Moskow, nivîskar Wezîrê Eþo û helbestvan Eskerê Boyîk Bêlçîkayê, doktor
Tosinê Reþîd Australîyayê, ulimdar Celîlê Celîl Austrîyayê, mamosta
Aslîka Qadir Almanîyayê, zimanzan Çerkezê Reþ kes nizane li ku ye, ez
jî li Swêdê...
Ango, dijmin çi dixwest? Dixwest kurdên
Ermenîstanê bê xwedî û bê serî bike. Û kir! Di nava her miletekî da jî
xweyê milet ronakbîr in. Dawî çi bû? Para Kurdzanîyê li Akadêmîya
Ermenîstanê hate dadanê, rojnama "Riya teze" dewsa hevtê du cara, mehê
du cara dertê, wedê (wext) radyoya kurdî sê cara kêm bûye, pirtûkên
dersa, bedewetîyê çap nabin. ‹car êzîdî, lawikên Kurdistanê çê dikin,
tirk û dijminên mayîn bi hev ra û weke hev þa dibin. Gelo ew çawa dibe?
Hela serda jî serserî ji zaneyên wek Kemal Burkay, Þekroyê Xudo û
Kendal Nezan ra dibêjin xayîn. Ji xwe, tirk jî usa dibêjin.
Ermenî jî dîtin, ku ronakbîrên kurda çûn, ji
xwe kurdên musulman jî berî çend sala ji tirsa revîbûn, gotin, ku bal
me kurd ne mane, her êzîdî ne, ew jî ne kurd in.
Canpolayê payebilind, a tirsa me ji îro þûnda
ye, ji ber ku ronakbîr neman, ku êzdîtîyê û kurdîtîyê li Ermenîstanê
pêþxin. Lê karê berî wê, ku bi sala hatîye kirinê, dikare bibe milkê
gel. Wan pirtûkên me (tenê yên baþ) li Awropayê û Kurdistanê carek din
çapkin, sitirana bikine kasêt, pirtûkên zanyarî yên rûsî, ku ser kurdan
e, wergerînin. Bi kurdî dibêjin: "Þûrê milet fêza þûrê dîn da ne".
Ango, pêþî milet û welat, paþê dîn. Lê kurdên me eger musulman bin, ji
tirk, faris û ereba musulmantir in, eger êzîdî bin, hinek jî digihîjine
wê derecê, ku dibêjin em ne kurdin.
Ez vê gotarê li kampeke Swêdê dinivîsim. Li
vir kurd gelek in. Piranîya kesên kampê jî miletên din in û musulman
in. Sibê zû seheta 7-a dengê azana mellê, ku Quranê dixûne (bi kasêtê),
ji du oda tê û herdu oda da jî tenê kurd dijîn. Yên ku berî giþka
diçine nimêjê, dîsa kurd in. Hevalek jî þerê Kurdistanê da milekî xwe
unda kirîye, çend cîya da jî birîndar bûye, lê olperestekî usayî
fanatîk e, ku tu dibêjî qey kilîta buhuþtê di berîka wî da ne, lê hîç
nafikire, ku Quran dibêje musulman gerekê musulmana neêþînin, hîç
nafikire, ku ew çawa hemû miletên musulman bûne dewlet, kurd her man.
Hinek ji wan jî gava çev min dikevin, ji hevdu ra dibêjin-"ew êzîdî
ye", giva ne ji meye. ‹car were vê ecêbê! Wek kurdî dibêjin, "Ezê vê
kulê bikime kîjan qulê?"
Xulese, wek min got, ez ne dîndar im, ne
êzîdîparêz im û ne dijî îslamê me, lê ez dibêm, ku kurd hemû êzîdî
bûna, belkî zûda dewleteke meye zor û zengîn hebûya.
Berî çend sala min miqalek di "Azadî"-yê da
çap kir ser herdu pirtûkên dînê êzîdîya- "Cilwa" û "Meshefa Reþ". Vê
carê ezê miqalekê binivîsim, ku Cegerxwînê mezin li ser dînê êzîdîya çi
gotîye. Ewî sala 1982-a, dema hevdîtina me, li Lênîngradê, mala Qanatê
Kurdo da ser vê meselê min ra gotîye û min dengê wî girtîye
dengnivîsokê. Eger "Hêvî", an jî weþaneke din wê çap bike, zanebûnên we
ser êzdîtîyê wê hîn zêdetir bin. Lê berî wê hûn dikarin pirtûka Eskerê
Boyîk "Duaya serê sibê" bixûnin, ku weþanxana "Roja Nu" van dawîya çap
kirîye.
Dawîyê dixwezim duake êzîdîya raberî we bikim, ku diya min her sibe dibêje. (Lê çawa tê bîra min, usa jî dinivîsim).
Ya serê sibê.
Tu bêyî hewara nevsên nav tengîya,
Rêwîyên serê riya,
Hêsîr û jara, bê cî, bê wara,
Bêyî hewara 72 mileta,
Hêja bêyî hewara der û cînara,
Komî-kulfeta, hemû nefera...
Me pêþî ji hemû mileta ra xwest, paþê ji xwe ra. Belkî dengê me jî
gihîþte cî, hemû para xwe sitendin, lê em man. Belkî dora me hela ne
hatîye. Dorê sekinandin jî ne çare ye. Bi kurdî dibêjin. "Ya dest dike,
dê-bav jî nake".
Têmûrê XELÎL |