Center Of Yezidi Culture  
   
 
Saturday, 17 May 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Русский
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forûm
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Video
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Destê rêjîma Sûriyeyê di qetlîama ?ingalê de heye! PDF Print E-mail
Wednesday, 29 August 2007

 
KURDISTAN, 26/8 2007 — Karesata ko bi serê mirovên me yên li ?ingalê de qewimî, dilê me ê?and; wîjdana hemî rizgarîxwazan li Îraq û seranserê cîhanê hejand. Tevlî ko ew tenê xelekek bû ji xelekên rojane yên fîlmê ku?tin û têrorê li Îraqa birîndar ko derhênerê wê nas û nenaskirî ye, lêbelê qetlîama ?ingalê hindek name û wateyên teybet bi xwe digire, ji wana:

Yekemîn: Tawan qewimî dema ko serokatiya siyasî ya Kurdistanê li Bexdayê bû, bi mebesta dîtina çareseriyan ji kirîza hikûmeta Îraqê re û veki?andina hindek hêzan ji parlementoyê bi armanca rawestandina piroseya siyasî. Pêkanîna tawanê di vê demê de, pi?tgiriyek bû ji hêzên têrorîstî re yên ko rew?a wan hatibû xerabkirin pi?tî operasiyonên hevbe? di navbera hikûmetê û hêzên pir-netewe de. Tê zanîn jî ku, hêzên xwe veki?andine û di nav de çeteyên bereya Tewafuqê kiriyarên teroristî pêktînin bi harîkariya rêjîma Sûriyeyê nemaze Haris Darî yê ko ji aliyê wezareta derve ya DYA-yê ve hate tawanbarkirin.

Duyemîn: Destê rêjîma Sûriyeyê di qetlîama ?ingalê de heye. Ji ber vê çendê ko rojavayê Îraqê û sînorê hevbe? bi herêma Kurdistanê re di bin berpirsiya alavên ewlekariya Sûriyeyê de ne. Sûriyeyê û Îranê lihevkirine ko Îraqê bi?ewitînin û li hemberî hêzên Amerîkayê derbikevin û ezmûna dêmokirasiyê têk bidin, û kiriyarên teroristî bidomînin û pi?tgirtiya terorîstan bi hemû ?êweyan bikin.

Ji aliyekî din ve, armanca qetlîama ?ingalê tunekirin û qirkirina Kurdan e, û be?eke bingehîne nisbetî bernameyê Sûriyeyê di warê erebkirina navçeya kurdî li Sûriyeyê. Biriyara herî dawî ko rêjîma Sûriyeyê girtibû veguhastina dehan malbatên ereb ji deverên Hisîçe û ?edadê û bicîkirina wan li ser zeviyên cotyarê kurd di navçeya Dêrikê (niha Malikiyê) ya nêzîkî ciyê bûyerê.

Rayedarên ?amê wisa hizr dikin ko bi cîanîna qetlîama ?ingalê wê bibe alîkarê bicîanîna pilana erebkirina Dêrikê! Nemaze ko ev pilan berdewamiya piroseya erebkirinê û dûrxistina kurdaye ji sînorê wê yê hevbe? bi Îraqê re li herdû aliyan.

Pêwîste em li vira bidin xuyakirin ku-li gor hindek agahiyên taybet-alava ewlekariya le?kerî ya Sûriyeyê, di bin çavdêriya dîrêkt ya lîwa Mihemmed Mensûre nivîsgeh û bingehên nehênî li Qami?loyê vê dawiyê dane vekirinê-tê gotin ko hinek ji wan girêdayî rêxistina el-Qayidê ne-lê ne dûre ko ew taybet bin bi rew?a gelê Kurd li Sûriyeyê û Îraqê! Girêdayî vê babetê, Serokê herêma Kurdistanê he?kere kir ko destê-istîxbaratên dewletan-(bê ko wan bi nav bike)di qetlîama ?ingalê de hebûye. Sedem jî ewe ko ezmûna gelê kurd negihe serî û benda 140-ê ji makezagona Îraqê ya taybet bi rew?a Kerkûkê ve, bicî newe.

Sêyemîn: Tawan bi rengê ko pêkhat dide xuyakirin ko destê rêxistina el-Qayideyê jî têde heye, angu Qayide dibe hêzeka serekî di ?erê li dijî gelê Kurd û bi cîanîna pilanên ?ovînîst û nijadperestî li dijî Kurdan, û di nav de guhêrandina bunyatgeriya dêmogirafîk û koçberkirina kurdan.

Helbet, Qayide vî karê xwe bi danûsitendin û rêvebirina di gel rêjîmên dêspotîk yên rojhelata nêvê re dike, nemaze herdû rêjîmên Sûriyeyê û Îranê. Ev yeka careke din dide îzbatê ko hevbendiyeke bednav û xirap di navbera Îslama siyasî û neteweperestan di navçeyê de heye.

Ev pir xeternak e. Ji hêzên azadî û a?îtiyê û dewletên mezin û civaka navneteweyî tê xwestin ko bêtir pi?tgirtiya gelê kurd li Îraqê bikin û hikûmet û dezgehên wê yên dêmokiratîk, û pi?tgirtiya kurdên Sûriyeyê jî bikin li hember hêzên tariyê û dijminên ronahî û jiyan û pê?veçûnê.

Çaremîn: Ji dema rizgarkirina Îraqê, hêzên tarîperest û dûvikên rêjîma jinavçûyî û komên tundrew û parêzerên wan li Sûriyeyê û Qayide û hevalên wê li Îranê pilaneke nû danîn têde bala xwe bêtir didin pêkanîna kiriyarên terorîst li ser sînorên Kurdistana Îraqê nemaze li Kerkûk û ?ingalê tevlî hin deverên din weke Mendelî û Diyalayê.Sededma vê jî, ji ber ko ciyên navborî ne girêdayî hikûmeta herêma kurdistanê ne, bi gotineke din ewlehî û aramî li wan nîne.

Lêbelê, armanca wan navenda Kurdistanê ye! Armanca wan rawestandina piroseya bi cîanîna benda 140-ê ya destûra Îraqê ye. Ji terorîstan bê, dê li her devera kurdistanê teqîn û qetlîaman çê bikin.

Pêncemîn: Çiqasî ko hêzên terorê yên tundrew xwe di bin navnî?anên mezhebî anjî olî de ve?êrin, lê bahaneyên wan vala diçin. Armanca wan bi he?kerayî ewe ko gel? Kurd tune bikin nemaze kurdên Êzîdî. Herçende rew? giran be jî, lê tevgera rizgarîxweziya kurdî dê nekeve ?erên oldarî û tayfegerî ji ber ko ?er di navbera azadî û dêmokirasiyê û guherîn û pê?veçûnê de ji aliyekî ve û li aliyê din dîktatoriyet û teror û tarîperestiya sedsalên navîn û pa?ketinê de ye. Gelê Kurd û tevgera wî ya rizgarîxwez û hikûmeta wî ya federe û parlementoya hilbijartî ciyên xwe di refên pê?în yên pi?tgirên azadî û dêmokirasiyê de girtine: ew tucarî ji a?îtî û azadiyê xwe nadine pa?.

?e?emîn: Pabendiya Kurdan bi çareseriya a?tiyane û dêmokiratîk û di riya diyalogê de ya pirsgirêka kurdî nayê wê wateyê ko wan dev ji mafê xwe yê xweparastinê berdane. Tevgera Kurdî mafê xwe heye ko xwe biparêze, nemaze li dijî êrî?ên terorîstan. Kurd dê bêdeng nemînin li hember guherandina dêmogirafîk ya welatê xwe.

Heftemîn: Roj li pey rojê, pêwîstiya vegerandina deverên erebkirî û li derveyî hikmê hikûmeta herêm, zêdetir dibe. Ev ti?t bêtir tê xuyakirin di nameyên ko ji aliyê ni?teciyên wan deveran de têne ?iyandin ji serokatiya herêma kurdistanê û hikûmeta federe ya Bexdayê re. 

< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 23 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization