Center Of Yezidi Culture  
   
 
Saturday, 17 May 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Русский
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forûm
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Video
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Êzîdxane kakilê Kurdistanê ye PDF Print E-mail
Saturday, 06 October 2007

Êzîdxane kakilê Kurdistanê yeÇawa ku berî çend hezar salan bingeha ?aristaniyê li Kurdistanê hatiye danîn, di eynî wextê de li hember vê ?aristaniyê bingeha hovîtiyê jî hatiye danîn. Ne hewceyî ?îrovekirinê ye ku di bingeha ?aristaniyê û ya hovîtiyê de  hîmê bingehîn aborî ye. Erdên nav Dîjle û Firatê ciyê xêr bereketê bûn. Vê xêr û bereketê dewlemendî çêkiribû û li ser vê dewlemendiyê kurd bi pê? de ketibûn, gund û bajaran ava kiribûn. Xelkên ku di wê dewrê de hov û kovî bûn, birçî û tazî bûn, gava çav li dewlemendiya nav herdu çemên mezin diketin, av ji devê wan diçû û ji bo talanan rakin dest bi êrî?an dikirin. Êrî? xwîn bûn, mirin bûn, ?ewat û wêrankirin bûn. Wê gavê Kurdan pez kedî kiribûn, di nav berrî û zozanan de keriyên pez xwedî dikirin. Çandiniya ceh û genim dikirin, rez çêdikirin. Çawa ku aniha petrol bela serê Kurdan e, di pê?de jî wê av bibe bela serê wan, wê gavê jî ew dewlemendî bela serê wan bû.

Kurdistan bi vê rew?a xwe bûbû hedefa talankeran. Hovên destbi?ûr, koviyên devbixwîn, ji bo xelkê xwe be?darî talanan bikin li îdeolojiyan geriyan û ji dîn ba?tir îdeolojî peyda nekirin. Zaliman di bin alên bixaç û hîvik de bi sedê salan xwîna mazlûman herikandin. Kurdistan pê?iyê di bin lingên hespên Farisên agirperest û Bîzansiyên xaçperest de eciqî. Welatê me bi sedê salan bû qada ?er û talanên herdu hêzên zordest. Pa?ê Ereban rahi?tin ala îslamê û ji bo talanan rakin berê xwe dan bakur. Êrî?ên Ereban di dewra Xalîfe Emer de, di sala 639an( P.Î) de dest pê kir û 1400 sal e berdewam e. Qetlîama ?engalê ya dawî ye. Ez di vê baweriyê de me ku di vê komkujiyê de Ereb û Tirk ?irîkin. Ji ber wan qetlîam û zordestiyan e ku di nav Kurdan de navê Emerê kurê Xetab bi zilmê re bûye yek. Ev rêzikên li jêr tim li ser zar û zimanên kal û pîrikên me bûn:

Emerê bin Xetab e
Ku?tiye dê û bav e
Ne xêr e, ne sewab e

Dîsa di salên 1780an de, li hember e?îrên Milan tifaqek e?îrên Ereb û Tirkan li dar ketibû û dawa zozanên Qerejdaxê dikirin lê ew tifaqa bêyom ji aliyê Dewrê?ê Evdî ve hat parçe kirin. Ji ber vê bûyerê ye ku mêrxasiya Dewrê? nehatiye ji bîr kirin û di nav gelê Kurd de bûye qehremanekî netewî.

Zalimên hov carna ji nav kurdan jî ji xwe re ?irîk didîtin,  bi wî awayî êrî?a dianîn ser kakilê Kurdîstanê û zilmê qat bi qat zêde dikirin. Ji ber ku îslam û îqtîdar bûbûn yek, kurdên li ser navê îslamê dibûn îqtîdar, ji bo xwe li ber çavên talankeran ?êrîn bikin, berê ?ûr û tivingên xwe didan Lale?ê. Li ser navê Tanri û Allah, êrî?î Xuda dikirin. Qîz û bûkên kurdên Êzîdî li bazarên Bexdayê pê?kjê?î waliyê Ereban û pa?ayên Tirkan dikirin. Mîr Muhemedê Kor û Mîr Bedirxan, di van bûyeran de du navên balkê? in.

Dijminên Êzîdxanê yên tescîlkirî Tirk, Ereb û hinek Kurdên mejî?û?tî ne. Tirkên ku li Asya navîn qunên wan li ser pi?tên hespan ditevizîn û heta ku nehatibûn welatê Bîzansiyan avahî nedîtibûn; bi wê hovîtiya xwe 1000 sal e dijminatiya Êzîdxanê dikin. Dijminatiya Ereban jî 1400 sal e berdewam e. Çimkî gava bav û kalên Êzîdiyan dewletên wek Mîtanî, Ûrartû û Med danîbûn, wan nizanibû dewlet çi ne. Gava Lale? qiblegeh bû, Kurdan ji bo Xwedayê ?ev û rojê, bejna xwe ditewand; qewmê Mûsa kole, Qudsa Îsa xerabe, Mekeya Muhamed pûtxane bû. Û ji ber ku Kurd Hûrrî bûn, miletek biesl bûn, Tirk û Ereb li hember wan tim bi kompleks bûn, bi fermanan hêrsa xwe dadixistin.

Rast e, Kerkûk dilê Kurdistanê ye, lê ew ruhê di nav dil de digere Lale? bi xwe ye.  Êzîdxane dîrok û canê Kurdan e. Êzîdxane kakilê Kurdistanê ye. Divê ev kakil ba? bê parastin. Gava kakil tune be, qa?il pû? û palax e, ji ti?tek re nabe.

Divê rûmeta Êzîdiyan di nav Kurdan de tam be. Ji bo vê yekê wek ku Kekê Tosinê Re?îd jî dibêje divê li devera ?êxan û ?engalê parêzgehek bê sazkirin û ev parêzgeh bi her awayî bê parastin. Ji ber ku ew kurdên xas in û  ew bi tu avên biyanî nehatine ?u?tin, ew hur kurdistanî ne.

Însan gava derdikeve huzûra Xweda, jê re îbadetê dike ji hemû xerabiyan paqij dibe û dilê wî bi aveke zelal tê ?û?tin. Di nav vê huzûr û aramiyê de divê ciyê xwîn û zilmê tune be. Divê navê dînan bi peyvên wek ku?tin û qetlîaman re êdî neyên cem hev.

Em dizanin ku ew kesên dijminatiya Êzîdiyan dikin ne dîndar in, ew di bin ala îslamê de dijminatiya Kurdan dikin. Divê xelkên musulman vê rastiyê bibînin û rûyê wan ên re? derxînin rastê.

Next >
 
 
 
Who's Online
We have 9 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization