Center Of Yezidi Culture in Moscow (RUSSIA)  
   
 
Thursday, 04 December 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Russian
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forum
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Download
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Beyta Şêşims PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
Wê kim, ro hiltê ye
Menga zere pê ye
Şêşims dîvanbegê xwedê ye

Wêkim ro hilat e
Mizgîne welat e
Destê Şêşims daye pira doje selat e

Wê kim, hil tê roj e
Şêxê nûrî bişkoj e
destê Şêşims daye pira serat û doj e

Wê kim, hiltê şems e
Me wê nedîye tu kes e
Weke bave, weke pise
Sunetxane nav dikrê Şêşims xalis e

Wê kim, hiltê tave
Hetanî here ava
Sunetxane nav dikrê Şêşims tewave

Wê kim hiltê qemer e
Şêşimsê ser kursîya zer e
Daye nûr neder e
Sunetxane nav dikrê Şêşims deher e

Ro hatîye érşan e
Hilatîye manga giran e
Nûr, nedera Şêşims daye masîya binê behran e

Ro hatîya érşa mîr e
Şêşimsî wezîr e
Nûr, nedera Şêşims daye masîyê behrê kûr e

Wê kim mizgo ye
Ro hatîye nîvro ye
Nûr, nedera giran jê diçû ye

Ro hatîye érşa ser me ra
Wa feqîra jê xeberda
Nûr nedera Şêşims ji ézmana daye erda

Ro hatîye érşa jûr e
Şêşimsî xefûr e
Nûr nedera Şêşims daye masîyê behrên kûr e

Ro nîvro dagerîya
Şêşims gote welîya
.............

Ro çûye érşa teng e
Şêşimsî pereng e
Mêra wê danî oxilme ceng e

Ro çûye têştan e
Hilatîye manga giran e
Go:"Em herin silavgeha Dawûdî bin Derman e"

Dawûdî bin Derman e
Omerê xalan e
Gavanê Zerzan e
Şêşims û her çar biran e
Hezmaman pîrê çil pîran e

Ew Dawûdî feqîr e
Rawa li nêçîr a
Em herin silavgeha Şîxadî, mirazê me qapîyê mîr a

Wê dikim qiset ê
Şerê marîfet ê
Şêşims heye çira ber sunet ê

Wê dikim gotin ê
Şêro tuyî xandin ê
Nav dikrê Şêşims deher bûye din ê

Tu bavê Al-Reşî
Şêro tuyî Lalişî
Derge dîwanê xwedê te jî

Tu bavê Şêx hesenî
Welîkî bor bezînî
Tu bînaya çavanî
Tu hizreta Sultînî
Sunetxane nav dikrê te sekinî

Tu bavê Amadînî
Welîkî bor bezînî
Tu bînaya çavê minî
Tu hizreta sultanî
Sunetxane nav dikrê te sekinî
Tu bavê Heyamadî
Dermano tuy yî wefadî
xwezla min wê ruhêda, Şîxadî xwe lê bivêredî

Mek suk dînê bajara
Rastemal tê hene hezar a
Xweyî kore, nayê tu dîndar e

Îmanê bermedin
Cewara ser medin
Mezin meydanê meleka hûnê serbin

Îman wisane,weke çav e
qasî mû ketîye nave
xweyî destanî bê gave

Ew muyê ten ê
tarî kirîye din ê
Xweyî kore, nayê ber xwendinê

Tu bavê sityê yî
Rûniştî ser kursîyê yî
Sunetxana te maye hîvîyê yî

Tu bavê stî Nisretê
Runiştî ser sovetê
Sunetxana te maye hidretê

Tu bavê stî Gulan ê
Runiştî wê dîwan ê
Sunetxana te maye wedan ê

Şîxadî,Şêxsin in
behrê wana mezin in
Lêşkirê giran, nefûsê wan diçin,
nifûsê wan disekin in

Next >
 
 
 
Who's Online
We have 14 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization