Center Of Yezidi Culture  
   
 
Friday, 05 September 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Русский
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forûm
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Video
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Qewlê Şûrê rastiyê PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
Rima rastiyê bigr pêşxwe ve pavêj
Pişt xwe nenêr
Heke tuy ma·xwerî restî were şêr
Rima restiyê pal ke
Pêş xwe ve pavêj e, ber xweve kal ke
Heger tuy ma·xwerî, maşê mîrê xwe
li xwe helal ke
Wekî sulî di beste
Rima rastiyê hilgirtibû bi deste
Heger tu ma·xwerî, te bi helalî maşê xwe
ji mîrê xwe dixwest e
Wekî te sulî hilaniy e
Rima rastiyê ye bi destî y e
Heger tu maşxwerî, te bi helalî maşê xw e
ji mîrê xwe divê ye

Behira qudretê mewc û hawar tê
Heyam hatine sed hezar,yek bar tê

Behira qudretê bar tê nebê, xelkê zalim
Zor merkeb bestibûn, xelkê êlim
Heyam hatine sed hezar, yek dê mîn e,
sax selîm

Behira qudretê ye di cîd a
Zor merkeb bestibûn xelkekî mirîd a
Ew merkeb ya siltan Êzî ye

Bhira qudretê ye mezin e
zor merkeb bestibûn xelkekî mumin e
Ew merkeb ya Melik ŞêxSin e

Feqîriya rastî ji ewilda
(Feqîr rastî dît ji ewilda)
Xasa li pê vê xirabe fêniyê hilda
Zor ji fêniyê çûbûn,
rastiya mîrê wan mabû di dil da

Feqra yeke çêkir
xwe ji xweşiyên dinê kir
ev dinya terikant û pişt pêkir

Wekî te dilê xwe kire xan e
Mala xwe kire mêrustan e
gelek nexwe·î têde kirne derman e

wekî te dilê xwe xane kir
Mala xwe mêrustan kir
Gelek nexweşî têde derman kir

Xezîne çep û rast in
kilîl û mifte Şêx Adî bi destê xwe parast in
Ji hebûna siltan Êzî ev qewil hemû rast in
Her kesek ji me roja axretê li ser kiryara xwe,
dê ête veguhasi n.

< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 25 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization