Center Of Yezidi Culture in Moscow (RUSSIA)  
   
 
Thursday, 04 December 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Russian
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forum
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Download
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Qewlê Melik Şêxsin PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
Silav û sed Silav
Hey Meleko şirîn kilav
Ya Melek Şêxsin ku baxo Şêx Fexrê Adiya ez bim xulam

Silavên me li Melek Şêx Sin e
Hey mêrdaro yî mezin e
Ya melek Şêxsin ji heybeta te dijmin dimirin e

Şêxê mino ji Adiya
Rêbere ber suniya
Ya melek Şêxsin tu wê li dereca zor hêviya

Şêxê mino ji lalişê
Ji qewlê te xilas bûn xişê

Ya Melek Şêxsin tu baxo şêx Fexrê Adiya
Ez beniyekî ji beniya bi te dijiye

Şêxê mino temam
Di giriya te de digrî şerq hetanî şam
Ya melek Şêxsin tu baxo şêx Fexrê Adiya ez xulam

Tu behrî ez rêm e
Tu kanî ez com e
Yamelek Şêxsin tu li dehir ez li kû me

Tu behrî ez kanîm e
Tu kelehî ez holîm e
Ya Melek Şêxsin tu li dehir ez li kû me

Tu behrî ez şîv
Tu zêrî ez ziv
Ya Melek Şêxsin tu rojî ez heyv

Tu Şemsî ez qemer im
Tu xundkarî ez babzer im
Ya melek Şêxsin tu alimî ez defter im

Tu alimî ez rêzan
Tu siwarî ez çogan
Ya Melek Şêx in tu goykerî ez meydan

Tu elfî ez rûm e
Tu siwarî ez kaşom e
Ya melek Şêxsin tu ferzî ez sunet im

Tu elifî ez bê me
Tu bajêrî ez rê me
Ya Melek Şêxsin di nêv karên te de dimanî ne

Tu bajêrî ez sûk
Tu miftî ez sindrûk
Ya Melek Şêxsin tu yî mezinî ez yî piçûk

Tu babî ez pisim
Tu mekehî ez Qudsim
Ya melek Şêxsin tu mîrî ez meclisim

Tu mîrî ez heval
Li min tacirî ez delal
Ya Melek Şêxsin tu sûkî ez sewal

Tu xinê ez yî dirêj
Tu melhemî ez yî rêj
Ya Melek Şêxsin Ji di nav û kerên te de dibim hawêj

Zêwe tu Lalişî
Mekehê tu berê reşî
Ya Melek Şêxsin ji maldara tu maltijî

Tu Hostay ez kitêb
Bixûne eger te heye êb

Tu hostay ez binyat
Tu xetîbî ez civat
Ya Melek Şêxsin tu el-hemdî ez tehiyat

Tu alimî ez emel im
Tu mêvanî ez mezel im
Ya Melek Şêx Sin li di nav karê te yî kamilim

Ji kesa me tu kesî
Ji weliya me tu pisî
Ya Melek Şêxsin hem tu ruhî hem nefesî

Ji nafesa tu surî
Ji horiya tu hurî
Ji sedefa tu durî

Ji dura tu sedefî
Ji Qurana tu elîfî
Ya Melek Şêxsin ji sûnda tu bo me meshefî

Ji desta emînî
Qurana tu Yasînî
Behrên giran di meyînî

Tu bo me meseb û dînî
Ya Melek Şêxsin xwezma wê ruhê tu bidî û jê nestînî
Bi zor derecare gehînî

Esehî tu Melek Şêxsinî
Mêrdarekî mezinî
Bînaya çavê minî
Sunet navê Şêxadî li Melek Şêxsin sekinî

< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 20 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization