|
Ya Rebî éla şanek û éla mekanek û éla sultanek Ya Rebî tuyî kerîmî tuyî rehîmî Ya rebî her tu xudayî Her tuy î layiqî medih û senayî
Ya Rebî tu melekê melekê cîhanî Ya Rebî tu melekê melekê kerîmî Tu melekê érŞê ézîmî Ya Rebîji enzel de her tuyî qedîmî
Tu tam û kam û rayî ya Rebî her tu Xudayî Her tu heyî û Her tu layiqî medih û senayî
Ya Rebî tu melekê Ins û Cinsî Ya Rebî tu melekê érşû kursî Ya Rebî tu melekê gay û masî Ya Rebî tu melekê alem û qudsî
Tu el-semedî li liftî lemayî Tu el-semedî hey El-mecîdî Wehdê ferz El-hmîdî
Ya Rebî tu xudawendê sepehrî Ya Rebî tu xudanê meh û mehrî Ya Rebî tuxudanê ceh û merî
Ya Rebî tu xudawendê etay Ya Rebî tu layiqî medih û senay
Ya Rebî ji îsma tuyî bilindî Te nav li çû ne, tuy çendî Nazêyî nazayî tu zendî
Miqadestê dû payî Tuyî layiqî medih û senayî
Ya Rebî tu kerem daye hatî Mendayê qûtî Helîmî melik kûtî
Ya Rebî tu álimê îlmay Ya Rebî tu hem hekîmî û hem mecalî
Ya Rebî te ne xafe te ne xurde Xudan malî xudan perde Ya Rebî ciyê te wê li hemû erde
Ya Rebî ti ne lewme te ne renge Te ne awaze te ne denge te ne endame te ne çenge
Ya Rebî kes nizane tuy kusay(çewayî)
Ya Rebî tu weliyê ferza nimêjî Ruh diperêjî Ji milan milkan dibêjî Ya Rebî hekîmê şah û gedayî
Ya Rebî tu hekîmê cimletî alem Ya Rebî te tobe danabû li ser Adem Ya Rebî tu hakimê şîfayî Ya Rebî tu rehmî,keremî,emînî Ya Rebîtuyî El-semedî, em çû nînîn
Ya Rebî ezî ketîme î tawîme Tu hem dermanî û hem dawayî Tu hem dermanî û hem tebîbî Tu hekîmî em xerîbîn
Ya Rebî her tu dizanî dermanê me biçi dibe Ya Rebî tu únsê xurbayî
Û li sûc û guneh û mişewi·e me kirin tehiyat û gewşe Ya Rebî li me bibexşe
Ya Rebî her tuyî hey û tu xuday Her tu layiqî medih û senay Ya Rebî tu xaliqî em mexlûqîn Tu mirazî em daxwazîn
|