Center Of Yezidi Culture  
   
 
Friday, 05 September 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Русский
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forûm
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Video
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Qewlê Xwedanan PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
Padşê min e
Padşe çêkiriye çiya û deşt e
Neqaşê hemû neqş e.

Padşê min efûkar e
Ji ba wî timtê biryar e
Ji bo dinya û her çar kenar e.

Padşê min dinya çêkir
Bi hed û sed lêkir
Benî Adem tê de xenê kir.

Padşê min sir li sem a
Xwedanê şev û roj û dem a
Ji ba wî tê tim kerem a.

Padşê min rebê milyaket e
Rebê her heft sirê bi taqet e
Her heft mêrên bi taqet e.

Padşê min qinyat ava kir ji dir û cewher e
Sipartibû her heft sirên her û her e
Tawisî Melek kire serwer e.

Padşê min rebê Adem e
Ji ba wî tim tê kerem e
Padşê hemû wext û dem e.

Padşê min melkê bêrî ye
Rebê xas û medî ye
Ew Ezdayê min î jorî ye.

Padşê min Rebê Silêman e
Ezdayê minî ins û cinsan e
Hemû jê re ser kêşan e.

Padşê min rebê alim e
Rebê loh û qelem e
Hemû jê re perweste ne

Padşê min Rebê jorî ye
Karê wî dinya bi destê wî ye
Rebê şêxê minê Adî ye

Padşê min yekî mezin e
Padşê hemû momin a
Xwedayê dinya û Ezdayê min e.

Padşê min Rebil Sebûr e
Xaliqê agir û ronahî û nûr e
Her yî bi heqe û herî xefûr e

Padşê min yekî emîn e
Ji ba wî tê tim mizgîn e
Ji bo hemû muxliq û çendî bedîl e

Padşê min rebê qinyat e
Da pê bigirin enyat e
Ew li me dike şifat e

Padşê minî rêber e
Ew î yekî ekber e
Duwa jê re ya fer e

Padşê min rebê heqî ye
Bexşender xwedanê hêvî ye
Ew bi tifaq li me didê xweşî ye

Pad·ê min î adil e
Ji hemû aliyan kamil e
Ew e miraza dilê momin a

Padşê min xwedanê rizqa ye
Atiqata hemû dila ye
Li hêla hemû kesa ye

Lihemû dem û li hemû wext a
Ew e rebê hemû ezman û text a
Ji ba wî tên rizq,nisîb û bext a

Padşê min xwedanê miraz e
Xwedanê namet û naz e
Em bi hemû wesfa raz e

Padşê min rebê bereket e
Nazil kir naz û namet e
Rebê dinê û axret e

Padşê min xwedanê axretê û din ê
Ewî hasiland miraza min ê
Ezdanê min û çiqas din ê

Padşê min î rehîm e
Bereketê dibarîn e
Xelk û alem pê dijîn e

Padşê minî sitar e
Ezdanê min yekî cebar e
Cihê wî li hemû cih û war e

Padşê min hosta ye
Dinya her pê ava ye
Cihê wî li hemû erda ye

Padşê minî nûr e
Ew ji me re ne î dûr e
Li erd û ezman û behrên kûr e

Padşê min yekî herî mezin e
Kîna kesî li ber tin e
Her û her rehm li ber e

Padşê min yekî qedîm e
Li erd û ezman yekî ezîm e
Li hemû derda hekîm e

Ya rebî tu riha dibe û tîn e
Sebir û aramê dila de diçîn e
Tu momina nabizdîn e

Rêya xwedayê min rastî ye
Padşê şik têde nîn e
Xwedê melkê berî ye

Her tim xwedayê mirwetê
Xwedayê çira û bereketê
Rebê dinê û axretê

Ya xwedê tu melkê erşî
Li hemû karan bi heqî
Li hemû dilan heyî

Ji qewlê Şêx Fexrê Bab Zer e
Padşê min yekî herî mezin e
Navê wî jî her û her e
Îlahiyo tenê wekîl e
Tenê delîl e û ne kefîl e
Tenê hevale ne bedîl e
Îlahiyo te ne tifal e
Te ne dê ye, ne bav e û ne kal e
Bê te hemû tişt betal e

< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 46 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization