|
Çendî roje û çendî şeve Ez fikirî me ber xwe ve Min masiyek di behrê de dît durek di deve Ew behre wî masî û wê durê di kêşe dev xwe ve
Aqûb dibêje:şêxê minî ji sirê Heger ne ji ber wê behrê Ne ji wî masî ne ji wê durê Dê çawa min û te mêwîj dîban li ser wê berê Şêx dibêje:Aqûb min divê mêr î mîr bî Wekî şêrê nêr bî Bi jîriya xwe himberî Şêx bî
Aqûb dibêje:Şêxê mino, mêr ney mêrdare be Bi îlmê xwe ney siwar be Li axretê Şêxê wî jê bê zar be
Şêx dibêje: Aqûbo, peza stewr nedoş Rastiya dilan bi pûl nefroş Nebe muhbê xelkê îman li koş
Aqûb dibêjit:şêxê mino, zêra navêje zikakan Ji êk veke xaman û pakan zarok nayên li eslê makan kesê kesan xweşdivî kêr nayê lê bişik kevî Tov nayê li qameta zevî
Ev zeviya ser sedê ye dirêj Ye paqije ye bê toze ye bê qirêj tê heye suret û tehiyat û nivêj
Ew zeviya zêde Tu sê gêsna lêde Ji wê paştovê xwe pavêje têde Ne ku tu bi dînî, tovê xwe li hişke beyaran bireşînî Da li axretê stirya jê hilînî Biçîne weke tu dzanî Pavêj tovekî pir deqanî(bê çeqanî) Da xudan xenê be bi dexl û danî
Ev zeviye dewlete Xwedê dexlekî zaf wê bide te Gelek xelik bi hesûdî wê binêrin te
Şêx dibêje:Aqûbo, jêk dûrin serekanî û hişkero Heta hişkero av pêde tê Serekanî dighêje ber mewlê
Aqûb dibêjit: şêxê mino,sir ye sara an germe Ew kanî çî binyat jiber me Xwe kirye lê nayê çû deman
şêx dibêje: Aqûbo, wexte tu ji pişta bavê huryay Û li ber dayê meşyay Ji kengî ve bi vê mérîfeftê hisyay Aqûb dibêjit: şêxê mino, wextê ji pişta bavê bûme Li ber dayê çûme JI hingî û vir ve ji wê mérîfetê bi xeber bûme
şêx dibêje:Aqûbo, wextê ji pişta bavê pîr bûy Li ber dayê bi şîr bûy Ji hingî û vir ve ji wê mérîfetê bêxeber bûy
Aqûb dibêje: şêxê mino, wextê ji pişta bavê kal bûme li ber dayê tifal bûme Ji hingî û vir ve ji wê mérîfetê bê xeyal bûme
şêx dibêje: Aqûbo,wextê qalibê Adem pêxember nijinî Ruh berdayê pê nigijî kî bû got şukkir ji xwedê û têr bijî
Aqûb dibêje: şêxê mino, wextê qalibê Adem Pêxember sewirand Rûh ji qendîlê îna û tê eliqand Melik Fexredîn li wê bo vêre sediqand
şêx dibêje:Aqûbo, wextê qalibê Adem Pêxember çêkir Bi ser û dest û pê kir Ew kî bû kasa qudretê lê kir
Aqûb dibêje, Şêxê mino, wextê qalibê Adem Pêxember bûye Çêkir û temam bûye Bi firwara Siltan Êzî pêya çûye
şêx dibêje: Aqûbo, da em xeber bideyin ji Adem û pal ve Av hebû ne dihate bicohyan aşve Ewan çî dixwar mehan û sal ve
Aqûb dibêje: şêxê mino, wela Ewin milyaketên wî mutewela Xwarina wan şukrîn bû El-hemedila
Ew bûn melekên sekinîne Ji nûra Îlahîne Xwarina wan El-hemidillla û şukrîne
Ewbûn melekên wî yên cebêre Xunduna wan ji dêre Ewan tiştek ne dixwar ji rehmata Xwedê dibûn têre
şêx dibêjit:Aqûbo, ezim lawê riwala Min go revend (124)hezar siwara Ez dê çim, min rastiya xwe ne gote çû yara
Aqûb dibêjit:Şêxê mino, ezim Aqûbê Mûsa Hey fexro yî fêrisa Tu rûnê li meclisa Yê wekî Agûbê Mûsa şêx Fexrê Adîyan jê bike pirsa
Şêx ji Aqûb pirsiye Aqûbo, tu bi îsnî key bi cinsî ye Bi Melekê bêriye dê rastiyê bo min bêjî ye Min ecêbek dî ye Welat û ber welat geriye Ne éyare ne muye ne zimane ne gewrî ye şaristana qewî bi rû ye
Aqûb dibêje:Şêxê mino, ya te dîtî ne écêb e Deftere û kitêbe tê heye îlmê ji xeyb e Alimê we nemabû çû kitêbe
Şêx ji Aqûb dipirsiye Tu bi manîke bi cinsî ye Bi melikê bêrîye Dê rastiyê bo min bêjîye Bêje min jehra marî ji çîye ?
Aqûb dibêje: şêxê mino, ew mane li ba min hene Erdek nîne hukmê xwedê lê ney Jehra maran ji xozîya filêne
Filên xozîya xwe avêt e Mar gehiştê di mêt e Yekser jehra xwe jê digirêt e
şêx ji Aqûb di pirsîye? Tu bi insîkî bi cinsî ye Bi melikê bêrîyê Dê rastiyê bo min bêjî ye Nijara vê dinê ji kengî heta kengîye?
Aqûb dibêje: Şêxo dest î bi zebûn e Deng dikirî bi nehîn e nijyara vê dinyayê ji şembu heta bi în e
Li şembûyê dana esas e Li înîyê kir xelase Piştî heft sed sale heft sir hatine dur û kase Li çarşemê birî kirase
Şêx jiAqûb dipirsîye Aqûubo, tu bi hisnê key bi cinsîye Bi melikê bêriye,dê rastîyê bo min bêjîye Nîveka vê dinê li ku di bîye?
Aqûb dibêje:Şêxê mino, min zor dîtin yî bi delîl Tê hene sidiq û sebîl Nîveka vê dinê qudis û xelîl
Şêx ji Aqûb dipirsîye? Aqûb tu bi inaîkî bi cinsîye Axa jiber qalibê Adem Pêxember mayî li ku dibîye?
Aqûb dibêje: Şêxê mino, min bax dîtin meksûre Lê dixwînin şalûl û bilbile Axa jiber qalibê Adem Pêxember mayî pê avakir Beytil Mamûr Şêx dibêje: Aqûbo, hin dî li wê mabû Aqûb dibêje:Şêxê mino,alimê we nemabû Dara xurmê jê peydabû
Şêx dibêje: Aqûbo, hin dî li wê mabû Aqûb dibêje:Şêxê mino,alimê we nemabû Hemû tişt jê peydabû şêx dibêje: Aqûbo,hin dî li wê mabû Aqûb dibêjit:Şêxê mino,alimê we nemabû Cin teyar reviya bû Li ser çiya qurban danabû Behra hemû kesan jê nedabû
Pedşê min qedirand Tiştek jê di afirand Qalibê Adem Pêxember pê disitirand
Şêx dibêje:Aqûbo, her roj ku roj hiltê ye Min destek Goşt ji te divê ye Ne ji nêr çêbe ne ji mê ye
Aqûb dibêjit:Şêxê mino, her roj ku roj zeriqî Nûr ji nûrê tifiqî Şemhûnî kîb ji ber xuliqî
Şêx ji Aqûb di pirsîye? Bi Mlikê Bêrîyê bo min bêjîye Yê bi behrê xeniqî kîye Yê ji berî xuliqî kîye yê ji berî sitirî kîye
Aqûb dibêjet:Şêxê mino, Aqûbê Mûsa bi destê te zebûne Deng dike î nehîne Yê bi behrê xeniqî Ferúne Yê ji berî xuliqî şemhúne Yê bi berî sitirîn her heft mêrên kafêne
Şêx dibêje: Aqûbo,hey cerg reşo Tu bi van ménîyan mebe serxweşo Helaliya xwe bi heramîya xelkê mefroş
Aqûb dibêje:Şêxê mino, em li ba te dikirin Bi saf û (heybete) te difikirin Helaliya xwe bi hermîya xelkê ne didirin
Şêx dibêje: Aqûbo, çendî em û qelenderin Bi maneyî û bi xeberin Em dizanin alimên vê dinyayê çend qederin Jibilî Şêx Fexrê Adîya hûn hemû werin
Şêx dibêje: Aqûbo, kelat û ber kelat Agirek we tê helat Li ber sotî çiqas çiya, deşt û welat
Aqûb dibêje:Şêxê mino, dilê min kela nijî Agirek ê tê gurmijî Li ber çiqas welat û cî
Şêx dibêje: Aqûbo, fikirîm li ser fikrekê Dama bûn bi umrekê Sedûbîstûçar hezar bikirî dîtin bikirekê (Ez fikirîm di wê fikrê de Da mabûm di wê emrê de Min jî bîstûçar hezar bukur Dîtin di bukrê de).
Şêx tê xeber xoşdivê ye Sor, sipî û reşdivê ye şeşû şeşû şeşdivê ye
Aqûb dibêje:Şêxê mino, şeşwê di serî re ·eşwê di gergehê mîr re ·eşdane xelkê êrif,zana û jîre
Şêx tê xebera hind divê Sor û sipî û reşdivê hind, hind û hind divê
Aqûb dibêje:Şêxê mino, Hind wê li erd li rewa Hind wê li ezmanan li hewa Hind wê li çare rewa Şirûteke Şêx Fexirê Adîya jê ewe
Şêx dibêje: Aqûbo, wextê min borê xwe lebisand Min bire meydana melikan reqisand Min bi herfekê Aqûbê mûsa tirsand
Aqûb dibêje:Şêxê mino, Hey Şêxo ji mala Şêx şerefe Tu xudanê kitêban û mishefe Ê wekî Aqûbê Mûsa çîye, ·êx Fexrê Adîya li gel bikete gefa
Şêx dibêje: Aqûbo, wextê min xwe hilkende Min li ber kir tukan û zende Wê rojê min li Aqûbê Mûsa birîbû derbende
Aqûb dibêje: Şêxê mino,Ez Aqûbê mitirbim Ez hetime dê li vir bim Heta roja qiyametê li ber qedemgeha Şêx Fexrê Adiyan bi xwe pir bim
Şêx di bêje: Aqûbo,hindo Hey qutbo giran reco Tu ji kengî ve bi vê marîfetê hisyo
Aqûb dibêje:Şêxê mino, hindek û hindo me Heger sed car Top û cebilxane bidin dûme Ji hingî û vir ve bi vê marîfetê bûme
Şêx dibêje:Aqûbo,ji hind heta bi atiqate dê kivanek li te kim xelate dikrê wî biçe welet ber welate
Aqûb dibêje:Şêxê mino, Kevanê bi dey min dîm ji heqîyê Ne ji hişk bê Gelek aşig te hebin bar û pişk bê
Şêx dibeje:Aqûbo, dê kevanek li tekim ney reza pê me nekefte pê merza (Pê nekeve pê nere) Da sivore xwe veneşêrin li derza
Aqûb dibêje:Şêxê mino, Kevanek di deye min çend qenderbê Dermanê wî ji tuwa zer bê Cotek bizmê li ber bê
Şêx di bêje:Aqubo, hewe roja kufir li belaye Heger fereca Xwedê û Şêx Fexrê Adîya ne digehayê Ewê rojê Aqûbê Musa ne dibû ji bedena dayê
Aqûb dibêje:Şêxê mino, Hewa roja kufir gehiştê Heger fereca Xudê û Şêx Fexrêr Adîyan ne digehiştê Aqûbê Mûsa ne di bû ji piştê
Şêx dibêje:Aqûbo, pira siratê zere Te bihin ji bixûr, misk û enbere Dîndara Siltan Êzî ya bi male û bi sere
Aqûb dibêje:Şêxê mino,pira siratê keske te bihin ji bixûr û enbere û miske Dîndara Siltan Êzî ya bi male û bi rizqe
Çêrek ji yên mérîfetê Nefesek ji yên heqîqetê Şêx ji Aqûb razî bû bi vê xilmetê Îro bo dinê sibê bo banga axretê
Em di kêmîn Xudê yî temame
|