|
Rojekê ez hebûm Ji erdekî xewle bûm Ji ax û av û agir û ba peyda bûm
Xalitî bûm û zana bûm Xwedêparêz bûm û mêrxas bûm Ji ariya miletê xas bûm
Ez ji arî bûm ji miletê dinê Fêde û rêkên fêde hatine ji bo minê Benî adem hemû mirov pê bûne xinê
Fêde ew rêya heqiyê Rastî û ronahiya êzdayî yê Berî şêxsin û Şemsê Adî yê
Pir mîr hatin û buhirîn Pir dem hatin û guherîn Lê xwedê û melayketên xwe qet namir in
Ew xwedayê me î li ezmana Emîn Cebraîl Ilmê xwedê tîne ji ba wana
Tawisî Melek Cebraîl e Pirsên xwe ji xwedê ne Her demê tê, ne î bi wekîl e Li ber me ne î bi bedîl e
Demên dihatin û di hêzirîn Ronî û zerî li deşta dikirîn Ji tirs û heybetên wan Hemû tişt diguherîn
Rojeke xweşli cem min derbas bû Mijûl û axaftinê li ser wî rast bû Pîrê Sîba tev dostan bû
Pîr li gel dostan cima bûn Pîr û mişûrên xwe ji wan bûn Çend qelender û feqîrê zana bûn Ji gotinê wî re şa bûn
Padşê min xwedêyekî bêrî ye Pirsû mirazên te hebin ji xwedayê jorî ye Kar û peyv û rastî ye Ka ew rastî û zanistî çi ye Sireke ji bo pîrê Sîba hatiye
Ew sire ji dara herherê çêbûne Ew dara herherê sergûz e Şîn dibû careke hindik toz e Rihekî pak danî bû li serî dilsoz e
Rih li darê geşbû temame Pîr lê diçerine çêl û ga ne Çêlekê pelê darê xwar giştine cane
Rih ji darê derket Roniyek geşket li şîrê çêlekê Pîrê Sîba ji tirsa bi xewne ket
Ronî da û geşbû Emîn Cebraîl melekê ezman bû Pîr Sîba tirsiya Emîn Cebraîl ji bo wî bi hirî ye Zana kir bi dilxweşî ye
Xwedayê minî can e Mîrê mîran e Li gel pîrê ezman e Nûr ji erdan gihişte ezman e
Ew sira padşê bû Dakû zarekî dostê jê çêbû Hêvêynê qenciyê li erdê bû
Emîn Cebrayîl bû karîn e Ew bo sira xwedê emîn e Dizane wê sirê bo kê tîn e
Ew sira roj û zerbab e Ketiye canê pirî çiqas bab e Daku li darekî pêk bibe av e
Ew sira xwîn û av e Jê çêbû dil û hinav e Dest û pê, heya jê çêbûn çav e
Dest û pê û qalib çêbûn Lê dem hatiye zabûn Hemû tişt ronî dabûn Xûliyaqet şiyar bûn
Ew roja ronî da Zerî li deşt û çiya da Dil û hinavê dijminan da
Xêrnexwaz in û dijmin in Bi hîlet û mikir difikir in Ku çawa zara Ji destê dê û bava bigrin
Zar birin nav komeka agir danîn Zar daliqandin nav gunda Zar avêtin nava agir de
Emîn Cebraîl dagerî diser de Ava buheştê ser de berda Agir vemirî ji bin de
Ew zaroyê dostaniyê Ji sireke xwedaniyê Ji xêrnexwazan parastiye
Paristibû ji ê herî mezin Çiqas li hev biçivîn Perî û cin Ferwara xwedê hatiye Jibo Zerdeştê min
Zaro birin û li ser rê danîn Danîn li ser rê tewranî Danîn li ber lingê hespanî Li ber devê hov û guranî
Diparastin ji cin û teyran Kirin warê hesp û gur û ga Tirs û heybeta cinan ji wan e Zaro mezin bû ji wan e Ketine salê pazdehan e Ji bo wî dikim qurban ê
Birine ser destê pîrê pîran e Dakû zane be ji ilmê Dîn û ol û erkan e Bi dîtin kar û peyvan e
Dayîk û baban e Dest pê dikin bi dîwan e Lê digerînin tac û hilan e
Kember anîn û ristin Ji 72 mileta diparastin Navê Zerdeşt cara digerînîn Lê gerandin sê cara Ji bo fikir û raman dost û yara Peyv û dîtîn niyet û kara
Pîrê Sîba rihê xwe Û sira xwe dide Zerdeşt Û pîrê wî ye Zerdeşt şandiye
|