Center Of Yezidi Culture  
   
 
Friday, 05 September 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Русский
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forûm
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Video
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Qewlê Seremergê PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
Rojekê ji rojane
werin Xelkê êrifî zane
Ji mirinê biden beyane

Xelkê êrifî zane werin
li van beyana bifikirin
Sitrekê ji mirinê bigrin
(Sinetekê ji mirinê hilgirin)

Ew sira min di kujî
Dest û ser û pê û qalib dinijî
Miskîno bin Ademo hilû bijî

Ji bana nizil bû ew sir e
Nesîbek afirand bû bi mi re
Em razîne heke hindike, heke pir e


Behra heq wetinî
Neh meha tê sekinî
Ji qudretê mekinî

Ji qudretê kirbû temam e
Çî behreke bi xumam e
Bin miskîn te ez bûm xulam e
(Bin miskîn dibim bi xulam e)


Fikrîm li wê fikarê
Li mersûmê, li firwarê
Qariqê kirim ji behrê
(Min zor feriqe kiribûn ji wê behrê)


Min zor fariqe kiribûn ji makê
Wezna didim Şibakê
Bi rû da çome zikakê
Avêtim ber bedena makê


Li min cema dibûn xizim û lêzim û cînara
Bab î minêkare ji mêrê mîra
Bi şa (yî)ya dîwanên feqîra

Bi şa (yî)ya day û baba
Qewal distirên bi def û şibaba
Xwedêyo te em xinê kirîn dû ava

Îlahîyo te em xinê kirin
Berî roja em bimrin
Te bi Zarokekî em şah kirin

Çî zarokekî miskîne
danîne nav tabûteke darîne
bi şevê û rojê şîne û girîne

Xwedê yî pir kereme
Şefqeta te hebe li bin Ademe
Te em rakirine ser qedeme

Li ser lingan di geriyam
Rûh hate dest û pêyam
Xwedêyo bi te firiyam

Li ser lingan di bezim
Li sura mîrê xwe bilezim
Pisporê babê xwe ezim

Çî lawekî sermeste
Bi sura mîrê xwe biweste
Babê malikyek jê re xweste

Çî meleka bi ray û tekbîr
Lê diêwirîn coqetên feqîr
Pê re hebû nîşana mîr


Pê re hebû nîşana mîr ey Xweda
Piştî wan hewla
Xwedêyo te em kirin malxoyê mala

Xwedêyo nema bisebr im
Te bi zêr û mal kirim
Demekê bidim yekê bixum
Heta roj ez bimirim
(Bese bixoyin bideyin heta roja em bimrim)

Meke em derwêş
Rêya heq bikîn teftêş
Liber nav û dikrêd te bibîn hawêş

Talan kirin bi carek
Raste nema dîndarek
Nema li min bipirse bira û yarek

Teyrê dewletê difirî
Te li me hesa kir çirê bi girî
(Hêsayî kir çirayê digurî)
Suxamet, te yar û birên axiretê nasîn ji me birî

Suxûmet te yar û birên axiretê ji me birî nasî
Sotin libin vî kirasî
Hind bizebûnî hind bi mêrxasî(Pêxwasî)

Bendekî teme yî zebûn
Te ez dam ji erdekî nebûn
Xêr û şer bi destê te bûn

Bi te didin xêr û şer e
Hîmeta te hebe bi me re
Em derwêşin bi navê te re

Navê te yî dikir in
Saf û heybeta te difikir in
We`de hatiye rojekê em dê mir in

Rojekê ez nehişbûm
Ketime nav nivînê û nexoşbûm
Bendeyê melikê èrşbûm


Nexweşbûm ketime nev nivînê
Hatine ser min lêzmên xwînê
Bi zêr û mal nayê me kirînê

Ne bi zêre ne bi male
Bab yî pîremêr yî kale
Got;èzîzê min,ji heft weleda,
ev welede min heye li bale
(Weledê weled yî lale)

Ne bi zêre ne bi malê dinê
Babî pîremêrî kale yî finê
Got:èzîzê min,ji heft weleda, min wê heye bi tinê

Bab dibêjit:ez çî bikem çî çar kim
Deh peza bi qurban kim
Serê xwe bi şikran kim
Banga Xwedê û Emîn Cebraîl kim
(Banga min nebî Simayile ku bankim)

Banga min li Emîn Cebraîl e (nebî Simayil e)
Babî pîremêr kale yî Sefîl e
Go:tirsa min ji saf û heybetên Ezrayîl

Ezrayîl melekê mewtê
Li hemû dera li hemû èrda ew tê
Go: ez hatîme zor bibirim ji hewtê


Îzrayîl Melkê mêrana
Yî deliq û tancên feqîra
Go: Xwedêyo te em razandin wekî êxsîra

Ezrayîlê per bikirim
Hawirî şara difirim
Ne hatim nobê li kesî bigrim
Hatime bab û pisa jêk bibirim

Ezrayîlê per kesk im
Hawirî şara di çirisk im
Ne hatîme nobê li kes kim
Hatime vî qalibî ji nefes kim

Ya min ji wê bû
Rih çavnêriyê sirê bû
Ruh ji dest û pêya cihê bû


Şirê û rihê gel hev nas kir
xwe nerim ji dest û pêya xilaskir
Xwedê diqendîlê kir û hevraz kir
Ewê xwedayê xwe li wêder naskir

Rih çû ma qendîl û qalib
Hate ser min destekî kotekî zorî qalind
ji wê kasê vexwar diya alem

Li ser min digrîn jin û mêre
Giriyekê dikin şêran şêre
Eve bû kasa inzil jêre

Tazî kirim û hiştim
Ser pûşekî danam û şûştim
Bi ava gerim biriştim

Kefenê min dipîv e
Qerqere dû gaz û nîve
Miskîno bin Ademo diya hive

Kefenê min hijde gaz e
Danabû ser cinaze
Wê li min digrîn wêlî û biraze

Kerem bikin dû dara bînin
Werîsekî tê werînin
Cinazê min li ser deynin

Ew bû dara leylûn sedre
Hilgirtibû yar û bira
Min ji mala mezin xwest xatira

Kirime der ji mala mezim
Piçûk û mezin li pey min dibezin
Zênara li xilmeta xerîba çî bi lezin
(Birano bi xizmeta xerîba bi lez bin)


Birme aliyê goristanî
Li ser axa tirbê danî
Digrîn bo vî ciwanî
Axir ji rûyê dinê dibû fanî

Dema dikolin tirb e
Ji şeriq heya bi xerb e
Kes nema venexwarbû ji ev şerbe

Tirba min temam kir
Serê min dinav kir
Min li mala Qedîm silav kir

Silavên min li mala qedîm
Birme nav xelkekî zorî zavî ezîm
Banga min melekê kerîm

Min divê birakî bitaqet e
Girêya serê min vekete e
Biratiya xwe li min fihil biket e

Banga min Melikê erşe
Ser singê min radixin ferşe
Her ferşek weke xerşe

Herî danîn li derz e
Axê tînin ser min bi lez e
Dû kêl danîn go: eve ferze

Kêla serî sitirî
Xelkê layîq hat û êwirî
Cahiz e xelik qedrê xerîba bigrî


Kerem kin û deng hilînin
Terqînê û yasînê li ser min bixwînin
Navê Xudê û ^tawisî Melek li ser min bînin

Ew bû kêla serê sedrî
Wê li xelkê nazikî letîfî hedrî
Ceyize li xerîba bigrî qedrî

birim xaniyê bê derî
Dû li ser min dixûnin bikeserî
Mîna heft dolabên aşa li serî

Dû li ser min dikin qîr û qale
yek yî kere yek yî lale
Wê ji min dipirsin hal û hewale

Tirsa min ji ê ker e
Heftî batman dermûs liber e
Çiqas sibe li ser riha min qal û şer e

tirsa min ji yê lal e
Heftî batman dermûs heye li bal e
Ew li ser rûha min bûye hewal e

Ku li min dihilînit dermûsî
Wê jê diçin birq û birûsî
Dil û hinavên min bihev re dinûsî

Gava min di weste
Heftî batman dermûs bi deste
Ji tirsa de zimanê min şikeste

Bin Ademo,hûn li kû ne
heroj siba radibin şerên we dinûn e
Me çû xêrên we nedîn e

Bin Ademo, em bixo xêrîn
Em razdarên cebêrîn
Em xwedanên xêra na azêrîn

Xwedan xêr ji ber xwe werin
Hûn razdarên cebêrin
Xwedanên xêra nazêrin

dû hatine ser min çav dimezin weke tas
Tiliyên wan weke misas
Neynûkên wan weke das
Min go: sed xoziya me wê rihê,
ye bê sûc bê binas

Dû hitine ser min sehte îsixûm
Di bilindin sehtek mezin
Ji tirsa dil û hinavên min têk dilerzin

Dû hatin ser min direşin weke Feqîr
Bisk dinerm weke herîr
Pêre heye nîşana mîr

Dû hatine ser min, ji min dipirsî
Äeqmaqê wan weke kursî
Miskîno bin Ademo,tu çî Însî tu çî cinsî?

Gava di hatin û di qedimîn
Çêrekê di kelimîn
Bi îlmekî di elimîn

Ew bû îlimê qatê
Zebêniya ez birime ser pira siratê
Ew bû ciyê Xwedê lê di ket sifetê

Ew sifet ye weye
Pira siratê,aliyek behişte,
Yek tariye,yek dojeye
Haweke yar û birên axiretê,
sergunehkarên bira heye

Last Updated ( Saturday, 02 April 2005 )
< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 26 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization