Center Of Yezidi Culture  
   
 
Friday, 05 September 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Русский
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forûm
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Video
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Qewlê Hevsarî PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
Gelî bira guh bidêrin
Îlmê xwedê hemû nesîhet û xêrin
Xet û beratê siltan Êzî zêrin
Da mirîd bixwe hilînin û bixwe veşêrin

Da mirîd hilînin ji xwe re
Medene xelkê mederek
Da mişemer neçit ji xwe re

Da mişemer neçit bi belaşî
Hûn behay bidin bi qumaşî
Ji ew baş jê bixwazin malî û başî

Xilmet bikin sed salan û zêde
Heger diserî heye fête
Ji xwe nîşan ewe ji pêşve tête

Heke ji paşve deheret e
Û heke ye bi mikre ye bi hîlet e
Mehik dê kifişket e
Ne esil diniya ye, esil axret e

Asin ku asin e
Hosta dibînin dinasin e
Di nav kurha agirî diken e


Heke ye bi mikre, ye bi fen e
dad sed kere tejî di heren e


Şîrê esil ne ji asinî
Heger xudan sed car bi pesinî
Gava dana ber mihkê
Ew bi xwe dê çite ser gêsnî

Şîrê esil ne ji pûlay
Heke xudan sed car cehwer day
Gava dana ber mihkê
Eyba wî dê bit xuyay

Mebe mihbê xelkê av zîr kirî
Hosta dibîne dikete nav kurha agirî
Mihek nahêle xulkê xwe veşêrî

Ew kevanê nû helqe ye
Yî kêm şax e, Yî kêm pe ye
Gava dana ber mihkê eyba wî dê bit xuya ye

Ew kvanê ne ji nû sudar e
Ji nezanî wergeriya îngeke û nûbar e
Gava dana ber mihek ê
Eyba wî dê bit diyar e
Çend bedew û Ûlaq in
Ewrêt beharê hemû dipan in
Belê mirov bi nezanî jêk venedak in

Bînin û bigrin bi man ê
Zîn bikin û bibin e seyran ê
Lê dirêj kin meydan ê
Dê li wê derê kifişbin kihêl û bergîrêt garan ê

Ew siwarêt me di qadir in
Li ba mîrê xwe bi xatir in
Li hemû erda bo me di hazir in

Ew siwarêt me di bisat in
Li ba mîrê xwe bi xelat in
Li hemû erda bo me wê dihat in

Gelî bira hûn tebayî terîq bin
Xudanê îlmê heqîq bin
Da hûn bi xasa re di refîq bin

Da hûn bi xasa re bi hev sûr bin
Da xudanê îlmê pir bin
Da xudanê îlmê zav bin
Li dîwanêt xasa hûn bi rû û nav bin

Da hûn ne tebayî xema bin
Da hûn saqiyêt kasa bin
Da hûn li wêderê cînarêt mêr û miliyaketa bin

Rojekê dê bite axir e
Dê li wêderê mînit doje û cengekî gir e
Ewê rojê bira dê haykene ser gunehkarê bir a

Rojekê dê bite hizîz û gazî
Éwan dê li wêderê mînin rûs û tazî
Ewê rojê padşa heqiyê û ne heqiyê dê ji me xwazî

Zor dê mînin li wê de
Heke haweke birayê axretê neçû pê de
Hero sibê zebênî ezaba wan kine zê de

Heke li pê çû haweka bira
Dê li wêder minit doje û cengekî gire
Ewê rojê ji tariyê hîna ber ronaya çire

Ewê rojê ji tariyê dê hînine ber ronya wî çirayî
Dê bene ber kerameta wî padşayî
Ê ji mere kirî xweşî û şayî

Dê bene hikmeta wî cebarî
xudan qesir û qisûrê vejwarî
Ê li ber cor û cefayê diyayê rabwarî

Hûn çêbikin sed carî ji xwe re çêk in
pêşbara di pêşiya xwe virêk in
Da hûn ciyekî li wêderê bi xwe çêk in

Da hûn bi cî bin
Xudanê qesir, xox, milk û pîh bin
Û hûn tebayî xelkê çê bin

Da hûn ne tebayî xema bin
Xêr û xêrata kirî ne di poşman bin
Da roja axretê ne di sefîh bin, ne di sergerdan bin

Dibêjme we xudanêt maşa
Bi nepenî hûn gir nekin şaşa
Rojekê we xunte dîwanê paşa

Gelî suniya: Îman ewe ya we birî
Çav nedene xelkê mişemirî
Da zuretê we li pey we dernekeve kifirî

Di bêjme we ne ji kubarî
Hûn helîm bin dildarî
Evebû heqiya hefsarî
Hezar rehmetê xwedê li day û babê guhdarî.


Em dikêm in Xwedê yî temam e

< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 9 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization