Center Of Yezidi Culture  
   
 
Friday, 05 September 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Русский
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forûm
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Video
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Qewlê Şêxûbekir "Şaxa1" PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
Dewrêşo serê xwe ji xema hilîn
Borê linga betilîn
Cindî çûn dîwana mîr wesilîn

Cindî çûne hedretê
Xas natirsin ji hêbetê
Milkê xasa baxê behiştê

Di behiştê de maşxwer bûm
Dilqekî morî li ber bûm
Mezine meydanê meydanê melekanî goger bûm

Gogero ji meydan ê
Cindî xwedanê sebrê û sikan ê
Nefsa mezin bigrin û bavêjin zîndan ê

Seyîdê min sîyar be berê çê ye
Mezinê meydanê,
meleka dengê wan gogera tê ye

Dengê wan gogera tê gaze gaz e
Kifişbûne pisê pilingan û baz e

Ya siltan Êzî,teyî hunir im
Piştî te deyn dikir im

Deyn dikim goyî digerîn im
Şa dibim, deng hiltîn im
Kengê dîndara siltan Êzî bibîn im

Kengê bibînim wê dîndar ê
Ezim kulîlka bihar ê
Rûniştime,li gel
yar û birê axretêra dikim bazar ê

Bazara min,bazara mî ra
Kengê dîharbim alîyê feqîr a
Dihêra nagihîjime binîya sûkêr a

Xweşevd,dewrêşhebîb,dehirin
Momina dil kesirîn
Destê siltan êzîd ji heqîyê hatîyê,
ji neheqîyê dibetilî

Momina şabû dil e
Çavekê didim enzel e
Destê siltan Êzîd heqîyê hatî ye,
jineheqîyê dibetil e

Çi dewrêşekî ev hal im
Hin têcirim,hin delal im
Hin sûkim,hin seval im
Miştaqê dîndara sultan Êzîdê xwe van duran im

Çi dewrêşekî niham e
Xilfekî nûyî gîham e
mîr-melekavanî reng dam e

Mir-meleka we dibêt e
Pêşwe ve agire gure û pêt e
Ewan jî sibe êvara,
qismetê xwe padşayê xwe dibêt e

Çi dojeke xedar e
Tijî mişke û tijî mar e
Ew cîyê xelqê selefxurî inkar e

Çi dojeke teng e
Tijî mişke,tijî mare û tijî piring e
Ew cîyê xelqê selefxwer î, inkarî û leng e

Gelî mêre bixebitin neçine wê ye
Keledûkê jê hidikşê ye
Ewana jî sibe êvara,
qismetê xwe ji padşayê xwe dibê ye

Rîya siltan Êzîd raste, ne xwar e
Her çî kesê bi mala Adîyan re kerbî,kînî,kar e
Roja axretê orta wan û sultan Êzîd de,
heyştê hezar diwar e

Rê ya siltan Êzîd raste, ne biçûk e
Herçî kesê dilê xwe mala Adîyan re neke sûk e
Roja axretê ne dive zava,ne dibe bûk e

Rê ya siltan Êzîd raste ne bi nehîn e
Her çî kesê mala adîyan re kerb û kîn e
Roja axretê orta wan û siltan Êzîd de
heyştê hezar çîyayê berfîn e

Qelso,gîhanê xwe lez k e
Tê bîna mawer û misk e
Binhêr padşayê min çi efrandî ye: kasa kesk e

Kasa tirîyê reş e
Nazil bûye erş e
Xasa vexwarî ye, xafil kirin,pê nexaş e

Kasa tirîê sor e
Nazil bûye jor e
Xasa vexwarî ye,xafil kirin ...

Kasa tiriyê spîyê
Nazil bîye erşê êriyê
Xasa vexwarî ye,xafil kirin,pê kifiriyê

Kasa na ji tirîyê
Melek Şîxisin ji xwiya enîya xwe çê kiriyê
Xasa vexwarî ye,xafil kirin,pê kifirî yê

Kasa tirîyê mêwa
Eyneta wê eyneta dêwa
Mirov vedixun,xafil diçin pêva

Temametî Şîxadî
Em kêmin,Şîxadî temame
Şîxadî bere,ber diçe cew û cober û kanî
Xasa xas zan in
Xafil korin,manîya vî qewlî nizan in

< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 27 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization