Center Of Yezidi Culture  
   
 
Saturday, 17 May 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Русский
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forûm
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Video
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Duwa Sibê PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
Amîn amîn xwedê tibareAmîn amîn xwedê tibarek li dîn
Tifaqe li tifaqîn
Xwedê esil xaliqîn.

Bi hîmeta melek Şemsedîn
Amadîn,Babadîn,Nasirdîn,
Sicadîn,melek Fexredîn
Şêşims li ser qeweta me û dîn
Melekê Adî tace ji ewil heta bi axirîn
Ya xwedê tu derê xêra veke, derê era wergerîn.

Berî roj ziriqî Melek Emîn li ber şefiqî
Nûr bû ji nûrê tifiqî
Siphan ji te ya xaliqî.

Ji malê hetanî malê,Şêşimse xwedanê sêqalê
Dest û damanê Şêşims nabirim ji xeyalê.

Ji derecê hetanî derecê
Şêşimse xwedanê ferecê
dest û damanên Şêşims
Radimûsim li dewsa kabê, cîyê hecê.

Ji sitûnê hetanî sitûnê
Çil mifte heye li derê Xizînê
Şêşims dane destê xwedanê marîfetê û nasînê.

ji çavan hetanî devî, mora Şêşims lê dikevî
Mora melika germe, nahêlê tû binivî.

Ji serî hetanî bêye piya
ya Şêşims te em danîne devê riya
Dîndara xwedê û Şêşims em nabirin ji hêviya.

Ya Şêşims te em xwestine ser vê xilmetê
Li me vekî dergehê rahmetê
Ronahiyekê bidî ber dilê me û çendî sinetê.

Sinet ku sinete,zebûnî kêm taqat e
Me bi xwedê û Şêşims î bi niyet e

Sunî kû sunîne,zebûnî ji bandî ne
Em ji xwedê û Şêşims bi hêvî ne

Şêşimsê me yî nûrîn e
Li ser kursiya zêrî ne
Mifte û kilîtên Feqîrê mezelê bi destê wî ne
Ewe vedike derê hemû birîna
Sed xweziya mine bi wî be
Şêşims bidê û jê nestî ne
Wê zor dereca ragihîne.k li dîn Tifaqe li tifaqîn Xwedê esil xaliqîn.

Bi hîmeta melek Şemsedîn Amadîn,Babadîn,Nasirdîn, Sicadîn,melek Fexredîn Şêşims li ser qeweta me û dîn Melekê Adî tace ji ewil heta bi axirîn Ya xwedê tu derê xêra veke, derê era wergerîn. Berî roj ziriqî Melek Emîn li ber şefiqî Nûr bû ji nûrê tifiqî Siphan ji te ya xaliqî. Ji malê hetanî malê,Şêşimse xwedanê sêqalê Dest û damanê Şêşims nabirim ji xeyalê. Ji derecê hetanî derecê Şêşimse xwedanê ferecê dest û damanên Şêşims Radimûsim li dewsa kabê, cîyê hecê. Ji sitûnê hetanî sitûnê Çil mifte heye li derê Xizînê Şêşims dane destê xwedanê marîfetê û nasînê. ji çavan hetanî devî, mora Şêşims lê dikevî Mora melika germe, nahêlê tû binivî. Ji serî hetanî bêye piya ya Şêşims te em danîne devê riya Dîndara xwedê û Şêşims em nabirin ji hêviya. Ya Şêşims te em xwestine ser vê xilmetê Li me vekî dergehê rahmetê Ronahiyekê bidî ber dilê me û çendî sinetê. Sinet ku sinete,zebûnî kêm taqat e Me bi xwedê û Şêşims î bi niyet e Sunî kû sunîne,zebûnî ji bandî ne Em ji xwedê û Şêşims bi hêvî ne Şêşimsê me yî nûrîn e Li ser kursiya zêrî ne Mifte û kilîtên Feqîrê mezelê bi destê wî ne Ewe vedike derê hemû birîna Sed xweziya mine bi wî be Şêşims bidê û jê nestî ne Wê zor dereca ragihîne.
Last Updated ( Saturday, 02 April 2005 )
< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 7 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization