|
Kengê bê mizgîn e Coqê tu rave rihîn e Telebê gelîyê Lalişê yî ·în e
Kengê qalibî kar kir Sîtil mermer xwe şîxadî bar kir Dilê edeba şan û şa kir
Me bîca,me bîcoq e Mîrê mezin hildabû toq e Dilê edeba şan û şoq e
Me dîharê vê buhu· tê Çi dîndareke li me xwe· tê Çi cindî bû libsê reş lê
Gelî yara,wel xeber Buhuştê geriyame yek ser Quba keske herê bi zer
Quba keske herê bi zer in Kerameta Melek Şîxisin,Melek Ferxedîn
Difiricîm ji qub a ji mêra ji derg a
Difircîm qubê bi nûr Lalişe geliyê bi kûr
Geliyê Lalişê nav e Zar meda,ruh av e
Sed silavê me silav ê Silava me sival xêr ê Me ruhê kanîya spî, qalibî lêvê(bijart jê re)
Dilê min ha keser kî Hesepîrk heta dergê xwe kî Ya Sultan Êzdîd tu diser, hazir û gudêra de neder kî
Keser kir reşê pîr a Cew di rewaqê mîr a Lê şima kir feqîr a
Feqîr me dîtin li mitêc Tacê holdarê tac û poş Evê kasê vexwe sed car te noş
Dergê berê wî rohilat ê Dilê min şaya xem tê Tema·ey Qubildorî kobe next ê
Dergê berê wî Roj ava yê Xwaziya bihêwriyame nav ê Yar birê axretê re bikira silav ê
Sed silavê me silav ê Silava me ji dîwan ê Bi merberxê,bi ·îlan ê Ciyê dandolê den ê
Rewaqê,rewaq ê Sêsed û şêst û şeşfind û beysûs dişxulin hew a Çiqa qubleta mêrê Êzîdî heye,temam ew e
Rêzê stûna derarw a Ya Şîxadî,tu bînaya herdû çav a
Şêxsin şêxê şewat ê Go:"Gazî kin,mêrekî al bê, rûnî ser mûsat ê" Şemis bang da; go:"Gelî mêra,werne simat ê"
Simat,simata sebûr ê A bê qale,bê qîr ê A bê rêye bê bertîl ê Sidqê sêvîl û delîl ê
Hatime ziyaretî bikim e Sicudayî ber dibûm e Her di peyê Şîxadî,her di çavê xwe didûm e
Îlahîyo tu mirazê me zû bikî Xweziya biçûme wan qesra,wan sindirûka Biwemliyame şivêtê nebûka
Sûk,sûka rengalo Ber diçe birq û birû Jê diçe find û beysûs
Fikarekê da dimam e Bîra min cîyê mîr Xidir,lêbê silav e
Wekî mîr xidir mîr bîya wevil wexîr xebîr bîya Feha dikim seydê wî nav li mîr e
Feha dikim seydê wî nav li Hemed e Ya Şîxadî,mêr dixwazin rêd a
Mamere·an mêrekî sîyar e Qamçîyê wî mar e Pêşberî mêrava kir hinar e
Ay,ay,ay,ay,ay Ay dinalim,ay dinalim ji birîn a Banga xwe dikim Şemsê Êzdîn a ya Şîxadî, dergê şerfedîn e
Ay dinalim, birîna min ji dil e Ay dinalim, dawasil e Banga xwe dikim dergê Fadil e
Ay dinalim,birîna min ji mêlak ê Dikalim şifaetê, berxê ji ber mak ê Ya Şîxadî,dergê şewak ê(·eqet ê)
|