Center Of Yezidi Culture  
   
 
Friday, 05 September 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Русский
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forûm
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Video
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Qewlê şêxûbekir "Şaxa 3" PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
Dewrê·o, ji serê xwe xema hilîn e
Borê niga betilîn e
Cindî çûne dîwana mîr hasilîn e

Hasilîn ji qudret ê
Xas natirsin ji hêwet ê
Milkê xasa li baxê cinet ê

Cinete maşxur bû
Eyneta deyn nekiri bû
Piştî yarê xweyî gogir bû

Go: Dikim digerîn im
Şadibim dengê xwe hiltîn im
Ya sultan Êzî, miştaqê teme,
hatime dîndara te bibîn im

Dibîn im wê dîndar ê
Ezim kulîlka serê buhar ê
Yar û birê axretê hatine bazar ê

Bazar dikin ji mir a
Bernedin xinênî fênî îr a
Padşê min xelat kirne miftan û kilîl a

Çi dewrêşekî ha ye
Xilfekî bê guha ye
Horî meleka reng pê da ye

Çi derwêşekî gedahî
Ewî xweşû şayî
Dîwana îlahî

Çi derwêşekî rê bû
Xewasê behrê bû
Miştaqê sultan Êzî ji wê durê bû

Çi dojeke xedar e
Tijî agir û mar e
Cîyê xelqê selefxurî inkar e

Çi dojeke teng e
Tijî agir û piling e
Cîyê xelqê selefxurî, inkarî leng e

Got: Gelî bira kar kin,neçine wê ye
Kêlendûkê lê hiltê ye
Sibê êvarê risqê xwe ji padşê xwe bibê ye

XweşErfût DewrêşAdem lê dehirî
Momina dil pê kesirî
Roja axretê heqê wan dest Sultan Êzdî neheqîyê da

Erkano hefî jor e
Go.Sultan Êzî xwendîyê xeta mor e
Go.Sultan Êzdi çi herfe kasa sor e

Sultan Êzî we dibêj e
Anîna dînê xwe diparêze ji çî ye
Çi herfe ji kasa sipî ye

Rîya Sultan Êzî raste,ne nihîn e
Herçiyê ber mala Adîyada kerb û kîn e
Roja axretê orta wanda hezar û heft çîya berfîn e

Rîya sultan Êzî raste, ne xwar e
Herçiyê ber mala Adîyada kerbû , kîn û qal e
Roja axretê orta wanda hezar û heft çîya,dîwar e

Rîya Sultan Êzî mezine, ne biçûk e
Herçiyê mala Adîya dilê xweda neke sûk e
Roja axretê ne dibe zava, ne dibe bûk e

Dilê min wê yekê muhtac e
Çi dewrêşekî rewac e
Berkirina Şîxadî birq û tac e

Şîxadî xerqe li ber kir
Tacekî reşî nûranî li ser kir
Hêja feqîra lê sefer kir

Lê seferkir feqîr a
Herçiyê terikandine xinînî fênîyê îr a
Ew jî bûne maşxurê mîr a

Padşê min hin maşe, hin meda ye
Şîxisin mistefa ye
Hemû derda bû afa ye

Bû afayê hemû derd a
Herçiyê yar terêqa Şîxadî xeberd a
Ajot mezin meydanê, ba melekê serd a

Ajot mezin meydanê, meleka ser e
Herçiyê vî qewlî bê bawar e
Alemetê mala Adîya here, hetanî her e

< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 23 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization