Center Of Yezidi Culture  
   
 
Friday, 05 September 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Русский
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forûm
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Video
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Qewlê Şêxûbekir "Şaxa 4" PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
Derwêşo, serê xwe ji xema hilîn
Borê linga betilîn
Cindî çûn mîr wesilîn

Wesilîne wê hedret ê
Xas natirsin ji hêwet ê
Milkê xasa li baxê cinet ê

Ji cinetê ma·xor in
Eyneta deyn dikir in
Piştî yar û birê axretê hol dikir in

Hol kirne meydan ê
Paşayê min xwedanê sebrê û sikan ê
Milê nevsa kubar girtin dahiştine zîndan ê

Go gerem gog digêr im
Şayîme deng hiltîn im
Hatime dîndara Sultan Êzî bivîn im

Heq bibînim wê dîndar ê
Kulîlkeke şîn bûme ser bahar ê
Yar birê axretê re bikim vê bazar ê

Bazare li mîr
Ez xedîrim menîyan û kêra
Destê Sultan Êzî kotele ser şeran û xêra

Derwêşekî bav halim
Xay sûkim,xay sewalim
Xay têcirî,xay dela im

Derwêşekî li rê me
Xewasê behrê me
Muhtacê dîndara Sultan Êzî, wê durê me

Derwêşekî zergûn im
Hatime heq rîya şîxadî haq bivîn im
Ne motacê xelqê derewîn im

Derwêşekî ha me
Tilifekî nûr baha me
Mêr û meleka ha reng dida me

Mêr û meleka ha reng dibê te
Pê·îya wana agir doje, gur pê te
Ewan jî risqê xwe ji padşayê me divê te

Ew çi dojeke xedar e
Tijî agire, tijî mar e
Ber diçe xelqê selefxurî enkar e

Ew çi dojeke teng e
Tijî agir, tijî piling e
Ber diçe xelqê selefxurî berdonekî leng e

Sultan Êzî hat hedirî
Momino dil kesirî
Werin,binêrin Sultan Êzî çi afirandiye ji kasa sipî

Sultan Êzî erkanê heyfan û cora
Me xwendîye xeta more
Werin,binêrin Sultan Êzdîd çi afirandîye ji kasa sore

Rîya Sultan Êzî raste, ne nihîn e
Kesê li ber mala Adîya bigere qal û kerb û kîn e
Roja bandê orta wan, Sultan Êzî de, heyştê hezar çîyayê berfîn e

Rêya Sultan Êzî raste, ne xwar e
Kesê ber mala Adîya bigere kerb û kîne û qal e
Roja bandê ortê wan,Sultan Êzî de, heyştê hezar cot dîwar e

Rîya Sultan Êzdîd mezine,ne çûke
Kesê ber mala Adîya bigere qale,kerbe,kîne,sûke
Roja bandê ne dibe zava, ne jî bûke.

< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 48 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization