Center Of Yezidi Culture in Moscow (RUSSIA)  
   
 
Thursday, 04 December 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Russian
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forum
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Download
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Qewlê Şêxûbekir şaxa 5 PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
Aşiq û maşûqên kurî
Me yarek divê li vê herfê yî mukur ê
Ka dur ji padşaye yan pedşa ji dur ê


Aşiqê êrif yî çêy e
Teftêşa me ji wê cewabêy e
Ka dur ji padşaye, yan padşa ji durêy e

Aşiqê êrif yî zan e
Werin ji min re bidin beyan e
Dur texte û padşa lê girt mekan e

Padşê min dur ji xwe çêkir
Seyrî seyran lê kir
Sêwirî û ber pê kir

Padşê min dur ji xwe vavar e
Dur qendîleke maldar e
Qendîlê nûr sitar e

dur ji kilîma padşêy e
Xerge derketî jêy e
Dayîm mêra silav lêy e

Şêxubekir got: Ezîzê min,
ji mêje li vê herfê hewcem e
Çiqas zêr û malê pir pê dibem e
Hemû li oxira xerqey neder didim e

Ezîzê min, ji mêje li vê herfê guhdêr im
Çiqas zêr û malê pir pê dibîr im
Hemu li oxira xerqey neder disepêr im

Li pê neqlan dibû feqîr e
hincî yê terk kir xirabe fêniya wîr e
dê xelat kin miftan û kilîl a

Ew kilîl û ew miften e
Bi destê wan cinetiya vedibin e
Her pênc ferzên heqîqetê roja axiretê jêre şehden e

Padşê min ewil ku mîr bû
Xwedanê cêşê kibîr bû
Bi heft surên Siltan Êzî re yî xebîr bû

Padşê min yî padş e
Nexşê çendî nexş e
Siltan Êzî dizane kî li bere kî li paş e

Padşê min yî wehdaniye
Dostê dilê min pê di elimiye
Xilmeta bi sidiq ye weye, wekî padşê min pê diviye

Padşê min sur li sema
Berê ne lewih hebû ne qelem e
Ya Siltan Êzî, li ba te ew seate ew dem e

Berê ne qelem hebû ne lewh e
Me yarek divê vê herfê şiro bike, ye li kû ye?
Melek yek bû bûne du ye

Li ber firwara padşê ye
Teftêşa me li wê cewabê ye
Melek dû bûn bûne sê ye


Padşê min yî cebar e
Ji ba hetibûn firwar e
Melek sê bûn bûne çar e

Padşê min yî mizênce
Melek çar bûn bûne pênc e
Her pênc bûne şifetê her rêk û rênce

dilê min li vê yekê yî xoş e
Melek pênc bûn bûne şeş e
Her şeşbûn melekên erş e

Padşê min xweşkir suhbet e
lêk rûniştin muhbet e
Melek şeşbûn bûne heft e

Her heft ku di-éfirîn
Bi rastiyê lêk di-êwirîn
Bi muhbetê bi nedera yek di debirîn

Padşê min we kire ray e
Feqîrek şand hur hur av înaye
Nav lêkir Kaniya Sipî ye

Feqîra we jê xeber da
Ji ezman heta bi erda
Ava Kaniya Sipî şifeta çiqas derda

Pedşşê min cebar e
Ji durê erfan dibûn çar e
Axe, ave, baye û agir e

Her çar ku di faxir in
Bi kê di înan û bi kê dibir in
Bi kê mersûmê ji durê fariq kir in

Her çarên dirust e
Ne dixwarin ne di nifist e
Bi kê mersûm ê ji durê vedguhest e

< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 18 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization