|
Wê dibêje hesendê Al- Tewrî Werin birayên min yên mişterî ka ev dinya bi çend lawna het û bi çend lewna borî
Zeman neman wekî berm e ji dinê hilat heya û şerm e Xelkê buxtan girte serm e
Hûn buxtaniyê mekin biran Dilê xwe safî bikin ji xediran Zor ji vê dinyayê çûn bi gunehên giran
Zor hatine hedê rêya Ew xebîr nebûn bi çi meniya Ew şikdarin li hev rêya
Ew li hev rêya şikdarin Li rêya Şêxadî di înkarin Lew li axiretê bi piştîne bi barin
Ewin yê li axiretê bi barin bi piştî hincî mêrê dilê terîqeta xwe ji xwe hiştî Wekî tovekî heram, tu bavêjî zeviyekê, şîn be û negehiştî
Ku tovê te bû stirî Ev bû kiryara te kirî Lew xudan li axiretê vêra mabû yî heyirî
Dibêjim we Şêxan û pîra Çav nedin xirabe fêniya wîra Bar tê nîne çi cerik kûra
Dibêjime xudanên kewnan û kar a Di pêşiya xwe virêkin pênc bar a Mal namînin li van war a
Dem hatiye dê mala ji nav mala êwirîn în Neku dila bi çêrna kûl kîn Neku xelkê bi zimanê xwe sil kîn
Dilê min dibête,dibête Padşa cerga lê di birête
Dilê min dibêjî Ziman xamiya dirêjî Padşa cerga lê dibrêjî
Di bêjime we Şêxan û Pîr Hûn di zana bin di dilgîr Da li axretê bêjine we hey Pîr
Pîro heke tu neyî dildarî Û ne zanayekî xweyî siparî Weye wekî li axiretê gura tu xuwarî
Pîro hek tu ney rêberî Û heke dilê terîqeta ji te bexirî Herame maşê tu dixoyî
Pîro heke tu ney rênasî û zalimekî dil qeyasî Dê rêya Şêxadî bi çî nasî
Pîr bi nasîn in Heq li heqiyê dibîn in Rêya Şêxadî çû misêmayî tênîn in
Pîr dibê kerbin dibê sûn e Ew dizanin manî li kûn e Belê nezan di bêjin rê dûn e
Wey li nezanên Pir bêjî Ewin yê xamiya dirêjî Ewin yê derheqî birê axiretê dibêjî
Hinciyê derheqê birê axiretê dibêjî Kivanê wî dê bimîne yê bêjî Roja axiretê heyiriye tîra xwe dê bi çî havêjî
Hinciyê derheqê birê axiretê dibête Êbek dê li kivana wî derête Roja axiretê yî heyirye tîra xwe dê bi çi havête
Hinciyê digel terîqeta xwe dijmin bî Barê wî dê asin bî Cezayê wî dê sotin bî
Hinciyê digel terîqeta xwe dijmin bî Û heke çiyayê Sîpanê Xelatê li bin bî Roja axiretê ne ji van, ne ji wan dibî
Hinciyê li gel terîqeta xwe erzan bibî Û li xêr û xêrata kirî poşman bibî Roja axiretê dê sefilekî(ketîyekî) sergerdan bibî
Heke birayekî te ji muqibil e Bi tera yê sotî dil e Li ser cewaba te ya ewil e Heke ew desta ji te bihêl e Tû desta jê mehêl e
Heke birayekî te ney ji muqibil e ney li ser cewaba teya ewil e Bi tera ney sotî dil e Heke ew desta ji te ne hêl e Tû desta jê bihêl e
Ew birayê ji te dixwet e Li gel neke çu muámlet e Ew kêr nayê qet û qet e
Ew birayê neyî guhdar e Heke havîne û heke behar e Ew ji kinarê baskave yî sar e
Ew birayê ney bi te re tîreke bê per e Pavêje li pê me re
Ew birayê ne yî gihdaştî darek di destî de ney aştî Her bi xwe qaley û bi xwe qaştî
Me birayek divê li gel xwe bira kin sidqê bi xwe re teba kin Xweşiyê bi xwe re şa kin Xemê bi xwe re xema kin Heyî û neyî vêkre par kin
gelî bira li we dikim rayê hinciyê mêrê heq, bi rê ya Şêxadî bi heq, ser xwe re dayê Nisbet(meznahî) bi kêr mêrê derwêşnayê
Divê mêrê derwêşyê qelender bî Li ebadetê yi fer bî Ne pir gotineke dû xeber bî Da li axiretê, li dîwana Şêxadî bi şifat bî bi mahder bî
heke mêrê derwêşney qelendere Ney bi ebadete, ney bi fer e Pir gotineke dû xeber e Li axiretê, li dîwana Şêxadî û Melik Şêxsin e Ne şefat heye, ne mehider e
Gelî bira neku dila bi waz waz kin Heq rê ya Şêxadî ser xwe re nas kin Mêrê çêbin xwe ji destê Zebêniya xelas kin
Gelî bira mêrên çêbin bi dan ê Xebîr bin bi erkan ê Ji ewil dinê heta bi axirzeman ê
Eseyî axirzeman heye Gava hate ser giyanê we micade ye Ew axirzeman bixwe ye
we dibêje Hesedê Feqîr e Neqila me bi neqila mîr e Rêya me bi Şêxan û Pîr e
Hesedê Feqîr we dibê ye Hinciyê nasnekiribû neqila mawlê ye Meslê mîrê rê ye
Pîro ji enzel ê Bikele li wê kel ê Da rûsipî bî li mehfel ê
Da rûsipî bî di mehfelên mêr a Xebîr be bi maniyan û kêr a Bi xanî mexo goştê têr a.
|