Center Of Yezidi Culture  
   
 
Friday, 05 September 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Русский
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forûm
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Video
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Qewlê hezar û yek nava PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
Padşê min bi hezar û yek nav e
Ev dinya li ba wî seat û gav e
Ew dizane li behra çend keşkûl av e
Li besta çend kevir dinav e
Ewî Hewa kir e bûk Adem kir e zav e

Çendî panîye çendî pesar e
çendî berî ye çendî behr e
Hemû li ser kefa Siltan Êzî ye

Padşê min yî bêrî ye
Xwezî min bizanî ye
Ka gay mezintire an masî ye

Şirûta min ji vê ye
Tefteşji vê cewabê ye
Masî heft car mezintire ji gê ye

Birme ber destê wî hostay
Heft Melek sekinîne li ber wî gay
Her heft xas û qelenderên padşay

Padşê min yî bêrî ye
Ewan Xasa mîr anî ye
Serwerê her hefta Melekê Adî ye

Ew behra bi nav nisêbîn e
Birayê wan şeqîne
kesek ji wan re diîne
Her heft bûne Melekên zemîn e

Her hefta jê vedxiwar e
Dur mewicî bû behr e
Kasek ji wan ra dihinar e
Gay û masî jê vedxiwar e
Lew ser pişta xwe qebûl kirin,
deşt, banî, berî û behr e

Hate ba sure xwedanê kas ê
Hey rikno ji esas ê
Siltan Êzîye bi xwe xwedanê kas ê

Ew kas da Şêx Misafir
Hey welîyo çendî faxir
Lew sura padşa hate ba te ji ewil heta bi axir

Ew kas Şêx Beraket e
Xelat kir bi heft xelat e
Lew ji érda firî çû semawat e

Ew kas da Êzdîne Mîr e
Ew li dinê û axretê xebîr e
Li dinê û axretê sekinîn,
ser milê Şemsedîn û Melik Fexredîn e

Ew kas da Şêxûbekir
Hey şirîno yi weke şekir
Pad·ay keremek bi te kir
Lew ciyê xwe li ba te kir

Ew kas da Şemsê Êzdîn e
Mifte û kilîlên qudretê bi destê wî ne
Li erda û ezmana girtin û berdan bêyî şêşim nîne

Ew kas da Şêxê sunet ê
Kerem ji Xwedê wê kasê bore tê

Sîhîd Pêxember bi wê kasê di bû mest e
Ewî ne pê hebû ne dest e
Lew siltan êzî ronahî li ber xist e

Sê sed û şêst û şeşnebî di mursil in
Hemû ji wê kasê di xemil in
Hemû li ber hikmeta siltan êzî nin


Ya siltan Êzî tu yê li erda yê li ezman a
Tu yê li behra tu yê li binyan a
Tu yê li zara tu yê li ziman a
Tu yê liçiya tu yê li sikana
Miraza em ji te dixwazîn dîne û îman a

< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 22 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization