Center Of Yezidi Culture  
   
 
Friday, 05 September 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Русский
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forûm
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Video
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Qewlê Şerfedîn PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
Yek min divê temam bî
Bermê ka rabî sitar bî
Dê kengê Madî Şerfedînê rabî

De rabe madî
Ne fendî bimîne ne qadî
Hingê sinetê zanî

Hê zanî sinet e
Ya Melik Şerfedîn,
rabe şefqetê xwe ke
Ziryeta batinê di ber me ke

Di ber me ke ziryeta batinê
Wê Cindî pê bibine xinê
Ya MelikŞerfedîn,
tê kengê rabî li rûyê dinê

Cindî di xinê ne
Lê gêdûka mêrê çê ne
Li mê hizranî ne divê ne

Gêdûk siwarê gêdûkan
Vekin derên sindirûkan
Dê bixemilînin bi Şerbeta bûkan

Bi Şerbeta bûkan bixemilînin
Sindirûkên kesk û sor derînin
Heq riya navê Siltan,
Êzîdê şêrîn ser xwe bînin

Sindirûkên kesk û sor in
Tê de hene xerqê rengane,
li cî mor in
Feqîran li rûyê vê dinyayê,
girtiyê heyf û cor in

Van maşa li van cen baqiyan
Dane destê van axan van cindiyan
Li rûyê vê miclisê canê xwe,
dana mehkan û taliyan

Li van milkan li van baxan
Dane destê van cindiyan van axan
Li rûyê vê miclisê,
ser dilê xwe ve danîbûn dax e


Rojeke bi nav dan e
Ê bêdawî cengê giran e
Ê wê rojê ji dînê xwe re,
kifşin kevne beran e

Roje bi te dahir e
Dihar dibe terpekî faxir e
Melik Şerfedîn dawa hidretê li me dikir e

Rojeke bi te ceng e
Feqîrê bi xelat û zend e
Ew roj ne roja mêrê çeleng e

Ya Siltan Êzî tu karî çima nakî
Tu Melik Şerfedîn ji mixarê rakî
Xelqê asê pê mitah kî

Pênc ferzên heqîqetê
Şêx e,Pîr e,Hoste ye,Merebî ye,Yar û
Birayên Axretê
Ferz e li me çendî sinetê

Sinet e bi lez e
Siwar li borê bi bez e
Gel cindiyan emê biçine xeze

Bila bîne Feqîran
Bi xemilînin letan û herîran
Ya Melik Şerfedîn hawarkê
bide xiraba û siniyê dêran

Ya Melik Şerfedîn hawarkê li me vede
Em li pey te bûne ser hev de
Me bi destê şire´tê ve berned e


Ya Siltan Êzî ji ewil tu berat î
Tu xwedanê atqat î
Tu li ser Pira Selat î
Me birênî çavê şifqetê dilê rehmetê
Ronahiyekê bidî me û çendî sinetê

Xwezî me zîn bikira hêstir e
Cimayiyeke Şêxan û Pîran pê bikira
Ev dinya pê ji nû ve vekira

Pênc ferzên heqîqetê
Şêx e,Pîr,Host ye,Merebî,Yar e,Birayê
Axretê
Ferz e li me çendî sinetê

Sinetê diparêztî
Dest û dayinê tu ney sist î
Ya Melik Şerfedîn dayim,
tu tevser î neynivistî

Feqîr hatine ser me micad e
Me bi Siltan Êzî atqat e
Ezîzê min zu bi bangê dihat e

Van bangiyan li van mahderan
Van ezîzan van rêberan
Siltan Êzî banga me bê bera

Banga me û cindiyê mergê ye
We digo emê cimayiyekê bikin,
li cihê biremê ye
Ancax Siltan Êzî,
bang û hawara me bê ye

Ji mêj ketim e ber vê xilmetê
Minetkar im padşayê dinê û axretê
Destûr da ji bo xatira sinetê

Ji mêj ve ketime ber vê baweriyê
Destûra Şîxadî û Melik Şêxsin,
bajome ser textê Amêdiyê
Serê van kafiran çibê çi ciriyê

Ev zeman dê wa bî
Şîxadî şade bî
Zimzim û Qubilbidor heca me bî
Ev zeman dê bi îman bî
Pîr reşî heyran bî
Zebûnê herçar biran bî
Xwedanê keremê derwêşê geliyê Lalişê.

< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 5 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization