|
ébedet al-Mébûd lift û cemal Her kesekî tiştek heye li bel Li axretê her kes li qumaşê xwe di be delal
Evid El-Mébûd libt û cemal nabe finê Pedşayê min yekî bi tenê Ew sêwirandibû çendî dinê
Pedşayê min ev dinya sêwirand dipîva û diqedirand Hijdeh hizar xulyaqet di nêv de debirand
Pedşê min dur mekan e Li bawî wa éyan e Wî hiner kir erd û ezman e
Ewbû cara ji mêj e Pedşê min lê qedirand şev û roj e Di nav de dengê behişt û doj e
Di nav de danî heyv û roj e ji xafilan were û bipîv e Ewî nizanîbû şemis û Fexrê mîra Ev dinya ye bi bohsta dipîva
Pedşayê mine Reb El- Semed Lem yelid û lei yuled Xelqê rojê, her tû bitenê
Pedşayê min li hukmê xwe î birewa ye Li ba ezîzê min yê deha ye Ezîzê min koka vê dinyayê kiriye bay e
Pedşayê min î bixem bû Ji dira xwe î bi kerem bû Ewî afirand dûşembû
Pedşayê min î bêrî bû Neçara vê dinyayê bidestê wî bû Ewî roj kirne sê ye
Pedşayê min î cebar e Li ba ezîzê min ferwar e Ewî çar çarşem û roj kirine çar e
Çarşem rojeke fadil e Melik Fexredîn afirandiye ji eşq û dil e Bar tê nebe Însan î xafil e
Pedşayê min î mizênc e Ev dinya sihet û sênc e Ewî roj kirine pênce
Pedşayê min î cebar e Li ba ezîzê min î ferwar e şeme rojek bû, ji Musa yê min re Binî emrî kire hinare
Ewî hewr heft roj çêkirin bijimar e dê werin em padşayî bidin medeh e Çar îna û sê sê deha Padşayê min lêkbirastin kirne meh e
Her duwzdeh meh î binav in şeşî zuhane şeşî bixunav in Her dduwzdeh meh bi hizreta melik şêxsin bibav in
Ji qewlê Fexrê Zergûn e Here bin herfe, Here bi nasîn e Binyata her duwzdeh mehan, roja dinya ava bûye ev roj kanûn e
Kanûnê ji xwe xeber da Ez im seqa erda Ez mafim li ser çi qas dera
Seqa erda ez im Saya xwe bi tevz im Bi ferwara mîrê xwe bi lez im
Kanûnê te mal nebe wêran Tû dom bikî seyane,befran û bangêran Tê li pêşiya zebûniyan bikî şeran
Ey kanûna ji berî Sibata reşû reşbenî Ti mexlûq tê de nadebirî Tew nizane tu nedostî, ne dijmin î
Sibat dibê sibat im, sibat binav im Meheke bi ser û çav im Geh dibarim, geh bitav im
Adar dibê ez adar im Kilîla çendî behar im Razgela zebûniyê bijar im
Nîsan dibê adarê xwehê Min yarek divê ji bedîle Adar çi kilîl e, ye bi sexî ye,ye bi bexîle Bexîlê bexîl binave
Eger dom bike seyan û baban ê li goman çik bike av e
Nîsanê deng dikir e Bihara xwe dixemlîne bi kesk û sipî, sor û zere Ti hedê mehan tune ji min bide xeber e
Gulan dibêje nîsanê xwehêtu meheke pirbêjî tu ye bi zengî bi qirêjî Çi ji wê çêlê bikim, xwedan faf bidoş e Doman lingê xwe lêxe birêj e
Gulan dibêje ez gulana bi gul im Ez a bi şalûl û bilbil im Ez melhema birînên bi kul im
Ez im sexya bi sexyan Bihar im li çiyan Li deştan têr dikim birçiyan
Hezîran dibêje gulanê xweh ê Tu meheke bi extîber ê Eger padşayî li serê te sist bike hefsarî Tê kevir û kuçikan bibarî
Gulan dibêje xwehê nesîbî, ne bidestê min e Bi destê mîrê mezin e Teyr jî bi emrir û ferwara wî difir e
Hezîranê deng dihilîl e Ji mehan navê min havîn e Ez dibiriqim ser çendî bendê miskîn e
Tîrmeh dibê tîrmeha germ im Helîmeke nerm im Bi cexwûn û bi bênder im Xêreke bê şer im
Êlûn dibê tîrmehê te gotineke xweşdigot e Te qumaşê xwe bibehakî difirot e Te gelek bende miskîn ji german disot e
Êlûn dibê ez çendiya mehan im Ez a bi meclis û reşrihan im Ez a dayîm ji şems û Fexrê mîra re eyan im
Çirî dibê em dû meh in nav bi çirî Padşayî em xelat dikirî Li ser me hene naz û namet û tirî
Çirî dû mehên kamil temam Li ser me xweşbûne çiqas tam Payîz mîr e, her dûzdeh meh jê re dibine xulam
Hatî meha nav cebêr a Li her dûzdeh mehên salê digêr a Gelek bende û miskîn jê dibînin xêr a
Hatî meha binav remedan e Li her dûzdeh mehê salê digeran e Kire xutbe avête ser çendî Îslamê misilman e
Ya me Êzdiyan sidiq û heya durust ser pîşka îman e Kaniya sipî ji mere nîşan e Berî ne erd hebû ne ezman e Ne bar hebû ne binyan e Xwedê î heq bû, xerqê şêxadî navê Tawisîmelek ji mere dîn û îman e
|