Center Of Yezidi Culture  
   
 
Friday, 05 September 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Русский
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forûm
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Video
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Qewlê Padşay PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
Padşê min yî padşa
Çêkirê çiya û deşta
Neqaşê hemû neqşa

Padşê minî xefar e
Ji ba wî têtin biryar e
Bo dinyayê û her çar kinar e

Padşê min dinya çêkir
Bi hedûsed, rêkûpêk kir
Bin adem têde xinê kir

Padşê min sur li sema
xudanê çex û roj û dema
Ji ba wî têtin kerema

Padşê min rebê milyaket e
Rebê her heft surêt bi taqet e
Her heft mêrêt bi heybet e

Padşê min kinyat ava kir ji dur û gewher e
Sipartbû her heft surêt her û her e
Melekê Tawis kire serwer e

Padşê min rebê Adem e
Ji ba wî têtin kerem e
Li hemû wexta û li hemû dem a
Padşê min melekê bêrî ye
rebê pêxembera û Mehdî ye
Yezdanê minî jorî ye

Padşa yê min rebê Silêman e
Yezdanê ins û cinsa ne
Hemû jêra ser kêşa ne

Babê nebiya Biryîm Xelîl e
Bo xwedê xwe kirbû dexîl e
Qurbaniya xwe kirbû Simayî le

Padşayê min reb elsemed e
Rebê Mûsa û Îsa û Mihemed e
Hemûya jêra bir sicûd e

Padşê min rebê jorî ye
Rebê kişîş û qelender û sofî ye
Rebê şêxê minê Adî ye

Padşê min êkî mezin e
Padşayê hemû momin e
Rebê dinê yezdanê min e

Padşê min reb elsebûr e
Xaliqê agir û nûr e
Her yî bi heqe û yî xefûr e

Padşayê min êkî emîn e
Ji ba wî têtin mizgîn e
Bo hemû muxliqa û çendî dîn a

Padşê min rebê kinyat ê
da pê bigrin inyat ê
ewe li me diket şifat ê

Padşê min yî rêber e
ewe êkî ekber e
sicûdet jêre ye fer e

Padşê min êkî mabûd e
xudanê lewha mehfûd e
Her layîqî sena û sicûd e

Padşê min rebê heqî yê
Di bexşînit xudanê hîvî yê
Ewe ji mere didet xweşî yê

Padşê min yî adile
Ji hemû aliya yî kamile
Ew miraza hemû dila

Padşê min min xudanê rizqa ye
Atqatê hemû dila ye
Li halê hemû kesa yî ha ye
Li hemû dema û li hemû wext a
Ewe padşayê erd û text e
Ji ba wî têtin rizq û bext e

Padşê min xudanê miraz a
Xudanê nîmet û naz a
Bi hemû wesfa ew yî raz e

Padşê mino yê bereket ê
Nazilê nazê û nîmet ê
Xwedanê dinê û axret ê

Xudanê axretê û din ê
Hasilê miraza min ê
Yezdanê mino yî bi ten ê

Padşê min yî rehîm e
Baranekê dibarîn e
Xelk û alem pê dijîn e

Padşê min Xweda ye
Dîndara wî li me xêr û sa ye
Ciyê wî li hemû dila ye

Padşê min yî sitar e
Xwedê yekî cebar e
Ciyê wî li ciya û war e

Padşê min yî hosta ye
Li alamê bi agaye
Ciyê wî li hemû erda ye

Padşê min nûr e
Ew ji me neyî dûr e
Yî alime bi erd û ezman û behrêt kûr e

Padşê min êkî ekber e
Kîna kesî neye li ber e
Her û her rehim ye li ber e

Padşê min êkî qedîm e
Li erd û ezmana yî ezîm e
Li hemû derda yî hekîm e

Ya Xwedê tu ruha dibey û di hînî
Sebir û aramê di dila de diçînî
Tu dikeye mû û nabizdînî

Ya Xwedê riya te rastî ye
Û karê te bi heqî ye
Sura te her ye mixfî ye

Rîya Xwedê min rastî ye
Padşa ye û şik tê nîye
Xwedê melekê bêrî ye
Her tuy xudanê mirwet ê
xudanê şifatê û bereket ê
Rebê dinê û axret ê

Ya xwedê tu melekê erşay
Li hemû kara bi agay
bi hemû dila tu yî hey

Ji qewlê şêx Fexrê bebzer e
Padşayê min yî ekber e
Navê wî ji her û her e

Îlahîyo te ne wekîl e
Ne delîle û ne kefîl e
Ne hevale û ne bedîl e

Îlahîyo te ne tefal e
Ne daye û ne babe û ne kal e
Bêy te hemû tişt yî betal e

Îlahîyo tu di hînî û distînî
Tu dibey û di hînî
Tu rehmekê bi mede bi barînî

Tu dişkînî û di cebirînî
Tu sax dikî û dimirînî
Tu rehmekê bi mede bi barînî

Tû dibey û distînî
Geşdikî û diwerînî
Tu rehmekê bi mede bi barînî

Em di kêmin û Xwedê yî temame

< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 6 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization