|
Yarebî dinya hebû tarî Tê da tunebûn mişik û marî Te zindî kir taze halî Çû nema gul jê barî Ya Rebî tu hostayê kerîmî Te vekir rê û derba tarî Tu hostayê her tiştî Bihuşt çêkir renge bî
Erd û ezman tunebûn Dinya fireh bê bin bû Însan û heywan jî tunebûn Te xak saz kir
Di behran de tenê hebû dur Ne dimeşiya,ne dipeşiya Te xweşruh anî ber Nûra xakê peyda kir
Goşt û ruh hatine ber Nûra çavan lê hate der Dest û pê kire leş Lê şêrîn kir got û bêj
Xwedawendê me hostayê rehmanî Rê û dergeyê dinyayê vekir Her tişt ji me re deranî Bû buheşt erd û avanî
Xwedawendê me tiştî dinas e Dura kasê jêre kir esas e Jê peyda kir mêrê xas e Got:"Eve heq nebes e"
Dur ji heybeta Êzdan hincinî Taqet nekir hilgirî Ji rengê însan xemilî Sor û sipî lê hêwirî
Êzdanê me bi rehmanî Hisin û cemal ji me re anî Destûr da qelemê qudretê Em avêtin nav sira muhbetê
Hêvên havête behrê,behir pê meyanî Dûmanek jê derxwenî Çardeh tebeqên erd û ezman pê nijinî Êzdanê me dur deranî
Muhbet avête nav e Jê peyda kir du çav e Jê herikî pir av e Av ji durrê herikî Bû rê û bê derî
Êzdanê me ser behrê gerî Êzdanê me gemî çêkir
Însan,heywan,teyir û tû Cot bi cot li sefînê siwar kir
Xwedawendê me sefîne ser e Serekî digere çar kinar e Sefîne qul bû, av kete ser e Marî dûvê xwe dana ber e
Xwedawendê me gemî ajot Ji kinar ço ber kinar e Ajote Lalişe got."heq war e" Siltan Êzî xweşrêber e Lalişkurkî beşer e Niha êzdî jê xeber e
Ya Rebî bang dikim şêxê mezin Çavkanî av jê dizên
Ya Rebî te dinya çêkir, dinya bixêr Însan têda dijîn bi têr şevên reş,şevên tarî Cî nema gul jê barî
Xwedawendê me kerîm û rehman Kire rikin erd û ezman Da berme ruh û ziman
Xwedawendê me rebil semed Afirandin heft milyaket Cuda kir dojeh û buheşt
Xwedawendê me erd çêkir,ezman guhastin Micalê erdê birastin, Nobeta qeza guhastin Li guneh baran bû ruhistin
Çiqas xwedawendê me dinya kir sefer e Sixir dikir dar û ber e Pê nijinî riknê mexiber e Lalişjor de anî xwar e Lalişbû xweşcî û war e Li erdê şîn bû nebat e Pê zeyinî,zendî kinyat e
Xwedawendê me rehmanî Çar qisim ji me re danî Pê dilovan Adem nijinî
Xwedawendê me rehmanî Çar qisim li rûyê dinê danî Yek ave,yek nûre Yek axe,yek jî Agire
Xwedawendê me bi rehm e Diyar kir şaz û qidum e Hêvênê Adem hevsûr zor tixûm e Hevsûr geriya,hat hindave
Qalibê Adem mabû bê gav e Go:"Ruho çima naçî nav e"
Xwedawendê me qudret e Zeyandî çiqas xuliyaqet e Jêra çêkir doje û cinet e
Xwedawendê me erd çêkir,ezman guhastin Mecalê erdê birastin,nebeta qeza rastin Ji însan qencîtî xwestin Lalişji ezman dihat e Li Erdê şîn dibû nebat e Pê cêyiran çiqas qinyat e
Xwedawendê me înê kir esas e şemiyê biriye kiras e Çarşemê kir xilase
Heft sed sal paşhevsûr hat dira nikase Heft sed salî berî Adem jimar e Erdê xiyare negirtî şiyar e Heta Lalişa nûrîn di nav de hinar e Û bang da ruh hedirî Hat û ço buhirî Nûra muhbetê hingivte serî Hat û di qalibê Adem de hêwirî
Xwedawendê me rehmanî Kasa sirê ji Adem re anî Av ji kasê vexwar,vejiya Cîda mest bû hejiya Goşt jê xuwest wê ruhê Xîret kete nav serî Xwîn li canê wî gerî
Adem Xwar ji wê kasê Sira kasê xweş lê tê Kerameta kasê gehişte buheştê Milyaketan bi milê wî girt û avêtin buheştê
Adem ji kasê vedixwar e Kerameta kasê pê ve diyar e Xak pê nijinî,bû hişiyar e Got:"Ev erd çî xweşe" Giyayê şîn sergeşe Roj roja mêrê keleşe
Xwedawendê me rehmanî Ji me re keremek anî Dem û dezgehê başdanî
Hey Ademo rûdinê Her dem bike îmanê Xwedawendî em xilas kirin ji tofanê
Gelî mirîdan bikin karî Xêra qudretê ji jor barî Xwe dûr bikin ji neyarî
Kerameta xwedawendê me hate xwarê Erd û ezman didinn xêrê Hûn jî bibin xwedanê xêrê Qet ji bîr neken vê xeberê
|