Center Of Yezidi Culture  
   
 
Friday, 05 September 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Русский
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forûm
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Video
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Qewlê Erd û Ezman PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
Bi qudreta êkî bêrune
Bi pirsin ji xelkê hûne
Ka çawa ev ezmana rawestabû bê sitûne

Bi qudreta Padşê min ê heq e
Nişyarkir çarde tebeqe
Ka ev ezmane çawa rawestabû maliqe

Bi qudreta rehmanî
Meleka deng hilanî
Ev ezman rawestabû maliq li banî

Melek cewab da ye
Şehde bi xwe Padşa ye
Stûna erd û ezman rawestabû bi wan duwa ye

Ev qewle qewlekî xas e
Ezman bi erdî diketin behs e
Erdo tu eşkerî ez xas e

Erdo tu eşkerî ez çakim
Ez ne ji jengim û ne ji xakim
Ez ji cewherekî pakim

Erd di bêjtê: Ezmano eslê min û te ji derekî
Em nijarkirîn ji cewherekî
Şefeqe li me dikete derekî

shefeqe li me dikete cebêr e
Em xuliqîn li hêr e
Ser min peydabûn naz û ne´met û xêre

Naz û ne´met dibînî
Xwedê bendekî giran ser min datînî
Çiqas muxliq xêr ji me dibînî

Erd dibêjtê ezmano tu birayê min li serî
Bêteke û bê berî
Ser min peyda dibit naz û numet û terî

Gul û sosin û beybûn
Sêv û bîh û zeytûn
Ew jî li ser min hasil dibûn

Bi qudreta rehman e
Ser min hatin her çar navêt giran e
Tewrat û Incîl û zebûn û quran e
Hatin ji ba melekê rehman e

Her çar navêt meşûr e
Hatin ji ba melekê xefûr e
Tewrat û incîl û zebûr û quran e

Erdê we dikire hedêd e
Naz û numet ser min tên e
Çiqas muxlêqetêt bi giyan bo xwe lê diçêrin e

Naz û numet dibînî
Xwedê bendek ser min datînî
Çiqas muxliq bi giyan bo xwe lê diçêrînî

Ev qewle qewlekî xas e
Ezman bi erdara diketin behs e
Fêris û miliyaket min xweşhawas e

Erd dibêjte ezmîn e
Ser te hene miliyaket û fêrisîne
Ew çû nefes û şubhet li ba wan nîn e

Erd dibêjte ezmanî
Xwedê bendek li ser min danî
Ser min hene du nefesêt giranî
Ew jî bendêt îmanî

Ew jî bendêt Xwedêne
Du nefesêt giran hene li wên e
Ewan xwe ji guneha vedkişêne

Ezman deng diket biçêr a
Erdo ez paqijtirim ji zîv û zêr a
Min ji jorda li kul û emelêt te dinêr a

Ezman dibêjtê: Ez bi xwe deng neker im
Ji zêr û zîva paqijtir im
Ez ji jorda li kul û emelêt te difikir im

Ezman dibêjtê: Ezmano ez yî pak û bê êb
Ser te hene derew û qetil û zina û xêb
Ew jî ser te digerê ruyê vê dinê bê ecêb

Ezman bi erdê tê gotinê
Ser te heye qetil û derew û xêb û zinê
Ew jî bi ecêb ser te digerên ruyê vê dinê

Erd dibêjtê: Ezmano ezim erdê derwêsh
Ser min digerên coq û cumlet û cêş
Kesek bi kubarî naçite pêş

Erd dibêjtê: Ezmano ezim erdê feqîr
Ser min digerên coq û cumlet û cêşêt kibîr
Kesek bi kubarî naçite pêş mîr

Safî derî mizgeft e
Yarî runişt li xewled a
Hefit surêt fêris û miliyaket e

Safî derê xezê ye
Yarî runişt li xewleye
Hefit surêt miliyakete

Shar li min cema dibûn qut be
Çar kinar sekinîn xut be
Melik Şêx Sin li serî xitme

Şevêt tênî alim dixunin
Di çine ser menberê û deng hiltînin
Navê Şîxadî û melek Şêx Sin serda di tînin

Elah û Ekber e
Alim diçine ser menber e
Ji firqan didin xeber e

Bi qudreta melikê celîl
Ser min hene nur û qendîl
Izraîl-Israfîl-Ezazîl-Cibraîl-Şimxaîl-mîkaîl-Dardaîl.
Her heft melekêt kebîr
Li destê wan heye mifte û kilîl
Berî xasa çendî bedîl
Wê li hizreta melikê celîl

Ezman deng diket binur e
Erdê lewhek heye ji min û beru jure
Qelema wî ji heqîqetê ye sure

Erdê, we dikire hikiyat e
Ezmano heke melik Şêx Sin ji bate hat e
Ezman dê maba bi mat e

Erd wê diket gotin e
Ezmano bes li me bike gol gefêt mezine
Lalişa nûranî,qudis û xelîl,Meke û Medîne ew li ser mine

Bi qudreta Melikê celîl
Lalişa Nûranî ,Qudis û Xelîl , Meke û Medîn
Ew jî li ser min di gerên rûy vê dinê bi sebîl

Erd di bêjtê: Ezmano!
Ez medeha ji xwe nadem
Ser min nijyar kirin Adem
Ji surra Melik Şêx Sin li xatim

Ezman dibêjtê: Erdo!
Ser min hene Roj û heyv
Ez paqijtirim ji zêr û zîv

Erd dibêjtê : Ser min hene xelkê nazik, letîf, ciwan û kamil
Mîr û hakimêt adil
Ew jî ser min dibûn hasil

Ezmanî we cewab da ye
Erdo heke ji min nehatiba tav û ba ye
Ev meclise dê bi çî bit ava ye

Ezmanî we cewab da ye
Heke ji ba min nehatiba bay û tav e
Ev diniya dê bi çî bite ava ye

Ezman deng diket bixwe ye
Erdê Xwedê ser şehde ye
Ji heyfa te îwele ye

Bi qudreta Rehman e
Erd û Ezman pêk hatin weke xûşik û biran e
Temametiya vî qewlî xudan e
Li Melik Meut û Gavanê Zerzan e
Û her çar biran e

< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 16 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization