|
Miştaqê sê bor im Xewasê behrêt kûr im Ji Adîya ezî bi mişûr im
Şikestîme besta min ji malêt mîr a Hey hesedo xadimê pîr a Firwara min bi xelkê êrif ê zana ê jîr a
Xelkê êrif ê zana wer in Li beyana bifikr in Bo xwe nisîheta ji vî qewlî hilgir in
Bo xwe hilînin nesîhet ê Wa derkeftiye mişûran û xet ê Mêr yî xilase bi xilmet ê
Hûn li xilmetê ne di kislan bin Li xêr û xêrata kirî ne dipoşman bin Da li axretê ne disefîh û sergerdan bin
Xêrekê bikin ji xwedê re Kirnekê bikin bi rê re Da ne yî gîro bî bi nefsê re
Bila hûn ne gîroyît nefisê bin Ne pîverêt rê bin Da li axretê negirtiyêt hebsê bin
Qence hûn di pir wesfet bin Ne bi mûkir ne bi hîlet bin Da li axretê li ber pedşê xwe ne di bê îzet bin
Ne bi hîlet bin ne bi mûkir Di hur bin bi bukir Di rû sipî bin bi nav û dikir
Di rû sipî bin ya sûnî Borê calix metanî Ji hindirû paqişke denî
Borê calix me hebîn in Hûn çendê di meîzyn in Telpêt giran şûnda nemîn in
Borêt calix ne di çên e Lixafêt sebrê ne dilên e Ji xirabîyê çare pên e
Borêt calix me seyîr in Hûn çendî tên difikir in Ew zû xwedanê xwe li meydanê diêxîn in
Bila borê tey kihêl bê Suxmetekî bi tîmar bê Da li axretê xebereke fehişnekî, betal bê
Bila xebera te neye fehişbî Li dîwanêt xasa tû ne li paşbî Da li axretê li ber pedşê xwe ne yî bê maşbî
Bila borê te yî rêber bê Bila lixafê sebrê li ser bê Tû goykerî goy li ber bê
Heke tû koykerî here goyê li meydanê li kaşoy Heke tû maşxwerê mîrê xwey Keremke here û dêy ew dibî
Keremke here meydan ê Bila borê te yî xûrtbe li vê lêkdan ê Heke tû maşxwerê mîrê xwey keremke here dîwan ê
Sebir bo mêra erkaneka çê ye Tirs silametiya rê ye Nasbûnî çirayê neqlê ye
Sibrê ji xwere rêzan ke Rastîya xwe tê beyan ke Rastyê li behrêt giran melevan ke
Rastî û marîfet e Hincî mîrê sax yî bi terbiyet e Ew li axretê sur boşekî bi taqet e
Me êk divê yî sûr poşbî Netebayî xelkê poşbî Ne erzan dûr firoşbî
Erzan mefroşe dûr e Mebe bazara cihêlan û kur e Ew zû bang didin li sur e
Nabe li sura bang didêrî Hincî rêya Êzî bibînê û bike enkêrî Ew maşê zebêniya bi destê kesekî ve nasipêrî
Me êk divê yî sax bê Yî bê sûc, yî bê gûneh, yî bê binas bê Dixofêda sunî xilas bê
Tû rûnê di xofê de Sê bor banetne vilê de Rast pajo û here pê de
Me êk divê yî bi ser bê Li ebadetê yî fer bê Ne pir gûtinê dû xeber bê
Ji wan mebin dû xeber e Ecêb mebin li ser e Da hûn li axretê nebin dizêt xeber e
Bila hûn li xebera ne di casûs bin Li diwanê ne wek kabûs bin Da sibey li axretê li ber padşê xwe ne di bê namûs bin
Megerên li pişt dîwar a Gûhê xwe medine peyvêt cînar a Da li axretê şûna wan peyva li gûhê we nedin bizmar a
Bêjme we ya mişûran û xetan Etles nabine kitan…. Kesî nedîtîye baz bigrin betan
Nefsa kibar mare belê Hinciyê kivanê qûdretê biser de pal ê Da we bibine wan cîya, her holeke wan bi hezar ê
Da we bibine wan dergeha wan cîya Li wan olîya Ew cîyê xasan û welîya
Da we bibine wan serîr a Li wan dergehêt mîr a Sed xwezme li wê ruhê ne êşandî, Hosta, Merebî, Şêx û Pîr a Da li axretê bibine cînar bi xasan re
Ji wan nebin beyan li betir Nekin şolêt bê aqil Bo mêrî çake edeb û aqil
Ji wan nebin mişemirêt mebdeya Rê bi rastîyê dibe xuya Bo jinê çake hisn û heya
Ez ne bînim hisnê bê heya Gava qehrê hemû çû bê fêdeye …………..
Heya ji hisnê der dibê Wekî rezekî bê ber dibê Xudan li axretê bê mefer dibê
Aqil hîdayet e Hincî mêrê bê terbiyet e Ew ruhe li ba padşayê xwe bi îzet e
Min dît hê wişm ê Ez çûm ne gehiştm ê Yeqîn xilmeta min ye kêmbû, lew ne gehiştm ê
Heke énkara mêrê koçek e Gav yî bi kaze û gav yî bi çek e Melek Fexredîn xilmeta wî qebûl nek e
Hincî ciwanî li rê ye Hemû kiryarêt wî çê ye Ew dayîm hebîbê xwedê ye
Li ba êrifa we dibîn e Hincî dilê rehma Xwedê tê ne Ew ne ji xelkê behiştê ne
Li ba êrifa we diyar e Hincî dilê bi xezebe û bi jehr e Ewî mala xwe avakiriye bo dûpişkan û mar e
Hesed bijî têr bijî Hincî dilê ji rehma Xwedê dibû tijî Ewî mala Xwe avakiriye bi destê xwe, bixwe nijî
Bêjme we ya filan Hûnin rezvanêt sêvan û gulan Bi xof û tirsin li hemû deran
Li hemû deran bi xof û tirsîn Li dîwanêt xasa pirsiyaran pirsîn Da li axretê ber padşê xwe hûn bi hesilîn
Derwêşê min yî qelender e Geriya bû der bi der e Eyneta li dil qeda wê li ser e
Em di kêmin Xwedê yî temam e
|