Center Of Yezidi Culture  
   
 
Friday, 05 September 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Русский
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forûm
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Video
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Qewlê slavêt melikê Kirîm PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
Slavêt melikê Kirîm
Ez bûm aşiqê sura berîm
Bi mal û serî ew sur dipirsîm

Sura me diperist xaliq e
Mûhbê dila mabû mûhliq e
Zor hatine dinê di rîhspî ne dibaliq e

Zor hatin hedê mêr a
Ewan gûh li maniya nedigêr a
Nedizanî ji kû tê şer û xêr e

Zor ketine behrêt tarî
Mijûl bûne bê qirarî
Aşiqêt dinyayê çû ji owla xwe ne dibijarî

Ewê qirarê bixwîn e
Pê negre giryan û kîn e
Ev fêne, fêneka derewîn e

Sura wê qirarê
Pêk mekrin sarê
Ev dinya xweşe birayêt yarê

Gava xedra nefsê çû ye
Heke cengê mala Adya li dû ye
Xedir vekirîye zû ye

Gava xedra nefsê bit e
Heke cengê mala Adîya li pê ne heret e
Birano çende bi heybet e

Gelî bira betal mekin cengê
Hûn rûnên bi heft dengî û binase bikî rengî
Me ola xwe naskir bivî rengî

Gelî bira dibêjme we ji hal e
Dil bûye sîqal e
Mîna xirabekî sed salî val e

Dilê xwe bi sîqal kin
Sûra mêra ji xeyal nekin
Herdem qesta bal kin

Çêbin û gihurnekin
Rêya siltan Êzî jibîr nekin
Da roja axretê giyanê we bi îza nekin


Dibêjme we ya cêş
Siwar mebin li borêt serkêş
Mezine meydana melika, zor xendek dihêne pêş

Li borê bihil siwar bin
Li qewla gûhdar bin
Bi hemû mûxliqa re yar bin

Nasê nefs ê
Li rûhê vê meclis ê
Mêrê xilas birs ê

Nefsê ye nas bî
Mecrê giran xiwas bî
Tebaya xelkê xas bî

Feqîrê me bi cor e
Hinciyê nefsa wî dizor e
Ew derdikeve ji bor e

Hincyê nefsa wî ye xiwar e
Maşê mîrê xwe bihelalî dixwar e
Ji şermêra xeyal e

Hinciyê biheramî bixwet maşe
Ji dîwana cindya ewî haşe
Siltan Êzî dê wî havête paşe

Ne bizor e
Ne bi jehr e
Toz bilindî, ji rastîya rê ye diyar e

Rastî ye rê zan e
Ronaya dilan e
Rastî rêya yezdan e

Rastî marîfet e
Mêrê qebeh terbiyet e
Li axretê giyanê wî bi ezete

Rastî binyat xas e
ya ji sehabe ew mekas e
Yê xwedê xwe bitirs nas e

Rastî binyat zêr e
Wan cindiya xwe ragêr a
Yê herdem hîvî bi xwedê re

Rastî binyat zêr bû
Hinciyê ber lê bû
Hinciyê dixwar bû dikêr bû

Borê hirîna neke
Rêya heqiyê jibîr neke
Here dostê xwe silavke

Heke em diber borê vebicîn ser e
Heke xira li nav rastiyê bidîn ser e
Xwedanê borê ser pişta wî goîker e

Ji qewlê pîr Xidir e
Hinciyê girîvanê rastiyê li ber e
Şikir dê çite dîwana mal û ser e

Em dikêmîn û xwedê yî tegam e

< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 44 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization