|
Ji qewlê şeq serî Nesîhetêt vî bab zerî Gava mêvan hat û hidrî Cayîze ji pêşve bi şikrî
Wekazî ji destî bigrî Nekû biçavekî bi kenî û bi êkê bigrî Wikî heft mirî jimalê mirî
Gava mêvan hat ji der ve Cayîze rabî ji ber ve Nekû êkî nexwendî bê biser ve
Nekû li xwe firakî zik Û bêye xwarinê bi rik Xelkê dora jî çav li nik
Nekû li xwe bikî bixêrî Çoka li erdî rahêlî Cayîze li dor xwe û hevala binêrî
Nekû li erdî biqûtî ejnû ya Û parî bideye nav pidû ya Cayîze pavê ye pişt sito û rû ya
Çî ecêbeka dijwar e Mirovê xwarinê dixot yî pirgal e Xelkê dora jê yî şermezar e
Fere li ser mêrê meclis ê Rojê sê cara li dîwana xwe bipirs ê Gelo kê xwarîye û kî maye birsî
Mêro xudanê enyat ê Cayîze rojê sê cara pirs bikî ji civat ê Gelo kê xwarîye û kî maye û kî nehat ê
Ez nebîn im mêrê beranî Wek eolaqa garanê hermeta bi tinê biçte karwanî
Ez nebîn im mêrê bi tinê Û maka biket zin ê Û mêrê bin hûkmê jin ê
Ez nebîn im kalê bi kezî Û keçka ban bi ban Û hermeta dang û daman rizî
Ez nebîn im kalê biket enoş Û sola bi bişkoj û hermeta binvê bi roj
Ez nebîn im warê ber bi zinar Û sala dû behar Û kalê biguhar û pîre jina bi yar
Ez nebîn im ava bi dar pirik Û hermeta bi çînçirik Û malxweyê malê kepû girik
Ez nebîn im dewê tirşê lîna Û tayê kevne kona Û hermeta bela..bela biçe şîna
Ez nebîn im kalê panî pind Û derwêşê rind Û mêvanê mal li gûnd
Dilê min bi sê kesa nasojî Mirovê bi hal bit û bê eyîşbijî Mirovê korebê û destê xwe bi xenayê birêjî Mirovê pîremêrbê li ber kuçkê xwe derheqê alemê bêjî
Hey hêstir ji eslê kerê Darekî binê û êkî serê Her dê zivirîye ser eslê berê
Hêstir di kerbabin Li meydanê ranabin Qelsebab qet çênabin
Heke qelsebab bûn çê ye Rojeke û dûye û sê ye Her dê zivirne ser eslê babê ye
Xûdan esl ez bim gorî Û bêesil wekî kerê sito bi morî Ew bê xwendin dihajone serê jorî
Wil li bê eslê bê nebî Gava diber xweda dîtin kiras û kefî Divê ewî jî kurte xulamekê xwe hebî
Wil li bê eslê bê sinyat e Gava derfetê wî dihat e Xiyale goştê laşê xwe dixwat e
Heke bê esil siwar bû Û biser sîbera xweda xwar bû Heke xudan ûcax, li serî nedin, harbû
Xudan esil tû rûnê serê jorî Heke tû yî bi miskî yî bi enberî Ew bi xwe dê bang ket û dêrî
Deyn meke deravek Hevraz meke gavek Nanek heye îro nede bi gavek
selefxwer yî bê sewab in Nivêjê wan dê dibê duwa bin Mer beçêt wan dê ne direwa bin
Wey li selef xwerêt bê dîn Di zikî de heye kerb û kîn Taliya wan, yan ye har, yan ye dîn
Min gelek li vê dinya yê dîtin tê risik Li pê malê xwe bûne disik Ji xirabiya û vênîya, lê weryan rih, birho û bisik
Min gelek li vê dinyayê dîtin keda yî Xwedê malek dayê bi paşa yî Talîyê ewjî xirab bûn ji ewlîya yî
Heke dû mêra kire hîkayet e Û ber bûne êk bi şikayet e Dê ji destê wan tenabe welat û ber welat e
Heke havîne û heke zivistan e Mêrê biçe dîwan e Cayîze li pê biçin sifir û nan e
Heke tû kesekî bi bînî Xêrekê vêre bigehînî Nebêjê tû ji kî dînî
Heke te xêrek da bî Û bi avakê re berda bî Li nik Xwedê her hinda na bî
Çêkin birano çê kin Pêşbara dipêşîya Xwede virê kin Bo xwe ciyekî li wê dinê çê kin
Bila hûn yit weyî bin Bi xof û namet û bi bîh bin Hûn tebay xelkê gehî bin
Da hûn tebay xasabin, Nehûn tebay xamiya bin Da her û her li xweşiyan bin
Ji şêfe xir bigrin şîret a Edeb û êqîn û keramet a Da li dinê bijîn bi selamet a
Ji milka aş Ji bacêra simtraş Ne çe dîwana mêrê bero paş
Kîj ne war e Bela lîsik ne behar e Qêrat ne dar e
Ez nebîn im olaqa loq loqo Û hermeta tîq tîqo Û mêvanê bêje mêvanî mayo
Xwedê xirabket malêt bê bexta û éwana û beygo Hûn hemû bêjin amîn hero û hero
Em dikêmîn Xwedê yî temam e
|