Center Of Yezidi Culture in Moscow (RUSSIA)  
   
 
Thursday, 04 December 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Russian
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forum
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Download
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Qewlê Ga û Masî PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
Min êk divê yî jîr bî
Li hemû maniya yî xebîr bî
Li ba Şêx fexirê Adîya yî pîr bî

Şêx fexirê adiya lê bit fêde
Hûn xebîr bin bi wê de
Ji vê dinyayê û pê de

Neye bi buxtane neye bi zor e
Li xasa saye li xafila ewr e
Jêr û berew jêr Gaye

Bêje min weke dibu ve
Ewî Gayî serî li şêrigve
Bi xerbê ve dû ve

Ba êrifa wa eyan e
Ewî Gayî çî nîşan e
Çend sitiron e çend didane

Ew ga ye sehtî pîre
Qurnet û qurnet yî xebîr e
Pêya pênsed salî meyzîr e

Ew gaye sebrê dêrî
Sicudê di kêşe êkî bêrî
Heta dema ruhê bispêrî

Ew Gayî sehtî qewî ye
Ji pêşve sexrekî sipî ye
Jêr û berew jêr kesekî nedî ye.

Bi hîmeta wî sexrî
Babê pis nexirî
Lê cema fexrî

Ecêba di wê da
Nîva simê di gê da
Têheye sêsed û şesit û şeş,
bacarê binî adema tê da

Nêva herdû sim a
Ye tijîye ji bacêrêt binî adem a
Wan jî behir tê heye ji şahiya û heqiya û xem a

Nêva herdû simêt Gayî
Tê de hene sê sed û şêsit û şeşbajêrêt
Binî ademe avayî
Ew jî rawestane nav û dikarêt xwedayî.

Navê îmanê wan zêndîn e
Heca wan heceka nûrîn e
Ew jî rawestiyan ber nûra milik şemsedîn e.

Dilê min yî bi êşe
Pêşwî Gayî heye mêşe
Ew gayî ji mêşêyî bi hindêşe.

Behir a jêrî gêy e
Kursîya pedşayî lêye
Şêx Fexrê Adîya li hemû erda û rêya

Fexro tu xasî
Tû bi xaliqê xwe kî û libasî
Gayî mezintire yan masî

Pedşê min yî ekbere
Ser pişta masî heftî perî kesekî keber e
Perekî gayî yê li ser e

Çiya ye û fere û hidud e
Necê xelkê xafilî meqsud e
Yê ezabê didete ber wan êkî mabûd e

Çiya yekî reşyê li himber e
Mişûrî diçine ser e
Çiya dihejin ji beryê bi sifet yê bi mehder e.

Mişûrî di êne xwar e
Xwezî min bizanîya bilindîya wî çiyay cend mixedar e
Menzilî pênsed salî bi hijmar e

Ba êrifa wa eyan e
Wa derkeftî di qewlan e
Ciyayekî reşyê li nêv ewran e.

Çiya ye û fere û hidud e
Ew neciyê Xelkê xafil û meqsude
Ew saliheke li naf siûd e

Xelkê xişîm xwe ji guneha vekêşin
Jêr û berew jêr behrekeşîn

Jêr û berew jêr qiyamet e
Wan bi xwere dibet e
Erd ê hisêbê lê diket e

Hisêbe û etêb e
Erdek yê hey navê wî ecêb e
Wê têde dixwîn in kitêb e

Erdek yê hey yî rast e
Yî sipîye weke mast e
Nor û miska jê efrast e

Îlahîyo tû rûya li me sipî ke
Erdek yê hey navê wî simî ke
Jêr û berew jêr kesî ne dît e

Ber hezîmeta siltîn e
Jêr û berew jêr dû behrêt dî ne
Tê hene zor medî ne

Medînek ji wan e
Tê hene zor binyane
Heftî hezar heywan e

Hêwanek jê mefer e
Tê hene zor beşer e
Heftî hezar hefser e

Ber hezîmeta siltîn e
Ya têde sureke narîn e
Êqîne ew sura ezîz Melik Fexredîn e

Me nav û dikrê pedşê min yî celal e
Ewî xebîr e bi hal û hewale
Ji qewlê sibhane û tale

Pedşê min bi hikmetê re bi ser da
Me ji tehiyatê xeber da
Xêr bi meda xweşerde

Ew erd xweşmekan e
Li wî erdî heyran dimam e
Navê wî qumî bin qam e

Me ji tehiyatê xeber çû
Ewî Gayî serî li şeriq çû
Bi xerbê dûve derçû

Me qeweta bi Xwedê ne bi çû ve
Çiya ye û baniye û zilêmate û ser nişî ve
Ewî Gayî hilgirt bi piştê ve

Kufe û her êk û tişt e
Çiya û baniye zilêmat û deşt e
Ewî Gayî hilgirt bi pişt e

Şêx Fexrê Adîya go: Dilê min bo van manîya percivtin
Nav çavê hutî behir heftin
Mewca didin bi qudretê lêk nedikeftin

Ber nav û dikarêt pedşê min yî rewa ye
Hut li ser rawesta ye
Jêr bere û jêr behreke bi ba ye

Jêr û berew jêr ebrasa
Tewrat da destê mûsa
Ser gelek tiştî kire casuse

Wey li xelkê kifir
Li mehkê rawesta sifir
Jêr bere û jêr berhreke bi befir

Li wê dibûn hesinê zerda ve
Ciyayek li maniya rawesta ve
Jêr bere û jêr berhreke bi ave

Emşê wesuta pesinî
Qudiretî têde mekinî
Jêr bere û jêr behrekî hesinî

Dilê min qirêr kir
Hinciyê nefseka birsî têrkir
Ewî behişt esehîkir jêr bere û jêr da.

Îlahiyo tû xasa me hivoj e
Tû Edewiya me soj e
Jêr bere û jêr behreke bi roj e

Melek Fexredîn manga zer e
Ecêb nemîne li qemer e
Jêr bere û jêr dane dere

Ji berî lewih û qelem e
Jê helnegirin çû sûh e
Ji qewlê sal û luh e

Ber nav û dikarête pedşê min yî kibîr
Textê êrif lê dibin xebîr
Jêr bere û jêr dane dîr

Şêx Fexrê Adîya got: Dilê min bo van maniya sotin
Çendî alim hatin ev ilme digotin
Jêr bere û jêr çiya dî jê ne digotin

Em dikêmîn û Xwedê yî temam e

< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 15 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization