|
Kengî bû mizgîn e Coqeta rabû rabû rihîn e Ber bi gelîyê Lalişê diçûn e
Û Kengî bû coq e Mîrê mezin hilda toq e Dilê edebiya şayî û şoq e
Mîrê mezin qelêmê kar kir Sîtila mala Adîya maxberê siwar kir Dilê edebiya şayî û şa kir
Û birime dîharê buhişt ê Çiqas bîn û buxşeke xweş tê Cindîyê têda libsê reş lê
Buhiştê dişxule meyser e Helêl keskin, quba zere
Helêl keskin , quba nûranî Kiyameta Melek Şemsedîn Melek Ferxedîn, Melek Nasrdîn Melek Sicadîn fericî
Helêl keskin, quba zere Mêra da me mader e Lalişewe, gelîyê kûr e
Gelîyê Lalişê yî li nav e Mêra da me çend car silav e
Silava me ser sibexêriyê Ruhu çûye kanîya Sipîyê Qalibê maye hêle
Hesin derge, derge xefûrî Kesera reşe bava Kesera reşe pîra Girtin, birine cem rewaqê mîra
Min li wir dîtin feqîr bi coş Ew jî tace, tac poş Kasê wan xarine, bira lê bibine loş
Û birime cem rewaqê rewa Min li wê dît qendîlê, beysûs û hewa Atqata me mêrê êzdî ewe
Û birime dergê Rohilat ê Li ber me dibirin maş û berat û xelatê Ew ji cîyê sondê silava tê Ew ji cîyê şede îzba tê
Û birime dergê Roava yê Mêrek nazil bû nava dosta, edebiya kir silav e Silava me dostan û edebiya, mexberê şîlanê Ew ji cîyê denê derdor ê
Her heft stûnê rêzêye derava Mader dikirin nola cara Qeynter dikirin boy bira û yara
Hûn çêkin siwarê gêdûks Xwe bixemlînin şubhetê bûka Pêda kesk û sor, pêş derînin
Bêşik,canê me hev re kêlimîn e Ew jî eyduyê mêrê zalimîn e
|