|
Rojekê difikrîm, şevan û roja Damamekê digrim li ber xweda
Çi behreke mezin e Qendîleke je bê bin e Çar cewê jê çûn e
Çi behreke qeyas e Rukneke çar asas e Çar asase rukneke Xaliqê xasê dîwanê Şîxadî ku zivete libas e
Çi behrek bê hed e Padşê mêrayî semed e Medeta şêxê xwe me Zor methê şêxê xwe didim e
Çi behreke emlîq e Padşê mêrayî şiblîq e Dûr bûm, hatime nêzîk e
Dûr bûm, hatime kinar a Pêl didame du car a
Hewara şêxê xwe me Zor methê şêxê xwe didim e
Minê dîye behrek Ortê de heye dîwarek Ser sekinîbû şêreswarek
Minê dîye emanek Xewle dîbû feqîrek Ew jî dikir raw û tivdîrek
Padşê minî mezin e Xudanê yanzde cotin, qoşin e Nifûsê wan leşkerê giranva diçûne
Padşê min erşdikir Ferşdikir, nexşê xwe datanî
Du cindîya rimek digeran din Wan cindîya rim digêran din Hûn boy kinarê xwedêra şehde bin
Padşê min zelpek te da Donzde hezar silavet ber vedida Nav dikirê Sultan Êzda yê min dergekî durê ra
Tim yekî ji wan yî rûniştîye, dudejiya pîyan e Dilê min yî ji wan ve eyan e Fitîleke çar çiran e
Çar çirayê fitîlek ê Hevt dergene kilîmek ê (kilîtek ê)
Çi bajarekî çar sûr e yanzde xendeka yî kûr e heft tarîne, çar nûrî ne
Qadî menberin Kitêbe, defterin Rukneke çar beşerin (Cindî serwerin Kitêb û defterin Rukneke û çar beşerin)
Çar beşerê ruknekî Du ta min dîne cîkî Nav dikrê Sultan Ezda min hildan, avêtine sîkî
Hûn xwedanê nedera Melek Şêysin sekiniye eşkera Vedike qewla, dixwîne deftera
Dewrêş Qatanî çar ménî digotin Bandê nayêne gotin Axretê nayêne firotin
Em di kêmin Xwedê temame
|