|
Xafilê bênasîn e Hatîye ser me bi kerb kîn e Ew heye dijminê dîn e
Xafilo, tu axirîyê gul be Kaxeza berîyê şil be Rohilatê rabe, tarîstanê hil be
Xafilê bê edeb e Hatîye ser me xezeb e Îlahîyo, merkeba xafila rast ne be
Îlahîyo merkeba xafila rast ne bûyî Bandê hewca mêrekî xerqe bûyî
Hewce me da ji motac Banga xwe dikin feqîrê dilqê bi tac
Banga xwe dikin feqîrê tacî kulik Dîwana Şîxadî kemilî bi nik Îlahîyo, tu mirazê mêra bikî bê şik
Xafilo, ji mal bezî Tirêqa xwera daneherizî Bandê nav agirê cehnimê de venegevizî
Xafilo,dibezî ji mal e Tirêqa xwera nekî qal e Bandê nemînî val e
Xafilo, dibezî berî stêr e Tirêqa xwera nekî şê r e Bandê neyê rûyê te nebû û çêr e
Her çi bi feqîra re dijmin dibûyî Barê wan hesin dibûyî weke çîyayê Sîpanê Xelatê bilind dibûyî Ruhê wan cî-cî sokin dibûyî
Xwezîka biçûma dîwana Şîxadî, cîyê sola Kas û badî hewdê dola Herça nuxte xarîye, bîye safîkî pola
Safîkî pola me Bavekî berbihêrî me lê herfêda yî serbirî me
Xaliqo, rengê te dibîn im lewra rengê bahara Taceke serê extîyara Huleke ser milê mêrdara(mihidara)
Xaliqo, rengê te dibîn im lewra rengê payîza Taceke serê ezîza Huleke ser milê mêrdara(mihidara) dîsa
Xaliqo, rengê te, tu renga namîn e Herçiqas bandê te bibîn e Aqil, fem, firisat sêrî de dimîn e
Cîk li buhiştê xweştir hebûn Kas û badî yê me bûn Ferdos ciyê Sultan Êzdayê xwe bûn
Macime mêrê feqîr, ew jî xwere dikirî Macim mêrê feqîr nenhêre ber tuye Şîxadî yeke, ne duduye Ji hev avaye hirî, pembuye
Hirî û pembû ji hev ava ne Mêrê xudan qîyarin e Pêşme de ne, pêş hinartin e
Pêşhinare, pêşme dene Sultan Êzî sekinîye ber derê dergeye Ji mêran re vala dike qesran û qubeye
Mi dî law di hikyata Sultan Êzî sekiniye ber derê birisata
Birisatê listê Emerî têne Têne nav êzdî û madî Pê kor bûne efendî, qadî
Efendî, qadî xwe bi kor in Gotina ilmê me de ne xebîr in Bandê destê şêxê xwe de sêfil û sexîr in
Şêx xidir şêxekî çê ye Şêx Husêynî go, Rabine ji pê ye wana jî sûcek birîye ber mewlê ye
Şêx xidir,şêxekî kar e Şêx Husên jêra bû heval e wana jî sûcek birîye ber Omerxal e
Omerîxala pîrekî enzelî Ew serdarê çiqas welî Wana jî sûcek birîye ber Şêxê Adî
Adîyo,Misafro Herça te kir, kesa nekiro Çiqas surman bû, pê kir kafiro
Tu li bera ji nehîna vûrê heqîyê derxî bi xezîna Tad û medad destê bê nasîna
Tasek da min rikanê am ê Min vexwarî temam ê Destûrî Şîxadî nava mala Şem ê
Em di kêmin Xwedê temam e
|