Center Of Yezidi Culture  
   
 
Friday, 05 September 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Русский
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forûm
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Video
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Beyta Cindî PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
Cindiyo rabe roj e Bes vê xewê hindoj e Xewa berê sibê zor ezab û doj e Cindiyo rabe rab e BesCindiyo rabe roj e
Bes vê xewê hindoj e
Xewa berê sibê zor ezab û doj e

Cindiyo rabe rab e
Bes bi vê xewê tu şab e
Xewa berê sibê zor ezab e

Rabe ji xewên şirîn e
Bes gorê teng bibîn e
Feqîr di bê kerbin, dibê-kîn e

Rabe ji xewa tari ye
Xew heram dibû li cindi ye
Wê li xudanên maşan û cenbeqi ye

Rabe ji xewa sibeh e
Xew heram dibû li medeh e
Wê li xwedanên xerqey e

Rabe ji xewê hingor e
Xew heram dibû li zor e
Wê li xwedanê xerqên bimor e

Rabe ji xewa êvaran
Xew heram dibû li mêrdaran
Wê li xudanê kewnan û karan

Rabe ji xewa mêrxanan
Xew heram dibû li zergûnan
Wê li xwedanê danan û stûnan

Malo nîveka şevê ye
Dengekî bilin wê tê ye
Here tê debore ji pê ye
Maşê te maşekî çêye
Wê li ber xilmeta mewlê ye

Malo dîkil wê dixwînin
Van şeva xew lê nînin
Cindiyo ho lê distînin

Cindî nakin nû xewê
Dê bi serê xwe çine gewê
Digel mîrê xwe nakin derewê

Dîkilê perê wî sipî ye
Wê dixwine li erşê êli ye
Wê liber melkê bêrî ye
Bang û hawarên me ji dîwana Şêx Adî ye

Dîkilê perê wî sore
Wê dixwîne li erşê jore
Wê li ber melkê bi more
Bang û hawarên me ji dîwana qublet bidore

Dîkilê perê wî zer e
wê dixwîne li erşê ser e
wê li ber melkê ekber e
Bang û hawara me ji Şêşimsê ter e

Dîkilê perê wî kesk e
Tû vê xewê besk e
Rabe ji Şêxadî bixwaze maşû berat û rizq e

Dîkilê erşa bang da
Ê erda cewab da
Şêxadî wê di Hekar da
Pedşê min wê di dilê bi rehim da

Dîkilî koke kok e
wê dixwîne li me´şûq e
Wê li ber melkê foq e
Libiramo, li dîwana Şêxadî kiribû Şewq e

Dîkilê perê wî bi reng e
Ji erşa têtin deng e
Haway şara têne ceng e

Malo feqîr di zergûnin
Mîrê xwe bi çava nabînin
MaŞê xwe ji mîrê mezin distînin

Cindiyo rabe roj e
Feqîr çûne ber roj e
Xunav keftî peykan û bijkoje

Rabe ji xewa sibeh e
Feqîr çûne ber dergeh e
Xunav keftî li xerqeh e

Rabe ji tarî bav e
Qesd bike merzên av e
Ciwan bike destan û çav e
Eva bû edetê me zerbav e

Cindiyo tuy nivistî

Li xilmetê sistî
Lew mêrê mezin tu ji meşêxistî

Ne xwastim lew nivistim
Heke bixwestane nedinivistim
Lew mîrê mezin ez ji maşxistim

Cindiyo mexo bi roj ê
Û menive bi şev ê
Hero ku roj hiltê
Te maşê xwe ji mîrê mezin divê

Cindiyo mexo bi rojan
Û menive bi şevan
Serî hilîne bibîne milan baxan
Behişta baqî milkê siltan Êzî û silav li xwedan

Cindiyo tuy rênas
Me şerab divê ji kasên xas
Li wê hewdêye, li biramo milkê Xidir û Liyas

Cindiyo tuy nûrîn
Me şerab divê ji kasên zergûyîn
Li wê hewdêye, li biramo milkê Şemsdîn û Fexirdîn

Dilê min î bi kovan e
Pîrê bi nav libinan e
Pîrê libinano giyano
Zeyinet bisira Şêmendê Fexirane

Kofê tey qewi ye
Lê cema dobûn weli ye
Pîrê libinano giyano
Zeyinet bi sira Şêxê Adi ye

Kofê tey bi cîde
Lê cema dibûn mirîde
Pîrê libinano giyano
Zeyinet bi sira siltan Êzîde

Lomê teyî mezin e
Lê cema dibûn mu´min e
Pîrê libinano giyano
Zeyinet bi sira Melik ŞêSin e

Kofê teyî bukir
Li dinê bûye zikir
Pîrê libinano giyano
Zeyinet bi sira Şêxûbekir

Kofê tey nûrîn e
Lê cema dibûn zergûn e
Pîrê libinano giyano
Zeyinet bi sira Şemisedîn û Fexredîn e

Kofê teyî bi tertêf e
Mîra jê dibir nesîb e
Pîrê libinano Xidirliyas bixwe noqîb e

Kofê teyî giran e
Firî çûbûye ezman e
Li erşan dewran dan e
Mîr sicayê sican e
Nasirdînê Baban e
Şêr memê reşan e
Pîrê terciman e
Dawidê kurê Derman e
Rastî sipartî giyan e
Mîr Hesilmeman e
Serwerê me her çilan e
Pîrê libinano giyano
Zeyinat bi sira Şêxmendê Fexiran e

Çûme diyarî wê nûrê
Kela te wê dixûrê
Pîrê libinano giyano
Wê li hewşê, wê li ·urê

Çûme diyarî behiştê
Ew dîndare li min xweştê
Çendî mîr bû cilê reşlê

Çûme banê Kafê yo
Me dît merzê behrê yo
Pîrê libinano giyano
Kasê wa liber gizirê yo

Çûme silavgehê
Fercîme li qubehê
Pîrê libinano giyano
Li cihê mayê li binî mayê
Dê bi siltan Şêxadî kin ebadetê û sucdehê

"Em dikêmîn û Xudêyî temame" bi vê xewê tu şab e Xewa berê sibê zor ezab e

Rabe ji xewên şirîn e Bes gorê teng bibîn e Feqîr di bê kerbin, dibê-kîn e Rabe ji xewa tari ye Xew heram dibû li cindi ye Wê li xudanên maşan û cenbeqi ye Rabe ji xewa sibeh e Xew heram dibû li medeh e Wê li xwedanên xerqey e Rabe ji xewê hingor e Xew heram dibû li zor e Wê li xwedanê xerqên bimor e Rabe ji xewa êvaran Xew heram dibû li mêrdaran Wê li xudanê kewnan û karan Rabe ji xewa mêrxanan Xew heram dibû li zergûnan Wê li xwedanê danan û stûnan Malo nîveka şevê ye Dengekî bilin wê tê ye Here tê debore ji pê ye Maşê te maşekî çêye Wê li ber xilmeta mewlê ye Malo dîkil wê dixwînin Van şeva xew lê nînin Cindiyo ho lê distînin Cindî nakin nû xewê Dê bi serê xwe çine gewê Digel mîrê xwe nakin derewê Dîkilê perê wî sipî ye Wê dixwine li erşê êli ye Wê liber melkê bêrî ye Bang û hawarên me ji dîwana Şêx Adî ye Dîkilê perê wî sore Wê dixwîne li erşê jore Wê li ber melkê bi more Bang û hawarên me ji dîwana qublet bidore Dîkilê perê wî zer e wê dixwîne li erşê ser e wê li ber melkê ekber e Bang û hawara me ji Şêşimsê ter e Dîkilê perê wî kesk e Tû vê xewê besk e Rabe ji Şêxadî bixwaze maşû berat û rizq e Dîkilê erşa bang da Ê erda cewab da Şêxadî wê di Hekar da Pedşê min wê di dilê bi rehim da Dîkilî koke kok e wê dixwîne li me´şûq e Wê li ber melkê foq e Libiramo, li dîwana Şêxadî kiribû Şewq e Dîkilê perê wî bi reng e Ji erşa têtin deng e Haway şara têne ceng e Malo feqîr di zergûnin Mîrê xwe bi çava nabînin MaŞê xwe ji mîrê mezin distînin Cindiyo rabe roj e Feqîr çûne ber roj e Xunav keftî peykan û bijkoje Rabe ji xewa sibeh e Feqîr çûne ber dergeh e Xunav keftî li xerqeh e Rabe ji tarî bav e Qesd bike merzên av e Ciwan bike destan û çav e Eva bû edetê me zerbav e Cindiyo tuy nivistî Li xilmetê sistî Lew mêrê mezin tu ji meşêxistî Ne xwastim lew nivistim Heke bixwestane nedinivistim Lew mîrê mezin ez ji maşxistim Cindiyo mexo bi roj ê Û menive bi şev ê Hero ku roj hiltê Te maşê xwe ji mîrê mezin divê Cindiyo mexo bi rojan Û menive bi şevan Serî hilîne bibîne milan baxan Behişta baqî milkê siltan Êzî û silav li xwedan Cindiyo tuy rênas Me şerab divê ji kasên xas Li wê hewdêye, li biramo milkê Xidir û Liyas Cindiyo tuy nûrîn Me şerab divê ji kasên zergûyîn Li wê hewdêye, li biramo milkê Şemsdîn û Fexirdîn Dilê min î bi kovan e Pîrê bi nav libinan e Pîrê libinano giyano Zeyinet bisira Şêmendê Fexirane Kofê tey qewi ye Lê cema dobûn weli ye Pîrê libinano giyano Zeyinet bi sira Şêxê Adi ye Kofê tey bi cîde Lê cema dibûn mirîde Pîrê libinano giyano Zeyinet bi sira siltan Êzîde Lomê teyî mezin e Lê cema dibûn mu´min e Pîrê libinano giyano Zeyinet bi sira Melik ŞêSin e Kofê teyî bukir Li dinê bûye zikir Pîrê libinano giyano Zeyinet bi sira Şêxûbekir Kofê tey nûrîn e Lê cema dibûn zergûn e Pîrê libinano giyano Zeyinet bi sira Şemisedîn û Fexredîn e Kofê teyî bi tertêf e Mîra jê dibir nesîb e Pîrê libinano Xidirliyas bixwe noqîb e Kofê teyî giran e Firî çûbûye ezman e Li erşan dewran dan e Mîr sicayê sican e Nasirdînê Baban e Şêr memê reşan e Pîrê terciman e Dawidê kurê Derman e Rastî sipartî giyan e Mîr Hesilmeman e Serwerê me her çilan e Pîrê libinano giyano Zeyinat bi sira Şêxmendê Fexiran e Çûme diyarî wê nûrê Kela te wê dixûrê Pîrê libinano giyano Wê li hewşê, wê li ·urê Çûme diyarî behiştê Ew dîndare li min xweştê Çendî mîr bû cilê reşlê Çûme banê Kafê yo Me dît merzê behrê yo Pîrê libinano giyano Kasê wa liber gizirê yo Çûme silavgehê Fercîme li qubehê Pîrê libinano giyano Li cihê mayê li binî mayê Dê bi siltan Şêxadî kin ebadetê û sucdehê "Em dikêmîn û Xudêyî temame"
Last Updated ( Saturday, 02 April 2005 )
< Prev
 
 
 
Who's Online
We have 34 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization