Center Of Yezidi Culture  
   
 
Friday, 05 September 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Русский
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forûm
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Video
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Qewlê Şêşimis PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
Mestim ji qedeh ê
Lalişê, xwedana qubeh ê
Dê bi Şêşim dîn medeh ê

Mestim ji dîwan ê
Dê bi Şêşim dîn beyan ê
Ya Şêşim te em înane ser erkan ê
(Mestim ji dîwan ê
Lalişe xwedana erkan ê
Cem Şêşims bidin beyan ê)


Ya Şêşim tu yî rehîmî
Xaliqê min ji qedîmî
Li hemû derda yî hekîmî

Ya Şêşim tu yî rehmanî
Xaliqê min ê canî
Li hemû derda tu dermanî
Li hemû muxliqa tu yî rehmanî

ya Şêşim tu meferî
Xaliqê minê her û herî
Rizqa didî duberî

Here mare, here mişk e
Here tere, here hişk e
Ewan jî bi Şêşim par û pişk e

Here reqe,ere mar e
Here mixfiye, here dihar e
Ewan jî bi Şêşim hebe pişk û par e

Here gure, here goran e
Ewin xafilê bext û dan e
Ewan jî bi Şêşims xwedan e

Here erebe here ecem e
Ew xafilê bê kerem e
Ewan duwa Şêşims pê ji qedem e


ji malê heta bi mal ê
Şêşim xudanê sîqal ê
Em Şêşim nabirin ji xiyal ê

Ji derecê heta derec ê
Şêşims e xwedanê ferec ê
Dest û damanên Şêşim dê tiwafkîn,
Şûna kabê ciyê hecê

Ji sitûnê heta bisitûn ê
Çend mifte heye li hindir xizîn ê
(Û çil mifte heye li derê xezîn ê)
Şêşimis dane destê marîfetê û nasîn ê

Ji çavan hetanî devî
Mora Şêşims lê dikevî
Ya Şêşimis mêra meleka,ji germe nahêlin em binvî

Ji serî heta piya
Ya Şêşimis te em nexşandîn danîne serê rêya
Em Şêşim nabirin ji hêviya

Ya şêşimis te em xwestine li ser vê xilmet ê
Tu li me vekî dergekî rehmet ê
Ronahiyekê bidî me û çendî sinet ê

Sinet ku sinet e
Zebûne kêm taqet e
wan jî bi Şêşimis eniyet e


Sinî kû sinî ne
Û zebûnî ji bandî ne
Ewan jî bi Şêşim hêvî ne

Cihû ku cihû ne
heger neye selefxware buxdane bûn e
Ew jî ji Şêşims bi recû ne

File ku file ne
Yî bi keşîşû abûne ne
Ewjî li pey Şêşimis diherene

Hingî xulqê dibû ye
Ere ji inse ere ji jûje
Ew jî yeke ji Şêşimis re nedû ye

Hingî xulqê giyan e
Ere ji ins e ere ji can e
Ewan jî bi Şêşims xudan e

Çendî tê ba, av, ax û agir e
Ji civata Melik Şemsedîn, Melik Fexredînê hadir e
Kerametên wan ji ewil heta bi axire

Çendî tê befir û ba û baran e
Niqteke ji ezmanê heftan tê nazilî xwar e
Ya Şêşims izin li ba te destûre, ferwar e

Çendî teyr difir in
Û li baskê xwe dinêr in
Ew hî li ba Şêşims bi sir in

Heftî û du milet e
Hijdeh hezar xulyaqet e
Şêşims hemûyan mor diket e

Şêşims hemûyan dimorîn e
Melik Şêxsin qelem li destaye dikiŞîn e
Û Mîr Sicadîn vê dinyayê difetihîn e
Şêx Nasirdîn çiqas mexlûqe, rih ji hemûyan distîn e

Şêşims Mîre li dîwanê
Şêxûbekir sekiniye li derê sikanê
Melik Şêxsin dest dane qelema îmanê

ŞêŞims bi xwe padŞa ye
Şêxûbekir mewla ye
Nasirdîn Şêxê ala ye

Şêxê mino bi nasir e
Çiqas mexlûqên rih liber e
Şevê giran xew ne dikir e
ew jî saf û hêbeta Nasirdînî li ser e

Şêxê mino Nasirdîn e
Çiqas mexlûq rih liber tîn e
Û Şevê giran xew lê nîn e
Nasirdîn riha hamûyan distîn e

Nasirdîne û Cibrayîlê axî ye
Ew in sirdêçê kul û nebiyan
Ebûmitab bi destê wî ye

Xelat kirin bi dû xelat e
Bi kerameta mîr Sicadîn dersat e
Ewê kufrîyê ji dinyayê bike pera te

Xelat kirin zilfiqar û dundilî
Bi kerameta mîr Sicadîn vixûlî
Fere bi sidqê gehiŞtime aqilî

Şêxê mino bi ala ye
Û Şûrê qetlê bo re hîna ye
Ewê kufrîyê ji dinyayê hilîne

Xelqino werin zurfa bibînin
Û çiyayê bilind werdigerînin
Û qube keskin, helêle zêrîn in
Ew jî bi hêbeta melik Şemsedîn,
û Melik Feyredîn in

Melko tu yî mominî
Moldaro tu yî mezinî
Mîr Şemsedîn tu li dereca Melik Şêxsinî

Meliko tu yî zergûnî
Qutmo tu yî zemînî
Ya Melik Şêxsin tu li dereca siltînî

Meliko tu yî Feqîrî
Û ji îro tu çendî jîrî
Ya Melik Şemsedîn ji ewel heta paŞî xebîrî

Ji rohilat heta roava
Û destê ŞêŞimis li ser xasan û xavan
Ew meclis binavê Şîxadî û Melik Şêxsin bû ava

Ji roava heta rohilat e
Û çiqa aşiq hene Şêşimis hemû dikirin bi xelat e
Ew jî maŞin ji ba ŞêŞimis dihat e

Xelkîno werin bipirsin ji qisedar û manîye
Û gava biniya navê meclisê danî ye
Şêx Fexrê Adîya û Ezdayî ye

Melik Fexredîn bi xwe bû ye hosta
Û ev diniya pîva bi bosta
Destekî Şêşimis dojeye yek buhiŞt e

Xelkîno werin bipirsin xelkê alîxêr e
Ma ne heft tebeqî ji vê tebeqê yî ber jêr e
Ew jî Şêx Fexrê Adîyan lê dike sexbêr e

Bazî her heft tebeqa bi civîne
Min çardeh tebeq lê dîne
Her çardah bi hosta ne bê sitûne
Her çardah tebeq li ser milê
Melik Şemsedîn û Melik Fexredîn e

Birme tebeqa heqîqî Emer e
Ewe kursîya zêrê zer e
Min li wê dî Şêx Nasirdîn Evdalê Omer e

Birme tebeqa bi refîq
Ya zerdana bo terîq
Têde hebû Şêx Nasirdîn layîq

Birme tebeqa bi sema yê
ya bi sedqa sefayê

Ya terîq li ser dana ye
Ev meclis bi navê Şêxadî û Malik Şêxsin ava ye

Birme tebeqa nazilî erde
Heremê Şîxadî periyê nûranî berdane bi ser de
Nav û dikarê Siltan Êzî ji ezmana hatîye erd e

Birme tebeqa zincîrî temam e
Li wê nûrê heyran mam e

Heyran mabûm li wê nûr ê
Min ji qendîl hetanî bi miŞûr ê

Min ji Ezîz Melik Fexredîn xwest destûr e
Lew te ez kirme xewasê behra kûr e

Banga min dîwana Ezdayîye
Yekî nanê Hesîn Delalê sêbiya
Ew jî di zane li rûyê vê meclisê çi bûye çî ciriya

Banga min dîwana Faqîra
Yekî nanê Hesîn Dela, Hesen Pîra
Ew jî diçine civata mîra

AŞiqo yî Pîre Xana
Hingî canê kulekî emelekî çakî li bal e
Ewî mavê bi Şêxî, Pîrî, Hoste û Merebî,
Yar û birayê axretê dixware

Em di kêmin Xwedê Temame

< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 31 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization