|
Hey benî Ademo Miskîno jaro Ademo
Ev diniya mestexaneye Wek xewna şevaye Her roj yara hinaye
Ka silêmanê hukim dikir? Ka bilqîza nav dikir? Tu jî xweş bî ewan diniya Ji xwe re terik dikir.
Ka Silêmanê pêxemberan? Ka Bilqîza bi zêrê zeran? Tu jî xweş bî, ew jî çûn Nav ax û beran.
Kanê Xidir kanê Elyas? Kanê derwêşê tizbî û wekaz? Tujî xweşbî, ew jî dinav Axê de kirin qeyas.
Benî Adem li vê diniyayê mebe tema Vî zêr û malî gelek meke cema Diniya bo resulê Xwedê nema
Ev diniya erdê derwêş e Têda di gerin cimle cêş e Kesek bi nefisa kibar naçe pêş e
Mala gorê çende tarî û çende kûre Tijî mare tijî mûr e Ya rebî tu dikarî dû aşiqan ji yek bikî dûr e
Werin werin xizim û lêzim Wê gavê giriya me bê Dax û sed kovan û keser Xelikê şêrîn lêvên şekir Nema bidin xeber
Qewî giriya me bê Hizin û girî bê fêde ye Gor û kefen mala me ye
Me girî, me nal Hêstiran ji rûyê xwe bimal Ev diniya bo pêxemberê Xwedê nema
Werin werin lezim werin Emê îro gelek bigirîn Xelikê mêrga heciya ew mîr dike Xêr û şeran xefir dike Daxa dilan bapîr dike (Daxa di dilan de pîr dike)
|