Center Of Yezidi Culture  
   
 
Friday, 05 September 2008
 
   
 
 
 
Main Menu
Mal
Русский
English
Nûçe
Dîn
Çand
Antropolojî
Forûm
Wêne/Photogallery
Chat - Yezidichat.com
Mûzîk
Video
Dua bi deng
Kontakt
 
 
     
Qewlê Şêxadî û Mêra PDF Print E-mail
Saturday, 02 April 2005
Şêxadî xudanê kerem ê
Dahir bû li erebe li ecem ê

Dahir bû li biyit far e
Qesid kir hate hekar e
Lalişê mêr lê cema dibûn e

Li mixare qesid kir hate laliş e
Ber guhêd wan ketibû guşguş e
Ew şa dibûn, dil pê dibûne xweş e

Şêxadî ji şamî hate
Bi şerqiya kir xebat e
Mamed Reşan kir xelat e

Xelat kir Memed Reşan
Dabûyê maşê şeşan
Ew kire serwerê mêran

Xebere li nav seyide
Dahir bû şêxekî şedîde
Li lalişê lê cema dibûn mirîde

Xebere li nav ecema
Dahir bû şêxekî bi kerema
Li Lalivê mirîd lê dibûn cema

Xebere li nav ecemistan ê
Dahir bû şêxekî bi îman ê
Lalivê mirîd pê kirin dîwan ê

Hatin vêxêt keremdar e
Bor vêre, qamiçiyê wan mar e
Li Şêxadî dikin pirsiyare

Ew bûn vêxêt ehil xêre
Qamiçiyê wan mare, bor vêr e
Nevê Şêxadî dikin pirsiyêre

Ew bûn vêxê ji îtqatê
Hatibûn ba Şêxadî hikiyatê
Go: Şêxadî qutibê zemên em li qatê

Şêxadî kiribû firwar e
Şêx Memed Revan li berekê kir siwar e
Go: Gelî mêra we cê heye li bal e

Ya Memed Revan siwar be li berekî
Ewan bipirse xeberekî

Her bi bexit û kerib û kîn e
Ji wan bike pirsîn e
Birêne zerib û keramata wan çîn e
Ji nû peşber wan keve bo min bîn e

Şêx bi rêbûn ji mal e
Bi gurin bi kevin bi gale
Memed Ravan dibêje: We çî heye li bal e

Ji mêje ewin di rêber in
Neqîbin bi serwer in
Şêxadî kerem kiriye hûn wer in

Seyid abul wefa deng hiltînî
Kibarê deyinin da em biçin miskînî(mizgînî)

Seyida ebul wefa dibêje wan serwera
Me gelek Şêx dîtin li hemû dera
Pedşa ewê ruh di îne ber bera

Çendî seyidîn e
Deng dikin bi nehîn e
Ev bere ruh tê nîn e

Wa dibpejire vêxê seyida
Gava Memid Reşa dîta
Tu şêxî an yî mirîda

Ez Memedê reşî me
Siwarê berî me
Ez bi xwe mirîdê şêxadî me

Hatin şêxê tebave
Wê li Şêxadî dikin silave
Şêxadî ji keremê silav vedave

Şêxadî bixwe siltan e
Yî bi edebe, yî bi erkan e
Ewî ciyê mêra nîşan dan e

Memed Reşan sekinî li berwar ê
Got: Hûn bixêr hatin vêcar ê
Şêx ez nîn im, vêx ewe li mixar ê

Mêr li Memed Reşan fikirîn
Rabûn têk zinzilîn
Li derê mixarê wesilîn

Mêr wesilîn li derê mixar ê
Bi ruwa çone xwar ê
Go:vabaşji bo xudanê hekar ê

Seyid Ehmed hat li cenga
Xidir hiltêne denga
Go: Ciyê mêra sa eta tenga

Memed Reşan dibê sayid Ehmeda
Tuy serwerê xwe bi mixarê veniya
Tuy serwerê hemiya
Heke te pişta xwe bi mixarê veniya
Li te û mêra fira bê ciya(74)

Seyid Ehmed deng dike bi şîne
Hêja me avek divê ye
Ji pêşa da em pê bigirin destan û nivêj e

vêxadî xweş siltîn e
Deng dike bi nehîn e
Hewceya me bi avê nîn e
Dest nivêj ji meyzîn e

Şêxadî dibêj e gelî mêra:
Avekê ji xwe re der kin
Destê xwe sunetê fere kin
Ji nû paş mêrê xwe bi neder kin

vêxadî bi nader e
Wekaz dabû ye ber e
Deng li avê dikir e
Gotê: Der be ya zimzim wer e

Ji qewlê pisê cem ê
tenê vêxadî bi kelim ê
Av dê derkevê
Ji birka kaniya zizim ê

Ya mêra meniya û çêr e
Çiyê wan xwest bû ye
Şêxadî înabû jêr e
Tizbî û wekazê Seyid Ehmedê mezin anîmbû jêr e

Mamed Reşan dibêj e we
Şêxadî bi xwe siltan e
Av îna bo mêran e

Çendî seyidîn e
Deng dikin bi nehîn e
Taqeta me li avberdanê nîn e

Şêxadî bi neder e
Deng li avê dikir e
Av gugur çû der e

Hûn şêxî binas in
Li gel hev bi raz in
Alîkê ji Şêxadî bixwaz in

Wê dibêje Xidir neqîb e
Padşayê min yê hebîb e
Bor ji me dixwazin nesîb e

We dibêje Kêle
kêşa bû li ber Şêxadî dexêl e
Got: alîka şêra çêl e

Şêxadî we dikir firwar e
Çêl bi nav şêra di hinar e
Ne çêla şêr hêlan, ne mirîşka mar e

Li nav neqîba bû beyan e
Got: Girîn dilman e
Got: Şêrê me çûn em peya man e

Li nav neqîba bû xeberdan e
Li nav hizin kêşan e
Got: Haya me ji wan şêra neman e

Mamed Reşan got:
Seyid Ehmedo tu bi vê yekê nasipêrî
Qayîm nabî bi yekî bêrî
Çima tu xwe bi destê Şêxadî na sipêrî

Heke te bawerî bi vê netê
Kerem ke em biçin ser çiyayê Mişetê
Bayek wê tê ji rehmetê

Kerem ke em rabin ser pê ye
Hincî mêrê hukim ket rîh û simêlê xwe ye
Şêxînî bo wî li cê ye

< Prev   Next >
 
 
 
Who's Online
We have 40 guests online
Latest News
Polls
How do you find this site?
  
Popular
 
 
HOME   ::   FORUMS   ::   LATEST NEWS   ::   DOWNLOADS   ::   CONTACT
© 2004 Ezdixane.com. The Center Of Yezidi Culture.
© 2004 Ezdixane.com. All Rights Reserved. Moscow (RUSSIA)

Все для Дома и Отдыха - энциклопедия обо всем WebList.Ru Rambler's Top100 Tatet KavkazWeb The List of Russian Web Servers WebList.Ru AddMe.com, search engine submission and optimization